Padişah ey tu bibexşîn curmê me
Em guhehkar in ‘efûkar Rebbê me
Her tu yî xêrxwaz û me teqsîr kirî
Curmê bê dawî û bedkarî[2] kirî
Sal û dem nav fisq û ‘isyan xerq bune
Axir em ber karê xwe poşman bune
Roj û şev her nav gunehan bûne em
Xafilê yu’xez newasî [3] bûne em
Daima ku’l bendê ‘isyan bûne em
Hem hevalê nefs û şeytan bûne em
Bê guneh qet nabore’l me sa‘etek
Ba hizûra dil nekir me ta‘etek
Bendeyê te yê firarî hat derî
Rûmeta xwe’b serkêşî zîyan kirî
Rehmetê hêvî dike’j lutfa te ye
Hêviya xwe qut nekin emrê te ye
Şibhê behrê berfireh kir rehmetê
Bê umîd her şeytêne’j vê rehmetê
Nefs û Şeytan girt rêya min ya Kerîm
Rehmetê ez her dixwazim ya Rehîm
Çav li rê me ku’j gunahan pak bikî
Pêşiya ku’l dinyê canêm xak bikî
Ew demê ku’j laşê min canê bibî
Hem ji dinyê’b nûr û îman min bibî
Tercume: Şêxmus Bedlîsî
Farsîya munacatê jî dişînim eger ku hûn bixwazin dikarin orjînalê û tercumeyê li kêleka hev çap bikin. Lê eger ku hun Farsîya wê jî çap bikin ji kerema xwe bi fonta Neste’lîqê çêkin.
مناجات
پادشاها جرم ما را در گذار
ما گنه کاریم و تو آمرزگار
تو نکوکاری و ما بد کردهایم
جرم بیپایان و بیحد کردهایم
سالها در فسق و عصیان گشتهایم
آخر از کرده پشیمان گشتهایم
روز و شب اندر معاصی بودهایم
غافل از یؤخذ نواصی بودهایم
دایما در بند عصیان بودهایم
هم قرین نفس و شیطان بودهایم
بی گنه نگذشته بر ما ساعتی
با حضور دل نکرده طاعتی
بر درآمد بندهٔ بگریخته
آب روی خود بعصیان ریخته
مغفرت دارد امید از لطف تو
زانکه خود فرمودهٔ لاتقنطوا
بحر الطاف تو بی پایان بود
ناامید از رحمتت شیطان بود
نفس و شیطان زد کریما راه من
رحمتت باشد شفاعت خواه من
چشم دارم کز گنه پاکم کنی
پیش از آن کاندر جهان خاکم کنی
اندر آن دم کز بدن جانم بری
از جهان با نور ایمانم بری