Ey Xwedayê min ê ku xwediyê heyat û mirinê ye!
Ey Xwedayê min ê ku ji wî pê ve dilovantirîn tu kes nîn e.
Rihên me, bi navê xwe yê Rehman û Rehîm dorpêç bike.
Weke baranê rehmê li ser dilê me de bibare,
Dilopên ji dilovantiya te ya bêdawî.
Dilên me, bi dilê Resûlê Xwedê ku, milyaketên te bi destê xwe şuştinê, bicivîne.
Em bi gotinên herî xweş û dilovantiyê, her roj şîyarî roja nû bibin.
Bila dilê me bi gotinên te yên Îlahî yên ku dema ‘Umer dibihîst, hêstir ji çav diavêt û dilnerm dibû, tije bibe.
Ey Rehman!
Ey Rehîm!
Me biparêze, me bibexşîne, merhemetê li me bike.
Ji bo ku em zarokên bêxwedî rojekî vegerînin malekî xweş, ji bo ku em dayikên ku tayê hirî diresîne û di çûna secdeyê de duayên bêdeng dikin bibînin, ji bo pîrên ku di hewşa mizgeftekê de, dema dest bi girtina destmêjê dikin, bi tevî çakêtê xwe barê paşerojê jî ji milên xwe dadixin, bi merhemet û rehmê dilên me dagire.
Dema ku ji bo nêzîkbûyîna wan me destê xwe dirêj kir, tu jî ji destê me bigre, ey Rebbê min! Me nêzîkî xwe bike.
Ey Rehman!
Ey Rehîm!
Bi kerem û rehmeta xwe ya bêdawî, me ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ve derxe. Me ronak bike, nasnameyeke nesîbî me bike, bi dilovantîya xwe ya bêdawî merhemetê li me bike.
Îman û dilovantî weke çinarên sedsalî bila kok deynîn li ser dilê me.
Di wê roja ku însan lê weke perwaneyên belavbûyîne, li me were rehmê.
Di wê roja ku çîya bûne weke hirîyên bireng, li me were rehmê.
Di “Dema erd bi heja xwe ya taybetî biheje, dema erd çiqas tiştên di zikê xwe de hene derîne li ser xwe, dema însan jî bibêje: Çi lê hatiye ku diheje!”, me bibexşîne.
Di dema ku “Miriyên di goran de sax dibin û radibin. Ya ku di sîng û dilan de veşartî jî eşkere dibe” de li me were rehmê.
Di “Dema ku asîman biqelişe… (Asîman) guhdariya fermana Xwedayê xwe kir û heq bû ku ew guhdarîya wî bike.
Di “Dema ku erd dirêj û rast bibe û… Yên ku di nav xwe de bavêje û xwe vala bike. (Erdê) guhdariya fermana Xwedayê xwe kir û heq bû ku ew guhdarîya wî bike.” Li me were rehmê.
Di “Dema ku asîman biqelişe… Dema ku stêrk ji hev belavbibin… Dema ku derya biteqin û tevlî hev bibin… Dema ku gor serûbinî hev bibin…” li me were rehmê.
Di “Dema roj tê pêçan û ronahiya wê diçe. Dema stêr divemirin û hildiweşin. Dema çiya bêne hejandin, hûrhûr û berba bibin. Dema deveyên avis beravêtin û bê xwedî bimînin. Dema (heywanên) kovî li hev bêne civandin. Dema derya bêne sincirandin û fûrandin… Dema can û beden bigihêjin hev. Dema ji keça ku bi saxî hatiye binaxkirin bê pirsîn: Ka ew “bi çi sûcî hatiye kuştin?” Dema ku defterên emelan bêne belavkirin. Dema ku asîman ji cihê xwe diçin. Dema ku cehenem tê pêxistin. Gava ku cennet tê nêzîkkirin.” Bi qasî mezinahiya rojê li me were rehmê.
Bi qasî hejmara stêrkan li me were rehmê.
Bi qasî dilopên li behrê li me were rehmê.
Cenneta xwe nêzî me bike ya Rebbî!
Me bi navê xwe yê Rehman bibexşîne.
Bi navê xwe yê Rehîm li me were rehmê.
Amîn…