Qesra Îshaq Paşa, ku li bilindahiyên bakurê Kurdistanê, di bin siya Çiyayê Ararata biheybet de ye, hew ne tenê qesrek e; ew di tarîxê de wekî mînaka mîrasa çandî, siyasî û mîmarîyê bi sedsalan cihê xwe digire.
Di mehên biharê de di nav şênkahiyê de, di mehên havînê de di nav rengê zer de û di mehên zivistanê de jî di nav berfê de wek bûkeka xemilandî derdikeve pêş… Di her demsalê de xweşikahiya Qesra Îshaq Paşa cûda ye. Bi xweşikahiya xwe meriv heyirî dihêle. Avakirina vê qesrê nêzîkî sedsalan dewam kir û di nava sedsalî de înşakirina wê temam bû û bû yek ji avahiyên herî balkêş ên herêmê.
Înşakirin û Tarîxa Qesrê
Çêkirina Qesra Îshaq Paşa di sala 1685an de dest pê kir û di sala 1784an de xelas bû. Qesr ku ji aliyê Îshaq Paşa ve ku yek ji Begên Bazîdê ye hatiye avakirin û di pêvajoya dirêj a avakirina qesrê de mîmariyên dewlemend û xweşik ên Osmanî, Safewî, Selçûkî û Farisan hatiye bikaranîn. Şairê Kurd Ehmedê Xanî derbarê vê yekê de di dîwana xwe de wiha dibêje:
Hosta ji Kurd û Ermenan, Lezgi û Gurci û Tatan,
Xebat kirin cemaetan, Sera nav xariqe hildan
Ev avahî ne tenê merkezeke îdarî û parastinê bû, di heman demê de qelb û dilê jiyana çandî û civakî ya herêmê bû.
Xusûsîyetên Mîmarî û Hûrguliyên Hunerî
Qesra Îshaq Paşa, komplekseke mezin e ku bi qasî 340 odeyên wê hene. Bi mizgeft, hemam, kîler, zindan û metbexên ku di hundurê wê de ne dîqqetan dikişîne li ser xwe...
Avakirina qesrê nod û neh salan dewam kir û mîmarên wê hostayên ji Ahiska bûn. Qesra Îshaq Paşa ji aliyê dîroka çandî ya Kurdistanê ve pir girîng e. Navê Îshaq Paşa ji ber nivîsara li ser deriyê heremê ya bi dîroka 1785an hate damezrandin. Di nav qesrê de gelek ode hene. Camî û gor jî hene. Di balkonên odeyan de menzereyên bêhempa derdikeve pêş çavê zîyaretvanan.
Deriyên Tacê: Ev deriyên mezin, ku li ber deriyên qesrê ne, bi xemlên kevirî û relyefên xwe derdikevin pêş. Ew sembola hêz û şahiyê ne.
Deriyê Sereke: Ev deriyê sereke yê ketina qesrê ye. Merasîmên fermî û serdanên girîng ji vir hatine kirin.
Deriyê Hewşê: Ev derî ber bi hewşa yekem ve vedibe; ew xala ketina nav karûbarên rojane yên qesrê ye.
Deriyê Pêşwaziyê: Ev derî derdikeve cîhê taybet. Karûbarên dewletê lê dihatin birêvebirin; mêvan li vir dihatin pêşwazîkirin.
Deriyê Heremê: Ber bi herema jiyana taybet a qesrê ve vedibe; ew ji derve girtî ye û ewletir e.
Mizgeft: Di hundirê qesrê de ye, mizgeft, bi qubeya xwe ya yekane, hem cîhek îbadetê ye û hem jî beşeke yekgirtî ya yekparebûna mîmarîyê ye.
Sîstema Kalorîfer: Sîstema sarkirinê ya bêhempa ya ku di qesrê de tê bikar anîn. Li ser rûyê erdê sîstema hênikhîştin û sarkirina ewilî ye.
