Roj bo rojê pitir bo me aşkera dibit ku di dîroka edebîyata kurdî da gelek nav hêşta mayîne ku mafê xwe yê durist ji danenîyasînê wernegirtîne. Çunkî; berhemêt wan li bin tozê mane û bi rengekê hêja nekeftîne ber destê vekoler û xwendevanan. Vê carê em dê behsê êk ji van şa'iran bikeyn ku ew jî Mela Mihemedê Xanî yê ku nasnavê xwe yê şi'rî kirîye Şewqî ye. Hêjîye ku berî em dest bi danenîyasîna Şewqîyê Xanî bikeyn, em xwendevanan agehdar bikeyn ku du şa'irên dî yên kurd berî Şewqîyê Xanî hebûyîne. Wan şai’ran jî nasnavê xwe yê şi'rî kirîbûn Şewqî. Ew jî eve ne:
Êk: Mela Xelîlê Sêrtî: Mela Xelîlê kurê Mela Husênê kurê Mela Xalidî bû.[1] Hêvênê wî ji gundê Gulpîkê bû ewê dikefte devera Hîzanê. Eve gund gundekî Hîzana Bidlîsê ye. Mela Xelîl bi xwe li sala 1164 mişextî (1750 z.) li Hîzanê hatibû ser dinyayê û li sala 1259 mişextî (1843 z.) li Sêrtê mirîbû. Ew Zana û şa’irekî navdar bû, îcaza xwe ya 'ilmî li Amêdîyê ji Mela Mehmûdê Behdînî wergirtibû û hevalê Mela Yehyayê Mizûrî bû. Gelek kitêbên wî yên 'ilmî û edebî bi zimanê 'erebî û kurdî hene. Nûke sê berhemêt wî yên şi'rî bi kurmancî me dîtîne. Ew jî eve ne: Vehînoka Nehcu’l-enam, vehînoka Tecwîdname û hijmareka şi'rên cuda cuda. Ev her sê berhemêt wî me di sê kitêbên xwe da belavkirîne.
Du: Şewqîyekê nenîyas: Ev şa'ire jî hevçaxê Mela Xelîlê Sêrtî ye û dîwaneka wî bi zimanê farisî heye. Daneyek ji eve dîwanê li 16ê heyva Muherremê ji sala (1267) mişextî (beranber 20/11/1850 z.) bi destê Şêx 'Ebdlhelîmê kurê Şêx Ehmedê Şoşî hatîye nivîsîn. Eslê wê daneyê di pirtûkxaneya destnivîsên Bexda da heye li bin hijmarê 14474an. Nûke wêneyekê kopîkirî ji eve daneyê di dest me da heye.
Eve şa'ir hewceyî bi vekolîneka berfireh heye. Lewra heta nûke çu zanînêt durist li dor rastîya kesînîya wî di dest me da nînin. Em ji hindek dîrok û navên ku di dîwana wî da derbas dibin hindê digehînin ku ew ji kurên sedsala hejdê bûye. Bo nimûne: Li sala 1209 mişextî (1794 z.) wî şi'rek bi mirina şêxekê bi navê Muhemmed bîn Riza vehandîye. Wesa ji eve şi’rê diête zanîn ku ev şa'ire li ser rêbaza Qadirî ya sûfî bû, belkî peywendîya wî bi şêxên Talebanî ve jî hebit. Ji aqil dûr nîne ku ev şa'ire xelkê devera Baban bit.
Şewqîyê Xanî:[2]
Mixabin digel wan bizavên zêde yên me kirîn da ku em bişêyîn bi temamî bi ser vî şa'irî hilbibîn û zanînan li dor wî û malbata wî kom bikeyn, belê çu ya wesa bi dest me nekeft, bi tinê em bi ser hindek dûndeha wî hilbuwîn ku nuke li bajêrê Colemêrgê dijîn, belê tiştê di dest wan da heyî hema bes ew e, ew dibêjin; bapîrekê me yê mela hebû digotinê Mela Mihemed, kesekê zana bû. Demê min gotîyê: “Erê hun dizanin ku bapîrê hewe şa'ir bû û dîwaneka wî heye?” wan got: “Nexêr, eve xeberekê gelekê xweş û nû ye bo me!” Ji ber vê çendê bo danenîyasîna vî şa'irî bi tinê em dişêyîn pal bideyne ser şi'ra wî, eve jî tiştekê gelekê kêm e û tênka mirovî pê naşkêt.
