Bi narê firqetê sohtim ji ferqê ser heta pê da
Xedenga ẋefletê nuhtim ji berqa lamî‘a tê da
Eya Seyda! Dunya bi xwe cihê fîraq û firqetê ye. Dema ku erwahê însan di hengama ‘Ehda Elest de bersiva erênî da û hat dinê fîraq û fîrqeta wî jî dest pê kir. Dilê wî kelijî, nalînek jê peyda bû, bû topek ji topa işqê, teqîya û tîrêj veda. Ehlê işqê her wilo ne: Dinalin, derdê xwe wek derman dizanin, fîraq û fîrqet seranser wicûda wan radipêçe. Menbe’ê jîna wan her ‘işq e, bo wan eşq jîn e, jîn eşq e. Aveynê jînê her evîn e ku ji ber siya zatê Wedûd peyda bûye. Bes xeflet tîrek xeyberî ye ku peyda bû li kê ket hem evînê, hem evîndar dikuje. Em dikarin bêjin ku xeflet wek fêkiyê dara zeqqumê ye, kulîlkên wê dibiriqin, dilê mirov zahîren bi bal xwe ve dikşînin lê wek hingivek jehrîn e. Çawa ku bapîrê însan derxist ji beheştê û şand çol û çolistana dunya denî. Ew roj û ev roj nalîna evîndaran ji ber fîraq û fîrqetê olan dide li çol û beyaran. Evîndar dinale wek neya Mewlana ji ber derdê fîraqê. El fîraq, el fîraq can û dilê wan dilerzin, li cezbê ne di vê rê de. Me mal û can bi gorî bit bes bila Yar razî bit di Meqamê Rizaê[1] da. Dil herişî li ber vê beytê eya Seyda! Tenê emê bêjin ya Settar ya wedûd! Ya Xeffar ya wedûd!…
Xedenga firqetê re’d e dilê ew ẋefletê lê dit
Dibêjim wer cebel bit ew bi ker bit wê di gavê da
Eya Seydayê min! Melayê hêja, siwarê hespa evînê! Her wekî hûn jî çêtir dizanin dema ku Mûsa tîrojek ji berqa evînê ji dûr ve dît, xwe lê girt û hilkişiya ber Tûrê Sîna, bes dema ku şewq û şemala wê tîrojê dît ku dibiriqe li ser çiya, çiya nikaribû xwe li ber rabigre, şeq bû ji hev qetîya. Her wiha tîrroja evîna heq û heqîqetê jî wilo ye. Dema ku ji fîrqetê peyda bû, li ser dilê dildar tîroj veda, dil dê bihele, bimehe, hişê xwe winda bike û tevlî wê tîrrojê bibe der û dora xwe ronî bike lê bixwe dê bihele û biqede. Eger pola be weyaxut wek çiya be jî ev heqîqet naguhere. Tîrê ku ji devê tîrkevanê agirê fîqetê birq vede; çiyayan dihejîne ker bi ker dike, keviran dihelîne.
Heçî firqet nedî hicran nebê min daẋ û key lê ne
Ji bil derbê di hîcranê firaqa rûḥ û can kê da
Eya Seyda! Yê têr hay ji yê birçî nîne. Elbet “îlm el-yeqîn û heqq el-yeqîn” ne wek hev in. Zanîna tiştekî cûda ye bes zanîna ku ji tecrûbe û dîtinê peyda dibe cûda ye. Elbet bo ehlê evînê jî di heqîqetê de sermayeya herî mezin û payeberz her fîraq û fîrqet e. Di riya evînê de fîrqet hem derd e, hem derman e. Fîrqet hem êş e hem jan e. Fîrqet di heman demê de dibe sebebê hemî hêvîdarîyên kesê evîndar. Wî di kemilîne, radighîne, dîn dike, sewda dike ber dide çol û pesaran. Eya Seyda! Di heqîqetê de eger fîrqet tuneba tu maneyek bo wisletê jî nedima. Lewra di vê alemê de her tişt bi ziddê xwe dibe xwedî mane û li textê xwe rûdinê. Tenê birîndar bi birîna xwe dizane. Ehlê fîraqê di heqîqetê de hem bi heqqî ji jana fîraqê agahdar dibin hem jî bi heqqî qîmeta yarê xwe dizanin, wî li ser textê dil didin rûniştandin û bi xwe re digerînin. Tiştê ku ruh û can radighînin dîsa jana fîraqê ye. Belê Seyda can! El-heq rast e, kesê ku derdê hîcran û fîrqetê nedîtibe ne heddê wî ye ku bêje: “Min êş û elem kişand li vê dinyaya fanî.” Weyaxud nizane ku ji hevveqetîna ruh û can çiye û çawa ye.
