Nav ne hatî danîn
Dibêt xwunavek sibehê ye şadî dibare
Yan bayê biharê diherike di rûkenê de
Dibêt hûrik hûrik pêl davêje avek aramî
Hem dibêti...
...keçikek biçûk, dilê wê difûre, bê deng bang dide
...dibêtî di nav perikê çivîkan de veşartî ye
...belkî ji vê ye hilfirîna kovoka
Belê nav ne hatî danîn
Tenê bûn e 'eşq û perestî
Tenê bûn e cewr û cefa ya bengî
Li pelgê dara hat nivîsan
Sehîfeyên xwendî û rûpelên sipî
Her demsala payîzê pelên weşandîne ev tenê bûn
Belê hêna nav ne hatî danîn
Li ser lêvên şekirî
Li fenerên vemirî
Li deriyên vekirî
Li dîwarên çêkirî
Xanîyên xera kirî
Hê nav nehatî danîn
Tinebûna bê xwazî
Ta’zîbûn û pêxwasî
Tenêbûn û mêrxasî
Li dihara Cûdê bi xasî
Hêna nav ne hatî danîn
Der heqê tenê bûnê de
Çi dizanim ezê bêjim
Tirs vegera te ye
Hingê xwebûn bike zarîn
Di sûretê te de Tûr heye
Di dengê te de Nîl heye, Dîcle w Firat
Kerbela heye di çûna te de, Mesîh heye
Tofan heye di kesera te de, Nuh heye
Belê nav lê nehatî danîn
Diranê şîr zincîra dişkînin
Bendîyê diqetînin berfîn
Meydana cengê ye xeyalên bûkanî
Belê hêna nav lê nehatî danîn
Gur û çeqel bûne şah
Tirs e şehînşahê ‘esra axir
Kerî ji hev bela bûn
Tenêbûnî hilbijartina bi pozber
Her car dek û dolab in bi nav tînin
Ji neyara re bi nav kirin hok û hêsan e
Belê li zîlana me hê nav nehatî danîn
Betilandî ye ji koçerî ya qern
Nû, sihêtî bîrbirî xwe dibe
Çava li qada îhanetê vekir nû yeqîn
Secde dikevin serê bilind ji ax’a ‘ezîz
Hêna nav lê nehatî danîn
Li rastê Banga Bîlalî bilind dibe
Li çep qametek bi qîyam tê xendin
Ev heft roke dibê qey tê pêjna hîcretê
Li rûzemîn mizgîna fethê di bare
Ha ev tirs û telaş e çavê celada dirjîne
DEMA BÊ NAV DAYÎN, PÛTÊ WAN LI RÛ Dİ
KEVİN.
------------------------------
Aramî: Sakin
Bendî: Hêsîr
Helfirîn: Tirsok
Dihar: Zirwe
Pozber: Bizor
Hok: Roger
Hesan: Bê zehmet