Ji nişka ve ez ji xew hişyar bûm. Çiqas ku ‘empula hundir girtî bû jî min ronayîyek ğerîb dît. Dem dema fecrê se’et 03.30’ê şevê bû. Ew çax ev ronayîya ez dibinim çi ye?
Ez ji nişka ve veciniqîm, min nihêrt nîvê destê min di nava dîwêr de ye, min destê xwe bi carekê ji nava dîwêr kişand û bi tirs destê da destê xwe.
Çawa min destê xwe bi alî dîwar da bir min nihêrt careke din destê mi di dîwêr de çû xwarê.
Ez di wê halê ğerip de bûm, dengê beşişandinekê hat min. Min berê xwe da birayê xwe, min nihêrt razaye. Bi wê tirsê ez çûm nezîkî wî, min xwest ez wî hişyar bikim; lêbelê bi min hişyar nebû. Min berê xwe da odeya dayika xwe, min xwest ez bavê xwe hişyar bikim. Min dixwest hinek bersivek bidin min ji bo vê halê ğerîb ku ez tê de hebitîme. Neçar e tu kesî derdê min derman nedikir, bersiv nedida min.
Min dikir gazî dayika xwe bikira ji bo hişyar bibe, min nihêrt ew ji ber xwe ve hişyar bû. Belê ew jî bi min mijûl nedibû, bi min re xeber nedida. Bi dubaretî digot “Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm” û dixwest bavê min hişyar bike. Wexta bavê min hejand û got: “Rabe, rabe em li zarokan binihêrin.”
Bavê min di pêxêla xewê da bi xeyd, bi çav girtî got: “Bihêle ma dema nêrîna li zarokan e, bi sebir heta sibê.” Lêbelê nîyeta dayika min tunebû ku bisekine, mîna di nava êgir de bû. Bavê min jî hew debar kir, rabû ji xew û bi’ecêbmayî berê xwe dan odeya min a ku em lê radiketin. Ji bo bav û dayika min ji min hay bibin, min da qîrînê. Çi feyde, ne dengê min diçû wan ne wan bersiv didan min. Ji paş ji pêş min kincê dê û bavê xwe dikişand, belê wan ez hîs nedikirim. Min da dû wan, heta odeya me; dayika min çawa ket hundir û ‘empûl vexist, ji min re hîç tesîr nekir lewra ji xwe her der ronayî bû ji min re.
Di wê navberê de min ğerîbîyek din dît, min xwe yanê bedena xwe di nav cîyan de dît. Ez rûniştim, min li xwe temaşe kir, ez du heb bûm, ev çawa çê dibû? Evê di nav cîyê min de kî ye, çiqas dişihibê min, ez çawa bûme dido? A ğerîbtir jî ez di nav cîyan de razayî bûm û hişyar nedibûm. Bavê min ji dayika min re got: “Va zarok raketine, bimeş em jî herin rakevin.” Wilo xwiya bû, tiştin li dayika min jî ğerîb dihatin. Hate ber cîyê min, ji bo min hişyar bike gazî min kir.
- Muhemmed, Muhemmed!
- Muhemmed, kurê min!
‘Ecêb ez hişyar nedibûm û min jî bersiv nedida wan. Kirin nekirin ez hişyar nebûm. Min çawa nihêrt hêstir ji çavê bavê min hatin xwarê. Ew bavê ku di temamê jîyana xwe de min nedîtibû ku hêstir ji çavên wî hatine xwarê. Qîrîn û girîn li binguhê hev ketin, kekê min hişyar bû bi van qîrîn û girînan. Tu me’ne neda vê wazîyetê, ji bo fêm bike ji wan pirsî. Dayika min bersiva wî bi kelogirî da:
- Birayê te Muhemmed mirîye, berxê min.
Her ku dem bi wir de çû, girî û qîrîn zêdetir bûn. Ez çûm cem dayika xwe û min jê re got: “Negirî dayê va ez li vir im, ka li min bimeyzînin.” Belê ne li min guhdar kir, ne deng çûyê, ne jî li min nihêrt. Îca dema girî û qîrîn dîsa hat, ez rûniştim bi girî û qîrîn min got: “Ez li vir im, çi ma ti kes li min guhdar nake, li min nanihêre. Ya Rebbî ya Rabbî! Min ji vê xewê û ji vî halî hişyar bike.”