Ji her bêdaẋ û bêderdî mepirsin miḥneta ‘işqê
Çi zanin bê xeber jana dilê daẋ û keser tê da
Eya Seydayê min! Hostayê evîn û eşqê, mamosteyê Medreseya Sor, hevçerx û hemkufê Mîr Îmaddûddînê Hekarî! Elbet dirankêş tebîb be jî heqîqeta êşa diranan ji elemdarê diranan çêtir nizan e. Bes berya zanînê tecrûbe lazim e bo evîndar. Hetta ku mirov nebe Yaqûb di oxira Yûsuf de nûra çavan nerêjê; mirov nabe sultan û li textê sultanan rûnanê. Elbet jan, êş, elem, derd û mihneta firqetê bo evîndar dibin hosta û mamoste, wî radighînin, dikemilînin li ber dilê yar şîrin dikin û dibin li ser textê rastî û heqîqetê didin rûniştandin.
Kesê miḥnet dî û firqet vexwarî cur‘eya hicrê
Girî wan tê bi ḥalê min di vê hîcran û zecrê da
Belê Seyda! El heq rast e. Kesê ku derdê evîn, fîqet û xurbetê dîtibe, kesê ku ji yara xwe dûr ketibe, kesê ku elema birîna fîrqet û xurbetê dîtibe, çêtir dizane ku fîrqet û xurbet çi û çawa ye. Ji ber ku kesê dîtî çêtir ji halê mehcûrê fîrqet û xurbetê agahdar e, elbet dê li ser halê wî bigrî û binale ji can û dil. Lê belê fîrqet; hîcran, nalîn, êş û elema her kesî di oxira yara wî de ye. Eger yar dinyewî be; dê elem û zecr û hîcra wî badilhewa biçe, na eger Yarê Yaran zatê ebedî be dê elema fîrqet, zecr û hîcrana wî wek mukafatek ebedî li ser hewdê kewserê, di baxê ridwan li ser Meqamê Rizaê lê vegere bi tac û textek ebedî.
Bi dama muḥbetê bend im xedenga firqetê dil nuht
Bi şubhê murẋê nîm besmel di hev wertêm di xûnê da
Eya Seydayê delal! Elbet heyat îmtîhan e. Di vê meydana îmtihanê de car heye ku muhbet dibe belaya serê mirov, gelek bela û bobelat û musîbetan bi mirov de tîne, mirov dibe helaqê. Ev kemînek e ku însan bi hîssa ebedîyetê dixapîne çawa ku bapîrê me Adem û dapîra me Hewa xapand û ew ji cennetê deranîn. Bes derman û çareserîya vê kemînê; tewbeyek qewîn e ji bo Yarê Yaran da ku evîndar sînorek di mabeyna xwe û muhbeta xwe de dêyne. Heq Te‘ala vî sînorî wek “hududullah” bi nav dike. Eger aşiq ji vî sînorî agahdar be û li gor vî sînorî tevbigere; dê cewr û cefaya ku di oxira Yarê xwe de dikşîne bi wisleteke ebedî biguherîne û wek teyrê nîv serbirrî neperpite, mirar nebe û ked û kesba wî ya di hîcranê de badilhewa neçe.
