MUḤEMMED SEYYÎDÊ ‘ALEM
Muḥemmed seyyîdê, ‘alem şefî‘ê roja mîzanê
Çiraẋa dîdeê Adem, xudanê weḥy û Furqanê
Xudanê weḥy û tenzîlê, bi eqlam û bi tebcîlê
Qelem da nesxa Încîlê, we ma Tewrat di xeclanê
Çi încîl û çi Tewrat in, we mensûx in we mulẋat in
Bi wan navan musemmat in, ḥukum çû kenzê Reḥmanê
Bi ḥukmê seyyîdê mursel, nebîyê axir û ewwel
Betal kir dîneha mucmel, bi ayatê bi Qur’anê
Bi ayatê bi tewḥîdê, ji teşrîfê û temcîdê
Şeva ẋerrayê tewlîdê, senem hûr bûn di pûtxanê
Nigûnser bûn senem ‘aciz, ji tewlîda gula qirmiz
Bi Kisrayê gîha mu’ciz, tezelzul kefte eywanê
Bûye mizgîn li dunyayê, şukufte werdê re’nayê
Ji baẋê îstefeynayê Qureyşî esl-i însanê
Qureyşî bû penahê dîn, xudanê Sûreê Yasîn
Şivanê kodekê nûrîn, melek hatin di fermanê
Melek hatin bi te’cîlê, du şeq kir sîne Cibrîlê
Elem “neşreḥ di tenzîlê” dikit tewzîḥ û tibyanê
Xudanê textê “lewlake,” seyyarê heftê eflak e
Ji ‘erş ta merkeza xak e, ji bo wî hate kêşanê
Ji bo wî çê bû ev ‘alem, nebî bû hêj ḥerî Adem
Di exbarê wekû xatem, çiraẋa ehlê îmanê
Çiraẋa rohniya ummet, ji bo te çêbû ev xilqet
Fettaḥê dergahê cennet, emîrê sedrê dîwanê
Emîrê textê ‘uqbayê, siha wî darê tûbayê
Xwezî carek li dunyayê, bidîta min di wê anê
Di wê anê û ḥînê bû, dilim muştaqê dînê bû
Li dergahê Medînê bû, Resûlê Haşemî kanê
Resûlê Haşemê sabir, hemiş taha hemiş ḥaşir
Dil û canê me bû agir, ji nar û pêtê hicranê
Çi nar û pêtê da ser me, evîna te qewî germ e
Du çavan pê bikim surme, ji toza rewdê astanê
Ji toza wê derazînê, dikim feryad û nalînê
Xudê çê kit di wê ḥînê, wisala lutf û îḥsanê
Wisala seyyîdê eḥbab, xudanê minber û miḥrab
Muyesser bûn li min esbab, mi can avête meydanê
Mi can bada fîdayê te, tenim xaka serayê te
Zeban weqfa senayê te, dilê min ‘ebdê fermanê
Dilim qendîlê rewzê bit, lebim mîzabê ḥewzê bit
Ji ehlê sidq û fewzê bit, ez im muḥtacê ẋufranê
Du ‘alem pêk ve muḥtacê, ji bo wî hate îxracê
Şeva ew çûye mî’racê, çi ẋulẋul kefte eywanê
Çi ẋulẋul hate ez ẋebra, sedayê Kunbeta Xedra
Kî subḥanel-lezî esra, ji Qudsê hate dîwanê
Ela ey seyyîdê sefwet, tu roja ḥeşr û purr fitnet
Bibêjît ummmetî ummet, fekende serwê çokanê
Fekende ser biya derbêy, dikim hêvî ji mîrê Ḥeyy
Şefa‘et kî ji bo “Batey,” bide ber zillê sîwanê
Mela Huseynê Bateî