Dengek ji dûr ve hate min, hin bi hin deng nezîkayî li min dikir, ev deng dengê ayeteke Xwedê bû: “ Qesem be ku tu di xefletê de bûyî û haya te ji vê tunebû. Lêbelê a niha me ew perdeyên ku dibûn mani’ tu heqîqetê bibînî ji ber çavên te rakir. Îro çavên te baş dibînin.”[1]
Çawa min dît du heb ketin bin çengên min. Evana ne însan bûn. Tirsa min zêdetir bû, biqîrîn min got: “Min berdin, hûn kî ne, çi ji min dixwazin? Bersiv dan gotin: “Heta qebrê em pawan/ğerdîyanê te ne.…” Min got: “Ez nemirî me, ez hê dijîm. Hûn çima min dibin qebrê? Min berdin, ez hîs dikim, diaxivim û dibînim, ez nemirime.” Bi ken bersiv dan min vê carê: “Hûn însan pir ğerîb in, hûn dibêjin qey mirin dawîya jîyanê ye. Belê hûn nizanin ku jîyana we xewnek e, wexta hûn dimirin hişyar dibin.
Hê ez bi alîyê qebrê ve dikşandim. Di rê da min gelek însan dîtin, di kêleka wan de du hebê wekî di kêleka min de hebûn. Ji wan însanan hinek digirîyan, hinek dikenîyan û hinek jî diqîrîyan. Min ji yên kêlêka xwe pirsî: “Ev çi hal e çima hinek digirîn hinik dikenin.” Gotin: “Ev mirovên han hebitîne, şaş mane. Hinek ji wan dizanin bê wê herin kû derê, hinek hê di delaletê de ne.
Bi tirs min gotina wan birî û pirsî: “Yanî hinek diçin êgir?” Gotin: “Erê.” Gotina xwe wilo domandin: “Ewê dikenin jî derin bihiştê.” Min miraq kir û pirsî: “Ez derim kû derê ew çax?” Gotin: “Tu carina baş bûyî, carina nebaş. Carina tu dibûyî tobekar û rêya qencîyê dimeşandî, carina jî te rêka îblîs dimeşand. Ji ber wê şopa te ne safî bû, ji ber wê tê tim bê par bî.” Gotina wan bi tirs min dîsa birî û pirs kir: “Yanê ez jî diçim nav êgir?” Gotin: “Rê dirêj e, rehma Xweda zêde ye.”
Çawa min wechê xwe zîvirand min nihêrt dost, muhib û eqreba, bav, ap, pismam û birayên min di nava sindoqekê da ez hilgirtime û min dibin. Bi alî wan de ez bazdam û min got: “Ji min re du’a bikin ji kerema xwe re.” Tu kesî dîsa bersiva min neda, hin digirîyan û hin dipojînîyan di huzn û şînê de.
Bi alîyê birayê xwe ve ez revîyam û min jê ra got: “Hişyar be, fitna dinyayê te nexapîne.” Min çiqas dixwest ku deng herîyê û min fêm bike… Wan her du melaîketên li kelêka min, di tirbê de li ser bedena min ez girêdam. Çawa mi nihêrt bavê min axê davêje ser min, birayên min axê davêjin ser min, ê firset dibîne axê davêje ser min. Min ji xwe ra got: “Ax xwezî ez dişûna wan de bama û min tobe bikira ji Xwedê ra. Min doh nimêja sibê bikira. Xwezî min her roj du’a bikira ji Xwedê ra. Xwezî ez dûrketibama ji Îblîs û gunehan.
Pişt ra rabûm min kir qîrîn û gazî bi alîeyê mirovan da: “Gelî mirovan dinya we nexirîne, we nexapêne.” Min çiqas dixwest bi tenê mirovek min hes bike. Bila be. Wan seh nekiribe jî te seh kir ey xwendevan!
***
Vî metnê ku heqîqeta mirinê careke din bi min da nişandan qedîya. Her çiqas ku ez negihaştibûm bingeha vê jî, ji ber ku ders û şîretan derheqê mirinê de pêşkêşî me dike min xwest ez bi we re parve bikim.
Belê, “Ey însan! Bifikire! Tê ‘elakullîhal bimirî.” Xelasî tune ye ji mirinê. Di pelên dîrokê de yek mirovek bi tenê ku ji mirinê xelasbûye jî tune ye. Rebbê me tu demî, me ji vê heqîqetê dûr nexe, bêhay û bêpar neke.
[1] Qaf-22