Birûska batinî da dil di pêtê sîne wê wer bû
Ku dê bêtin tebêta dil di nav wê nar û pêtê da
Eya Seyda! Bo salikê riya evînê baş diyar e ku aveynê dilşadî û bextewarîyê birûska evînê ye. Dema ku tîrojek ji tîrkevana tîrê evînê hildipeke û li dilê evîndar wer dibe; êdî di wir de şax vedide. Êdî dil natebite ta dema wisleta ku li nêk ehlê eşqê riza û razîbûna Yar e. Dil ku ji xwe ve diçe û dikeve halê cezbeyê, cezbe bo ehlê dil dibe baskek ji baskê jiyanê, di vê jiyanê de hesreta ku ji fîraq û fîrqetê peyda dibe; ehlê evînê noqî behra lêgerînê dike. Ehlê tesewifê bo vê lêgerînê dibên “Seyr-î Silûk” ku di heqîqetê de lêgerîna li zatê xwe ye bo însanê kamil.
Ji ulfê şubhetê zulfê medam lew bêqerar im ez
Ku canê min ‘ezîz îro çû û dil wê di ulfê da
Eya Melayê min! Nizanim li vir çi bêjim. Hacet bi gotinê nemaye li vir. Tenê dikarim bêjim: “Sedeqna” û teslîm bibim. Bes hêjayî gotinê ye ku em bêjin: Dema evîndar nêzîkî evîna xwe dibe; elbet ta û lerzînek lê peyda dibe, hiş ji serî hildipeke, hîssîyat xalib dibe. Bes ulfet û heskirina Yar tesellîyeke muhîm e di vî warî de. Eger yar hêjayî heskirinê be; hêja ye ku ruh û can tev di oxira ulfet û qurbiyeta Yar de herin alema evînê
Ji mehbûb dûr kirim çerxê felek wê pur hilavêtim
Nizanim dê li ku dit min di vê dewran û çerxê da
Eya Seyda! Elbet hûn ji me çêtir dizanin. Eger mehbûb di heqîqetê de bo evîndar zatê Wedûd û Muqellîb ul-Qulûb be, heskrina her tiştî di sînorê hukm û ehkamê wî de bit, dê rê li ber mirov vebitin. Lewra xwedîyê çerx û felek û dem û dewranê her ew bi xwe ye. Mirovê ku dil û hubba xwe texsîsî wî bike êdî dikare hespê xwe di meydana dilxweşî û dilgeşiyê de, di mêrg û çîmenên evînê de bi dilxweşî bibezîne ta ebed.
Hebîbê bê xeta kuştim bi derba firqetê axir
Ji wê rojê dizanî min ku yar ew tîr li cergê da
Eya Seydayê min! Ji roja Ehda Elest a di alema erwahan de bigre ta nuha ehlê evînê ê ku tîrê fîrqetê li cerg û dilên wan ketiye di geşt û gerek manewî de ne. Evîndar wekû ney dinalin û li evîna xwe digerin. Bes ev tîrê ku di dil de daçikandiye lazim e neyê vekişandin. Ev hesret û heskirine ku di vê dinyaya denî de bo ehlê evînê bûye sebebê jînê. Mirin û kuştina di vê oxirê de jîn bi xwe ye. Ayeta “[2]~~2.154~
وَلَا تَقُولُوا لِمَنْ يُقْتَلُ فٖى سَبٖيلِ اللّٰهِ اَمْوَاتٌ بَلْ اَحْيَاءٌ وَلٰكِنْ لَا تَشْعُرُونَ ” hem umîd e, hem delîle di vî warî de.
Gelo dîsa bibînim ez çiraya wesletê hil bit
Bisojim şubhê perwanê di ber wê nûr û şewqê da
Eya Seydayê min! Elbet mimkûn e. Eger aşiqê heq û heqîqetê di oxira maşûqê xwe de xwe bike donê çiraya heq û heqîqetê, wekû perperokê li dor çiraya heq û heqîqetê bask û perran bihejîne ta nefesa xwe ya dawîn da ku maşûqê xwe hem baş binase, hem baş bide naskirin; elbet dê bighê mexseda xwe li gor hukmê ayeta ku me di beyta jorîn de wek delîl nîşan da. Bes eger mehbûb fanî be, heskirin ne li gor rê û rêbazên Mehbûbê Ebedî be wê demê keda mirov afil û safil diçe li ber bayê. Her wekî bapîrê me Îbrahîm got: “[3]لَا اُحِبُّ الْاٰفِلٖينَ ”
Bi derbê kewkeba subhê li meşriq Zuhre tali’ bit
Zuhel dûr bit bi şeş bûrcan û winda bit di ẋerbê da
Eya Seyda! Hûn ji me çêtir dizanin di hinek haletan de naumîdî û halê ye’sê li însan peyda dibe. Di vî halî de însan ji jînê sar dibe. Car heye deng û rengê xwe winda dike wek kerr û lalan dikeve çola dunyayê. Lê çawa ku sitêrka sibê nîşana fereca xêrê û rohniya rojê ye; bi derketina sitêrka sibê re hêdî hêdî zulûmat berê xwe dide çûyinê; digel hêvîdariyeke qelbî ronahî rû vedide, Zuhre ji meşrîq rû vedide, Zuhel gav bi gav dûr dikeve û rê ji şeveqê re vedike her wiha qelbê ku elametên eşqê xwe bi ser de berdin û berê xwe bide hêvîdarîyê, derîyê xwe ji jîn û jîndarîyê re veke; şeş cîhetên evînê ê wek hêvî, dilşadî, dilxweşî, heskirin, ronahî, dilrehmî şûrê xwe hildigrin ye’s û zulumatê dikujin diçin li Birca Wisletê rûdinên. Çawa ku heq tê û batil zail hiltîne.
Ji qundus Zuhre peyda bit ji hindis Muşterî bêt der
Sipêdê dît Sureyyayê şefeq dît qametê pê da
Eya Seyda! Elbet roj ji şevê, rohnî ji tarîyê, nûr ji zulumatê diwelide. Ango her tişt bi ziddê xwe heqîqeta xwe nîşan dide. Her wiha em di bin siya vê beytê de dibînin ku çawa şeveqa sibê tarîya şevê hiltîne û dişîne; her tişt heqîqeta xwe li ber tîrojên şeveqê nîşan didin û vedibeşirin. Her wiha bo ehlê eşqê jî mifteya dilxweşî, dilşadî û dilgeşîyê evîneke pak û evîndarîyeke ji dil û can e di oxira Yar de. Evîn sebebê xîretê ye û xwedîyê xwe radike pê, li hember emrê Yar amade û li pê dihêle.
Ji şewqê ebrûwan binmêt hîlal dîsa di qewseynan
Ji xawer bête xwirşîdê zelam werbit di nûrê da
Eya seydayê min! Hêvî û hêvîdarî mifteya her muşkîlatî ne. Ji lew şa’iran gotine: “La teqnetû sebra me pê tê.” Çawa ku şewq û nûra heyvê di Birca Qewseyn de xwe nîşan dide û heyv silavan li ehlê evînê dike her wiha eger evîndar dilsoz be di evîna xwe de, di oxira Yar de xweydan û xwîna xwe birrêje, hêstiran ji çavan bibarîne; dê her dilopek hêstirên çavê wî bibe kulîlkek ji kulîlkê baxê Ridwanê. Nûra ku ji ber evîna heq û heqîqetê peyda bibe zulumatê ji ber aşiq radike, rêka wî ronî dike, bextê wî vedike, roja wî ji nû ve silavan lê dike û hemî nexweşî û zulumatan ji holê radike wekî derketina roja ku dertê hemî zulumat û tarîtîyan dadiqurtîne û ji holê radike
Bi werdan zeyyinîn gulşen çimen da lale bişkiftîn
Binefş û çîçekan vêk ra şefeq da yek di rewdê da
Eya Seyda! El heq. Ev mizgîna roja “Be’sul be’dulmewtê” ye. Ku di wê rojê de ehlê evîn û hêvîdarîyê ji nû ve dibişkivin, tên ser kewna xwe. Gul, lale, sosin, reyhan û gelek gulên din ê ku di biharan de, di mêrg û çîmenan de rû vedidin, dibişkivin, hem bi xwe dixemilin hem jî der û dora xwe dixemilînin tev semera tovê sebr û hêvîdariyê ne digel meşaqet û çîleyên di oxira Yar de. Bi her rengê xwe bihar û cûrbecûr gulên biharê nûvejînên hêvîdarîyê ne di gulîstanan de.