Nav û Nasnavê Şa'irî:
Nasixê destnivîsa dîwanê Şewqî li dûmahîya dîwanê çend rêzik bi farisî nivîsîye û tê da gotiye: “Ev nusxeya bijare ya wekî qodîka 'ettarî ku navê wê yadîgar e ji danana Mela Mihemed Şewqîyê Colemêrgîyê Xanîyê Xalidî ye.”[3] Di dûmahîya şi'reka Şewqî da jî ev malike hatîye:
Mihemmed Şewqîyê Xanî
Tu pirbêjek bi ezmanî
Bes in şekwa ji dewranî
Bi kes nabet wefayê qet
Ji eva risteyan diête zanînku navê şa'rî yê durist Mihemed e, Şewqî nasnavê wî yê şi'rî ye, ji layê neseba xwe ve ew Xanî bû û akincîyê bajêrê Culemêrgê bû. Xanî navê ocaxeka Hekarîyan e ku li dewr û berên Çêlê dijîyan û hêvênê wan ji gundê Xana Sêgirkan e. Şa'irê navdar Ehmedê Xanî bi xwe jî ji vê ocaxê bû û ji layê terîqetê ve li ser rêbaza Neqşbendî bû, wekî dê bo me aşkera bit.
Di Destnivîseka dî ya kevin da ewa ku Mela Mihemedê kurê 'Ebdulqadirê Qadirî li sala 1312 mişextî (1894 z.) nivîsî, hindek şi'rên Şewqî hene. Di eve destnivîsê da nivîserî li cihekî aşkera kirîye ku Şewqî bi nasnavê 'Ebdzade yê navdar e. Eve hindê digehînit ku malbata şa'irê me bi navê malbata 'Ebd dihate nasîn, belkî ew paldan bit bo bapîrekê wan ku navê wî 'Ebd bit.
Şewqî Kengî Jîyabû?
Mixabin çu zanînên berfreh di derheqa jîyana Şewqî da di dest me da nînin. Em bi duristî nizanîn kanê ew li çi salê hatîye ser dinyayê, li çi salê mirîye, li ku û li nik kî xwendîye. Belê ji nasnavê wî yê Mela û rewşenbîrîya wî ewa ji dîwana wî diête zanîn ku divêt wî 'ilmê rêzê li mizgeft û medreseyên Kurdistanê wergirtibit û îcazeya melatîyê jî sitandibit. Zanîna wî bo çar zimanan; -kurdî, 'erebî farisî û tirkî- jî hindê me digehînit ku ew melayê diwazdeh 'ilm û edîbekê şareza bûye. Pitir ji nîşanekê di dîwana wî da hene harîkarîya me diken ku em bişêyn serdemê ew lê jîyayî destnîşan bikeyn, ji wan:
Êk: Di navbera berperên 8-22yan da ji destnivîsa Şewqî texmîsek heye. Şa'ir li pêşîyê eve texmîsê dibêjit: Ev texmîse min li ser şi'reka Şêx 'Ubeydullahê Nêhrî danaye. Şêx 'Ubeydullahê Nêhrî eve şi’r li demê hilkeftina seredana wî bo merqedê Şêx 'Ebdulqadirê Geylanî da li Bexdayê vehandîye. Şi'rê Şêx 'Ubeydullahê Nêhrî û texmîsê Şewqî herdu bi farisî ne. Eve jî me dighênit ku texmîsa Şewqî berî ruwîdana serhildana Şêx 'Ubeydullahê Nêhrî ya li sala 1882 bizivirit. Eve ji layekî ve hindê digehînit ku Şewqî li nîva duyê ji sedsala nozdê jîyabû, ji layekê dî ve hindê digehînit ku peywendîyên wî digel şêxên Nêhrî yên Qadirîesl û terîqet Neqşebendî hebûn.
Du: Di berperê 153 da ji dîwanê şi'reka mesnewî bi farisî di medha sultanê Osmanî 'Ebdilhemîdê II. da heye. Aşkera ye ku 'Ebdilhemîdê II. li sala 1293 mişextî (1876 z.) bûbû sultanê Dewleta Osmanî. Em ji eve şirê dişeyn ku Şewqî li dewrê Sultan Ebdulhemîdê duyê da li heyatê bû.
Sê: Di berperên 26-27 da şi'rek heye şa'irî tê da bersîva heşt pisîyarên şer'î û zimanî yên asê dayne û ew li despêkê dibêjit: “Ev pisîyare li demê tehsîlê Mela Mihemed Tahirê Mayî bo feqîyan hinartibûn û min bersîva wan daye. Wekî ji eve beyanê ez tê gehiştîm dibit hingî şa'ir hêşta feqî bit, çunkî ew dibêjit: “Li demê tehsîlê, aşkera ye ku Mela Mihemed Tahir kurê Mela 'Ebdirrehmanê Mayî ye û ew di navbera salên (1850-1915 z.) da jîyabû.[4] Hejî gotinê ye ku peywendîyên şa'irî digel malbata şêxên Mayîyê jî ya baş bûye.
Çar: Di berperên 22-24 da texmîseka Şewqî a li ser şi'reka Şemseddîn Efendî Mistefazadeyê Başqelalî heye ku ew êk ji Seyyîdên Başqelayê ye. Wekî şa'ir aşkera diket ev şi're di medha Şêx Fehîmî da hatîye vehandin. Aşkeraye ku di eve texmîse da mexsed bi Fehîmî[5] Şêx Fehîmê kurê 'Ebdilhemîdê kurê 'Ebdirrehmanê Arwasî ye ku ew êk ji xelîfeyên Seyyîd Tahayê Nêhrî bû û li salên (1825-1895 z.) jîyabû.
