‘Emerê Wezrînî
Neteweperestiya Menfî: Encamên Xwînî yên Neteweperestiya Tirk, Ereb û Faris a li Ser Kurdan
Neteweperestî, wekî hêzeke siyasî û îdeolojîk, di sedsala 20î de sînorên Rojhilata Navîn[1] ji nû ve xêz kir. Lê belê, ev îdeolojî ji bo hin gelan bû sedema serxwebûn û avakirina dewletê, ji bo hin gelan jî, bi taybeti ji bo gelê Kurd, bû çavkaniya tunekirin, asîmîlekirin û êş û elemên bêdawî. Neteweperestiya menfî ya ku hebûna xwe li ser înkarkirina hebûna yekî din ava dike, li ser axa Kurdistanê bi şaxeke sêalî xwe da der: Neteweperestiya Tirk, Ereb û Faris.
Neteweperestiya Tirk û Siyaseta Tinekirinê
Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, neteweperestiya Tirkî ya hişk û yekparêz, Kurd wekî "Tirkên çiyayî" destnîşan kir û siyaseta asîmîlasyonê kir bingeha hebûna xwe. Ev neteweperestî, temamê parçe û pêkhatîyên nasnameya Kurdî, nexasim di serî de zimanê Kurdî qedexe kir. Encamên vê siyaseta menfî çêbûn. Hinek ji wan jî ev in:
- Înkar û Qedexe: Zimanê Kurdî li qada giştî, dibistan û çapemeniyê bi dehan salan hate qedexekirin ku ev yek zerareke mezin da geşbûna çand û wêjeya Kurdî.
- Zextên Leşkerî: Bi deh hezaran Kurd hatin kuştin, koçberkirin û sirgûnkirin ku ev yek bû sedema travmayeke kûr a civakî.
- Guhertina Navan: Navên gund, çiya, cîh û zarokên Kurdî bi zorê hatin guhertin da ku bîr û hafizeya gel bi temamî were tunekirin.
- Şavat û Valakirina Gundan: Gelek gundên Kurdistanê ji alîyê artêşa Tirkiyê ve hatina şewitandin û gelê van gundan hatin sirgunkirin. Bi vî awayî bi sedan gund hatine valakirin.
Neteweperestiya Ereban
Li Iraqê û Sûriyeyê, neteweperestiya Ereban, bi taybeti jî di serdemên rejîmên Be's de, li dijî Kurdan polîtîkayên herî hovane pêk hate anîn. Armanc ev bû ku nasnameya Erebî li ser axa Kurdistanê were ferzkirin û demografîya herêmê were guhertin. Encamên vê tevgerê ev in:
- Erebkirin: Bi taybetî li Kerkûkê û deverên din ên bi Kurd dagirtî, Kurd bi zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin, malbatên Ereb hatin bicîhkirin da ku Kurd li ser axa xwe bibin hindikahî.
- Enfal: Di dema rejîma Sedam Huseyn de bi operasyonên Enfalê bi hezaran Kurd, bi taybetî jin, zarok, ciwanên jin û mêran, bi awayekî hovane hatin qetilkirin û windakirin. Ev, encama herî mezin a neteweperestiya menfî bû.
- Qedexeya Çandî: Li Sûriyeyê, heta îro, Kurd di qeydên fermî de wekî biyanî hatin hesibandin û ji hemû mafên xwe yên siyasî û çandî bê par man.
Neteweperestiya Faris
Li Rojhilatê Kurdistanê, neteweperestiya Farisî, li ser Kurdan siyaseta tûj a asîmîlasyon û tepisandinê pêk tîne. Li vir, zexta neteweperestî bi zexta navendî ya dînî-siyasî re tevlihev e.
Dewleta Faris bi taybetî, piştî ku Komara Mahabadê ya ku Qadî Mihemed di sala 1946an de damezirand, rejîma Şah bi awayekî hov û bê rehm li ser Komarê de girt. Artêşa Îranê ne tenê avahîya rêveberiya Kurdî hilweşand, di heman demê de li Mehabadê û derdora wê jî komkujî û zextên giran pêk anî. Qadî Mihemed û hevalên wî bi darvekirinê hatin cezakirin ku ev bû sedema peyamek zelal: Neteweperestiya Farisî, hebûna Kurdan a siyasî bi xwîn û tundiyê înkar dike. Îro jî li Îranê zimanê Kurdî li dibistanan qedexe ye. Hewldanên ji bo perwerdehiya zimanê dayikê bi awayekî tund tên cezakirin.
Encam
Neteweperestiya menfî ya Tirk, Ereb û Faris, her yek bi rêbazên xwe yên taybet, ji sedsalekê zêdetir e ku hewl dide nasnameya Kurdî bi temamî ji holê rake. Encamên vê sêalî ya menfî, di parçekirina axa Kurdan de, di înkarkirina nasnameya wan de, di koçberkirina bi zorê û di komkujiyan de xuya dibin.
Ji bo ku ev birîn biqedin, çareserî di neteweperestiyeke mûsbet û erênî de ye, ku hebûna neteweya Kurd bê qebûlkirin û mafên wan garantî bibin û li ser bingeha wekhevî û dadmendiyê sîstemeke nû ava bibe.
Silav û rêz ji hemî xwendevanan re.
[1] Alema Îslamê