Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

NESÎHETÊN BEDÎ’UZZEMAN MELA SE’ÎDÊ KURDÎ

Ehmed FARÛQ Ehmed FARÛQ
27.06.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Me jî ev nesîhet, ji bo ku bê fêmê çend cî xaric, wekî dinê orjînaltiya zimanê wî muhafeze kir, hinik kelîmeyan di nav kevanokan de beyankir û ji bo we wergerand herfên latînî. Meq

Seydayê Bedî’uzzeman çend nesîhet ji Kurdan re bi şeklê meqalê û bi zimanê Kurmancî di wî zemanî de nivîsandiye. Vê meqala wî, wî zemanî di Kurt Te’awun ve Teraqqkî Xezetesî, hejmar: 1, sehife: 7, 22 Teşrînê sanî 1324/5 Aralık 1908 de bi navê “Bedî’uzzeman Se’îdê Kurdînîn Nesaîhî” bi herfên ‘Erebî hatîye weşandin.

Me jî ev nesîhet, ji bo ku bê fêmê çend cî xaric, wekî dinê orjînaltiya zimanê wî muhafeze kir, hinik kelîmeyan di nav kevanokan de beyankir û ji bo we wergerand herfên latînî. Meqale ev e:

“Ey gelî Kurdan, di îttîfakê de quwwet, di îttîhadê de heyat, di biratiyê de seadet, di hukûmetê de selamet heye. Werîsê îttîhadê û şerîta mehebbetê qewîn bigrin da we ji belayê xelaske.

Qenc guhê xwe bidinê, ezê tişkî ji we re bêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene. Van cewheran, hifza xwe ji me dixwazin.

Yek: Îslamiyet e ku me hezar bi hezar xwîna şehîdan di buhayê wê dane

A Duduyan: Însaniyet e ku lazim e em xwe di nezera xelkê de bi xizmeta ‘eqlî, camêrî û însaniyetî û xwenîşandanî bikin.

A Sisiyan: Milliyeta me ye ku meziyetek daye me. Ê berê ku (ew) bi qenciyên xwe sağin, em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe rûhê wan di qebra wan de şadbikin.

Piştî vê, sê dujminê me hene, me xerab dikin.

Yek: Feqîri ye. Çil hezar hemalên Îstenbolê delîla wê ye.

A Duduyan: Cehalet û bêxwendini ye. Ku ji hezarî yek ji me nikare qezetekê bixwîne delîla cahiltiya me ye.

A Sisiyan: Dujminantî û îxtîlaf e. Ku ev ‘edawet quwweta me winda dike. Me jî musteheqqê terbiyê dike û hukûmet jî ji bê însafiya xwe zulum li me dike.

Ku we ev sehkir, bizanin çara me ew e ku sê şûrê elmas bi destê xwe bigrin. Da ku em her sê cewherê xwe ji deste dujminê xwe xelaskin û her sê dujminê xwe ji ser xwe rakin.

Şûrê ewil; ‘edl (‘edalet), me’arîf û xwendin e.

Ê duduyan, îttîfaq û mehebbeta milli ye.

Ê sisiyan, însan bi nefsa xwe şuxlê xwe bike û wek sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedyê.

Wesyeta (min) a paşî: Xwendin, xwendin, xwendin.

Û desthevgirtin, desthevgirtin, deshevgirtin.”

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS