Rencûrî yek ji helbestvanên klasîk e û xelkê bajarê Kerkûkê ye. Navê wî yê eslî Mela 'Umer bûye û di sala 1164/1751 ê de ji dayik bûye û li derdora sala 1224/1809an koça dawî kirîye. Piranî helbestê xwe bi Kurdîya Goranî nivîsandîye. Helbestvan Hacî Qadirê Koyî di helbestekî da navê wî aniye û dibêje:
Yekê Rencûrî ehlî Kerkûk e
Fîkrî bîkrî hemû wek bûk e
Mexlesa wî “Rencûrî” bûye. Peyva Rencûrî bi wateya wî kesî ye ku zêde zehmet û narehetî dîtiye. Wî gelek helbest nivîsandine û di temenê 45 salîya xwe de jî mî'racnameyek nivîsandîye. Mijarên helbestên wî: Evîndarî, nameya heval û dostan, helbestê civakî û gelerî, tesewwuf, niştimanperwerî, dînî, dîrokî, gul û rengên gul û wesfa xwezayê, Şîn û mersiye ne. Ew di helbesteka xwe da navê 54 helbestvanê Kurdistanê tîne ziman ku piranîya wan helbestvanan helbestvanê edebiyata Goran in.
Di sala 1984 an dîwana Rencûrî ji layê Mihemed 'Elî Qeredaxî ve hatye çap kirin. Rencûrî di helbestekî xwe da dibêje:
Şu'eray Kurdistan, goyindani xas
Her çî meşhûren perêt kerû bas
Mela Necef nam, Xanay Qubadî
Yek Mela Salih cergey Muradî
Mela Mistefay Bêsaran menzil
Mela Hacî Caf, 'Umer Omermil
'Ezîzi Derdîn, Mihemed 'Îsa Beg
Hacî Tîleko, Feqê 'Elî Lek
Yusifi Yaske, Mela Temer Xan
Şêx 'Elî Herîr, Mela Ye'qûb Can
Şêx Weys Gelalî, 'Ezîzulla Lûrr
Şêx Mihemed Camî, Mela Bayindur
Ehmed Dolleyî, 'Ebbasî Sanî
Bakî û Siyapoş, Dede Sêwanî
Huseyn Xani Lûrr, Şa'îr Cubraîl
Cangîr û Mensûr, hem Mîr Îsma'îl
Ehmed Beg, çenî Mehmed Axay Zend
Axe Paweyî[1], Nezer Kakewend
'Elî Xudakerem, Mehmed Axay nam
Bakî Bêmoşî, kabey fam temam
Welî Dêwane, Xwacey Erdelan
Şêx Şehabedîn, Şaqela Eywan
Mela Nûr 'Elî, Yusifi Derdîn
Şafî û Welî Xan, Karêzî Hezîn
Îsma'îl Dawid, Bekir Xalldanî
Muhemed Zengene û Neder Rewanî
Mehmûd Axay Zend, Mela Kamî nam
Qemerallî nam, Rewanî meqam
Mewlana Îlyas, Zebûnî, Zînnûr
Yek Feqê Ehmed we[2] Nakam meşhûr
Henî ma Baqî şu’eray Kurdistan
Dildaran xasi poli sermestan
Ya ne her[3] yekê ce yek diyarê
'Ellamey dewr bîn ce rozigarê
Sahêb keyf û zewq dîwaxane[4] bîn
Her kes pey[5] kesê wêran yane bîn
Hekkak[6] û xewas[7] kan gewheri bîn
Sahêb ferd û beyt sewdane ser bîn
Ey dinyay bê şert çun[8] dari şetrenc
Yek yek nimana[9] pêşan yaney[10] renc
Her yek we rengê[11] wendişan ce[12] pa
Xeltanişan kerd[13] ne xaki siya
Îste[14] nemenden[15] xeyir ce namişan[16]
Xeyr ce watey ferd ne kelamişan
Her êd mizanî çerxi pirr xeter
Miwezot ne dam ce wan beter ter
Wer ce roy mergit ferdê ker îcad
Yaran dimay[17] merg baweran we yad
Hamseran[18] her ro ce rûy zerûrî
Biwaçan: Ax ax! Perê Rencûrî
Rencûrî derûn pirr nêşi[19] xaren
Pey wadey[20] mergiş[21] we întîzaren
Jêder: Dîwanî Rencûrî (Mela 'Umerî Rencûrî), Lêkolînewey Mihemed 'Elî Qeredaxî, çapa yekem, Bexda 1983.
[1] Pawe: Nave bajarekê Hewraman e
[2] We: bi
[3] Eger na. Yan
[4] Dîwaxane: Dîwan. Cihê rûniştinê.
[5] Pey: Ji ber
[6] Hekkak: Ew kesê ku muhur çêdike. Kesê pir ‘aqil
[7] Xewas: Ewê ku diçin binê behrê
[8] Çun: Wek. mîna
[9] Nimana: Nimûne
[10] Yane: Mal, Avahi, xanî
[11] We rengê: Bi vî rengî
[12] Ce: Ji
[13] Kerd: Kir
[14] Îste: Niha
[15] Nemenden: Nemane
[16] Namişan: Navê wan
[17] Dima: Paş
[18] Hamser: Hawser. hevjîn
[19] Nêş: Azar, jan
[20] Wade: Wext. dem.
[21] Mergiş: Mirina wî