Neqqaşê ezel, rozî ser neqşekî zêrrîn da
Berkarê di destan bû, ser sefḥekî tezyîn da
Tezhîbi zerafşan bir, ser lewḥeyê ‘işqê da
Resma ezelî kêşa, neqşê xwe ni‘alîn da
Dîbace ku înşa kir, fîhrîstê ku îmla kir
Cildek ji ‘enasir bit, nefxek bi sefalîn[1] da
Wan saderûxan miştî, ‘işqê ku temenna kir
Xettati ji ḥusnul-xet, ser neqşekî zêrrîn da
Etfal û melek hatin, westane di bustanan
“La ‘îlme lena” gotin, ebced bi xwe telqîn da
Ma secde tenê min bir ber sûretê meḥbûban
Îblîsi nebir secde, lew maye di nefrîn da
Ez çûme derê dêrê, min dîtî ku Ruḥîllah
Têkda di musewwer bûn, ḥetta vinihalîn da
Wan cumle enel-ḥeq got, min waḥidê mutleq got
Saqî bi xwe ez girtim, camek meyê noşîn da
Meynoşî û serxweş bûm, fîl-ḥali muşewweş bûm
Ez çar û neh û şeş bûm, min tekye bi balîn da
Herçî ku me bir pê kir, hingî mi nezer lê kir
Seyrek mi li Leylê kir, lewra mi dil û dîn da
Min dî heyivek pertew saye di mezahir da
Mumkun hemî pertew da, em mane di temkîn da
Ew bû ku Zuleyxayê wê dîti di Yûsûf da
Mecnûn dî di Leylayê, ferhadi di Şîrîn da
Mîsbaḥ-i ebed min dî îro vidiqendîlê
Kenca ezelî bû ew, min dî di gil û tîn da
Cana ji cemala te wan dî di sûret xûban
Şêx û welî yû sofî, der zikrê xwe ahîn da
Meẋrûri mebe sofî, meb munkirê meḥbûban
Kor dê çi tesewwir kit, seyra ku di dûrîn da
Şahid tu yî ez zahid meḥbûbiperest im ez
Bê şahidî men nalem şêxê me ev ayîn da
Cananî te ey Xanî çînanî dixwazîtin
Ḥa nuqte li bin danî, fîl-ḥali di mizgîn da
[1] Ev malika vê beytê di Dîwana Cami’ de kêm bû. Ev malik li gorî…. hatiye temamkirin.