Seḥergeh ‘endelîb mest in ji bihna werd û bişkojan
Şubih totak û goyînan dinalin em di firqê da
Eya Seyda! Dibêjin ku nalîn û zarîna bulbulê her li ser gulê ye. Ji sibeha şerîf bigire ta êvarê li ser dinale û dixwîne ta nefesa dawîn. Ji lew lazim e aşiq her çîle û meşaqqeta di oxira Yar de wek nîmet bizanibe û hêvîya xwe nebire. Eger em bi vê nezerê li fîraq û fîrqeta ji yar binêrin; dê ev derd û elem bi xwe bibin derman û sebebê heskirina ji teref Yar ve. Kesê ku derdê xwe wek derman bizanibe eger mehbûbê wî wek Yûsûf li Misrê bit jî Heq Te’ala dê bêhna wî bigehîne evîndar, paşê jî wan bigehîne hev digel tac û textê sultanê bextewar.
Li kelbê asitanê xwe nepirsî qet hebîb carek
Gelo naêne bîrê em di vê nêçîr û ravê da
Eya Seydayê delal û dilovan! Elbet heyat bi xwe îmtihan e. Însan di vê jînê de bi her ezîzê ber dilê xwe tê îmtîhankirin. Yarê ku serrafê hub û evînê ye di vê meydana îmtîhanê de aşiq diceribîne. Ceribandin; ew êş û elem in ku di vê meydana îmtihanê de di oxira yar de li can û dil û bedena aşiq peyda dibin, diherrişînin. Ceribandin bi xwe mîzana sedaqetê ye. Nayê wê maneyê ku aşiq ji teref maşûq ve hatiye jibîrkirin.
Dizanim şehsiwarê min ẋezalek wê di fitrakê
Bi cayî seydê ez bûma di wê fitrak û bendê da
Seyda Can! Di meydana îmtîhanê de eger aşiq sedeqeta xwe bo Yar îsbat bike; ne hewce ye ku xwe bi daxwaz û hêvîyan bixapîne. Eger Yar sedeqeta aşiq bibîne ji xwe dê wî di baxê riza û ridwanê de bi cemala xwe şad û bextewar bike digel gelek nîmetên bê hempa. Bes lazim e ku aşiq di meydana îmtîhanê de bi hîle û kemînên yarên derewîn û şeytanî nexape.
Çi heddê sed hezar can bin di fitraka hebîbê min
Ku sed Cimşîd û Keyxusro ẋulam in ser devê rê da
Eya Seyda! Evîna di sînorê qaîdeyên Yar de li gor îxlas û teqwayê eger ji şirkê xalî, bi îxlas û teqwayê xemilandî bin; li nêk Yar gelek bi qedr û qîmet e. Lazim e em baş bizanibin ku di meqamê evînê de, bo Yarê Yaran tiştê herî payeberz li nêk Yarê Yaran; “ecz, feqr, secde, şukur, sedeqet û heskirin e.” Eger di oxira Yar de can bê gorîkirin êdî ji xwe gorî digihê meqamê herî payeberz li nêk Yarê Yaran. Tu kes û tişt nikare di wî meqamî de reqabeta aşiq bike, çi Cemşîd û çi Keyxusro…
[1] Mebest ji vê ew derece ye ku Xweda ji ebdê xwe razî dibe û wî razî dike. Ebd jî ji Xwedayê xwe razî dibe her hal û karî de.
[2] Bo kesên ku di riya Xwedê de tenê ji bo Xwedê tên kuştin nebêjin “mirî.” Ew li heyatê ne, jîndar in bes hûn fehm û îdraq nakin û jê ne agahdar in.
[3] Ez ji wan tiştên ku zewala wan heye, afil û safil diçin hes nakim.