Qesir, ji bo ku li hember şert û mercên dijwar ên av û hewayê li ber xwe bide, bi kevirên birrîn, zinarên zexm û kevirên şil hatiye çêkirin. Dîwarên derve stûr û bilind in, lê hewşên ku di hundirê Qesra Îshaq Paşa de ye atmosfereke aram didin qesrê. Xêz û şeklên li ser dîwaran hatine çêkirin, nivîsên Osmanî û Erebî û motîfên nebatî-geometrîk qîmeta hunerî ya qesrê zêde dikin. Fîgurên "Şehmeran" û ayetên Quranê yên li mizgeft û camiya qesrê hatine çêkirin û nivîsandin zerafeta hunera Îslamî nîşan didin.
Cihê Tebîî û Mûhîmtîya Stratejîk
Qesr li ser Çiyayê Araratê, li ser rêyên tîcaretê yên mûhîm ên Rojhilata Anatoliyê ye. Qesra Îshaq Paşa hem wek merkezeka parastinê û hem jî wek merkezeka tîcaretê nuxteyeka pir mûhîm û girîn û stratejîk e.
Qesr, ji ber li ser çîyayên bilind hatiye avakirin, li hember şert û mercên dijwar ên zivistanê bi şiklekî zexm û sexlem hatiye înşakirin. Di wê heyamê de di kontrolkirina eşîrên herêmê û tehdîdên derve de roleka merkezî û mûhîm lîstiye. Qesra Îshaq Paşa li wê herêmê merkezeka dîplomasiyê bû, ev yek jî rola siyasî ya qesrê xurttir dikir.
Rola Tarîxî ya Qesrê û Jiyana Civakî
Di Qesra Îshaq Paşa de rêveber, leşker, esnaf û xizmetkar dijiyan. Qesr, wekî baregeheka mûhîm a leşkerî û navendeka îdarî li ser sînorê rojhilatê Împeratoriya Osmanî dihat bikaranîn.
Li Qesra Îshaq Paşa; hemam, metbex û kîlerên qesrê zindîbûna jiyana rojane nîşan didin, mizgeft û medrese jî qesrê kirin navendeka fealiyetên dînî û perwerdehîyê. Qesra Îshaq Paşa, ne tenê cihekî rêveberî û îdareyê bû, di heman demê de di warê pêşveçûna çanda herêmê de jî gellekî tesîrdar bû.
Nirxên Arkeolojîk û Çandî
Qesra Îshaq Paşa, bi hostatiya ku lê hatiye kirin û di neqşandina keviran û xemilandina hundirîn de gellekî balkêş e. Karê hunerî yê xweşik û xêzên li ser dîwaran rê û rêbazên çandên cûda yên li herêmê nîşan didin. Xebatên restorasyonê hebûna tarîxî ya qesrê muhafeze dikin û ji bo hezkiriyên dîrokê û mêvan û zîyaretvanan dîmenên tarîxê yên bêhempa pêşkêş dike.
Qesra Îshaq Paşa û Îro
Îro, Qesra Îshaq Paşa wekî yek ji mûhîmtirîn cihên mîrasa çandî ya welêt tê parastin û ji bo zîyaret û gerê vekirî ye. Ziyaretvanên ji nava welat û yên ji derveyê welat ji bo dîtina vê şahesera mîmarî di seranserê salê de tên Bazîdê. Qesra Îshaq Paşa wekî avahiyeke bêhempa mesajeke daîmî û bêdem dide ku dîrok, çand û hunera welêt tev di vir de civîyaye. Ev qesra hanê şahidê zindî yê hewldanên însanan, cûdahiyên çandî û kûrahiya tarîxê ye. Qesra Îshaq Paşa ji me re dibêje ku; "Mîmariya rastîn ne tenê komkirin û rêzkirina keviran li ser hevdû ne; mîmariya rastîn nîşaneke tarîxî, çandî û medeniyetên însaniyetê ye.”