Însan ji qetrek mehînî parîyek e bi mewc û pêl
Afirand bi rengê ehsen Destê Qudret a Ezelî
Beşer bi peyman qebûl kir meznantîya Rebbê 'alem
Hê bizrê sulba Adem bû ewil roja qal û belî
Qîmet bilind kir bi wehyê ji xwer muxateb qebûl kir
Bi rûh û 'eql û îrade însan ku xemland ekmelî
Îns û can îlla 'ebîd in bi lefzê Yezdanê Kerîm
Perestîş lewra dû'a ye li ber derê Heq ecwelî
Çima qedrê we bizanî ger dû'a we nîn be Xweda
Bi me’na hanî ev xeber ayet ji lew bû murselî
Ger îrada Heq nebûna bo dayînê xwestina bend
Dû'aw nîyaz wê nebûna ev hîkmeta hay mucmelî
Şukur zanîna hebûnê tunebûna ber deryê Heq
Dem bi dem ku hunda bûne bi xêza însanê welî
Bi secdew dû'a nêzîk bûn bi tev îxlas û hem edeb
Hêvya qebûlê lazim tê di dil de niyet ewwelî
Şev û rojên bi te’yîn wek leyletul qedr û beratan
Bi esma û cewşen û 'ezm çi bi xefy û çi helhelî
Çi tengayî çi îhtîyac dest vegirtin her wext û an
Îbtîda ê bête xwendin lefzê E'ÛZÛ BESMELÎ
Me ji Peyxember seh kirî ne terz e lez kirin li vir
Lew di pey de hemdê Xweda bi tev SELAM û SELWELÎ
Tu şert û qeyd nakevin pêş xwe sipartin bes e emîn
Bêhna du'ayan şewat e rewşa nîyazkar mûncelî
Lehya huznê ger bipêçe di qunc û kavilê wêran
Nîyaz bi birqê difrîne dema ku nefs bibe xwelî
Bi rengê wana ba xusûs qedîmê zarên enbîya
Di Qur'anê de mezkûr in dû'ayanê her eqbelî
Hem ji zarê şêrîn ê pak Resûl Muhemmed Mustefa
Bi tewatur em dizanin hêza dû'ayên ecmelî
Manendî Adem û Yûnus bi pesnê Rebb-ul 'alemîn
Kesê li xwe mukur were xelas dibe ji esfelî
Jîyan dema bibe dojeh pê gulîstan ava dibin
Dû'aya Îbrahîm Xelîl hesbûnellah bêt nûpelî
Di husnê de qebûl civîn bi şev belkî di fecrê de
Dû'a tîra li kevane bi sun'ê xurşîdê celî
Eser ji bona du'ayan bi behs û teswîr naqedin
Li nîvê çenga nîyazê vedigrin sorgul û pelî
Tu car biçûk newe dîtin bi nexwet û 'ucba kerîh
Kêm ketin a riswa ji bo kesê nezanê echelî
Îlahî destê me berjor bê sinêde ji ter vebûn
Bêy qudreta Te bêzar in em di nîva her mes’elî
Emradê dil bi kefzer ket nexweşîn em betilandin
Bigre bi destê me carek ji vê hebûna welwelî
Daxwazîya min eve tim ji Rebbê 'Alî yê Ekber
Dil hêjarî ne be li me bi ye's û kerb ê zelzelî
Her fersend ê tewbe dikim bi nalînê pur îstîğfar
Dûbare ev nîyaz a min ji bil Xweda ve munhelî
Şukur dikim cardin eger qebûl nebe dû'a hemin
Lewra teqdîra Îlahî xêrtrînê her emelî
Nizanim ya Reb Tu zanî riza a Te li kêder be
Min li wê der peyda bike ez ê 'ebdê tey bêhelî
Ez dixwazim ji te ya Reb ger didîw nadî Tu zanî
Ji min tucar tu nestîne daxwazîya vî 'emelî
Ey melceê me 'asîyan 'ecza xwe tim teqdîm dikim
Bi hêrana wext ger bibim ez rûsipîyek hilhilî
Sebr û radestî ya Eyyub parek ji wê lutuf bûna
Ji dil dertê bi zar AMÎN boy îltîfat a FEDXÛLÎ
Bi îkrama Rebb'ê Yekta bext ê me ev dû'a menzûm
Temmet divê XÎTAM-UL MİSK tev SELEWAT û HEMDELÎ
____________________________________________
Qetrek Mehînî: Dilopek av a nehêja
Perestîş: Bendetî, 'Ebdîtî
Ecwelî: Çûnhatin, Gerr
Murselî: Bihinarî
Mucmelî: Kin û xas
Helhelî: Dengê nilind
Îbtîda: Destpêkirin
Selwelî: Selewat xwendin
Eqbel: Pir qebûl
Tewatur: Belavbûna xeberê ji Resûlûllah s.’a.w.
Ecmel: Pir Xweşik
Esfel: Herî berjêr
Xurşîd ê Celî: Roja xwîyanî
Nexwet: Kîbr, Xwe mezin dîtin
'Ucba kerîh: Xwe 'ecbandin a çepel
Echel: Pir cahil
Welwelî: Hêwerze
Munhel: Vekirî, xwîyanî
Bêhel: Bêçare
Muncel: Birqok, bironahî