Min ji tere gotibû.
Salên dirêj, tije û bi wate têne û diçin.
Mîna aveke herikan, mîna çem û bestan natebitin, nasekinin
Zîndana min dûrbîna wan e, êsîr hê di nêzde dibînin
An kare bibînin û dîtin di vir de wek hûrdebînekê ye
Gelo ma qey hewceye ku ez bi nav bikim, ji xwe tu dizanî
Tu dizanî ez çi dibêjim.
Her sala ku tê bi qasî heyatê hildigire, mirinê jî hildigire
Weke bayekî qirş û qala komke û digel xwe bi hewaxe
Û Mirin û heyat ev e li ber destê teqdîrê
Ha çivîkeke nû derketibe ji hêkê, ha jî çivîkeke diperpite li erdê
Li alî din mirin û heyat ayetin, reh in, kok berdane nava salan
Mîna şev û rojan.. tu dibê qey du felq in pevre hatine cebirandin
Weke sibeh û êvarê, weke du hespê kihêlî timî li dû hev in
Ne dijî hev in, heval in, alîkar in
Derfetên herî bi nîşan derdixin, didine hevdû û didine me
Bi rastî di pê pazîyeke çetîn da ne
Di kaşekî bêserî de weke du bezvanê beza ku dibezine mebestekê
Yanî;
Bi qasî heyat mirinê dixwaze mirin jî wê dixwaze
Çava ku şev û roj hevdû dixwazin
Çava ku zivistan û bihar hevdû dixwazin
Çava ku xortanî û pîranî hevdû dixwazin
Çava ku êsîrtî û azadî hevdû dixwazin
Jîn û mirin jî hevdû dixwazin
Hem jî bi evîneke dilşewat
Û ti vê dizanî…
‘Ezîzê min! Bîne bira xwe, min berê ji tere gotibû
Dema ku em şîrmijbûn, pitikbûn di hêlkanan de
Li ba me zarok zû kal dibin, wexta ku em kalbûn min gotibû
Min gotibû: Sal digel demsalên xwe mîna birûskan vedidin
Birq û pêtîyên herî mezin jê dikevin, di avêjin, belawela dikin
Mûsîbet radibine weke çîya pend û şîret qet pere nakin
Dubendî û pêvçûnan zarok xwarin, hêlîn li me tar û mar bûn
Çi ‘eybeke mezin, çi hetikandineke giran!
Careke din gund û bajar xera… Têlsincik bûne rê… Ğerîbî bûye ware…
Min gotibû: Her sala ku tê îlla saw û xofekê diber da bi ser me da
Pêşî ricfeke bi dirrî dadixe ji esmanên xwe, jan û strî!...
Janeke dilsoj dikeve movikên me, bêqidûmî dide navê, bela!!
Paq li hev têne badan, pardû dikevine hev, çav dimîne zîq û beloq
Dûvre jî bidengî û bêdengî dikeve rê
Bi rêya xwe ya bi taybet de bi lez dixerice û diçe
Li pêy xwe şop û rêçeke ji bîrhatîyan dihêle, Lew
Ez ğem û kedera xwe bi van bîrhatîyan distirêm û
Li ser singa salan rêzdikim û dihûnim…
‘Ezîzê Min! Min gotibû…
Lê sal bi tenê ne ev in
Her sala ku tê îlla bihareke rengîn jî bi xwere tîne
Tu dizanî bihar leqînek e; carna lênûbûn, û carna vejîn, carna jî rabûneke…
Pêşî alem, paşê jî zemin bi afirîneke nû dilebite, dilerize
Careke din hemû tişt ji nû ve têne nivîsandin, em jî…
Kewên nikulsor, binevşên seg û mûrîyên nava te‘htan jî…
Nivîskarên bi rûmet dixebitin, wêne ji nû ve têne kişandin.
Asiman rewşena xwe, zemîn xemla xwe bi kar tîne
Cotkar bi simbilan, şivan bi pez û berxikan şad dibin
Bêrîvan diçine bêrîya, zarok ji xewa şêrîn şiyar dibin
Mucahîd ketine rêya gund û bajarên me ava dibin
Musîbet dibe şayî zarokên me aş û aram dibin
Ala tewhîdê tê hildan, li kuçe û kolana heta bi gund û bajara li badibe
Her wiha, her sala kû tê îlla nîsan û gulanekê bi xwere tîne
Ewr û tavên rûkenî, baranên zana û mîzgînber tîne
Xweda yar! Neqş û mîsalên Rebbanîye bihar,
Şad û şayîya dila kulîlk û gelezara tîne
Hilhatina hîdayetê
Hilhatina însanîyetê
Hilhatina mistez’efa
Hilhatina delalê yar
Mewlîda Muhemmedî û muminên bi ‘izzet tîne.
13.01.2016
Derfet: İmkan
Mebest: Amaç
Lênûbûn: Depreşme
Vejîn: Diriliş
Afirîn: Yaratma
Seg: Köpek
Aram: Dingin, huzurlu
Hilhatin: Doğma, yükselme