Pênc: Wekî borî digel me li hindek cihan hatîye ku Şewqîyê şa'ir Xalidî bû. Me'na wê ew e ku ew êk ji mensûbên terîqeta Neqşibendî ya Mewlana Xalidê muceddid bû. Aşkera ye ku ev terîqet li devera Hekarî û Badînan jî bi rêka Seyyîd Tahayê Nêhrî û xelîfeyên wî belav bûbu. Vêca Seyyîd Taha bi xwe êk ji xelîfeyên Şêx Xalidê Şehrezorî yê Neqşebendî bû û li sala 1852 z. mirîbû.
Ji van hemî nîşanan bo me aşkera dibit ku Mela Mihemed Şewqîyê Xanî li nîva dûyê ji sedsala nozdê zayînî jîyabû.
Ji evan şîroveyan dîyar e ku şa'irê me li serdemê Şêx 'Ubeydullahî yê gehiştîye. Ez ji aqil dûr nabînim ku ew êk ji mensûbên wî bit, belê mixabin heta nuke em çu ji serhatîya jîna wî nizanîn û em nizanîn kanê helwestê wî ji şoreşa Şêx 'Ubeydullahî çi bû. Dîwana wî ewa ku nûke li ber deste çu sinahîyan nadete ser vê meselê. Bi tinê eve dîwan hindê bo me aşkera diket ku Şewqî Neqşebendî û Xalidî bû.
Di derbarê tarîxê wefatê Şewqî çu agahîyêt me nînin. Tinê diête zanîn ku Şew li dor salê 1912ê zayînî yê zindî nebû.
Berhemêt Şewqîyê Xanî
Nuke bi tinê daneyek ji destnivîsa dîwana Şewqî li ber dest heye, ew jî ew e ya ku kurê wî Mihemed Tewfîqî li ber daneya babê xwe nivîsî, bo hevalê xwe Mela Mihemedê kurê Hacî Îbrahîmê Bendî, li sala 1912ê zayînî. Dîwana Şewqî, li duv daneya wê ya êkane ya ku nûke li ber destê me ye ji 100 şi’ran pêk diêt. Eve dîwan bi çar zimana ye. Not û pênc jê bi farisî ne, sê bi kurdî, êk bi tirkî û êk jî mulemma ye bi çar zimanan e her sê zimanên borî digel 'erebîyê. Eve dîwan li dûv şêweyê dîwanên klasîkî hatîye lêkdan. Ye'nî; di eve dîwanê da şi'r li dûv qafîyê û li ser herfên hîcayî hatîne bi rêzkirin. Naveroka şi’rên Şewqî her wekî naveroka şi'ra klasîkî ye û bara pitir ji şi'rên wî li dor xezelê ne, digel hindek mijarên dî yên wekî medh û tesewwifê.
Nûke ji bil dîwana Şewqî me çend beytên wî yên dirêj di derbarê mehşerê da di destnivîsan da dîtiye. Eve jî hindê me digehînit ku ji bilî vê dîwanê hêşta wî berhem hene û belkî di dahatûyê da ew bêne dîtin.
Li vêrê em dê pên şi'rên Şewqîyê Xanî li ber destê xwendevanan daynîn.
MUREBBA
Dilo beşkî dinê pîr e
Bi kes nabet wefayî qet
Wekî kelbê bi zincîr e
Bi kes nabet wefayî qet
Wekî kelbî diket gazî
Bi awazê ney û sazî
Demek rûs e demek tazî
Bi kes nabet wefayî qet
Demek pîr e demek can e
Demek mîr e demek xan e
Eger çi ew ji hemîyane
Bi kes nabet wefayî qet
Ji dunyayê neke bawer
Ku ew bo te bibit yawer
Nema bo Seyyidê Serwer
Bi kes nabet wefayî qet
Nema bo Nûh û bo Adem
Nema bo Zal û bo Rustem
Nema bo Seyyîdê 'alem
Bi kes nabet wefayî qet
Ne bo Siddîq û bo 'Umer
Ne bo 'Usman û bo Heyder
Ne bo Fexfûr û bo Qeyser
Bi kes nabet wefayî qet
Eger şah in eger mîr in
Çi sultanêt cihangîr in
Di dest wê da çi êxsîr in
Bi kes nabet wefayî qet
Eger hacî di Ke'bê da
Eger sofî di xelwê da
Hemî jar in di dest wê da
Bi kes nabet wefayî qet
Gelo dunya çi xeddar e
'Eceb xûnrîz û xûnxwar e
Ji bo kes ew nebû yare
Bi kes nabet wefayî qet
Bu dünyanın elinden qa…..[6]
Çeme çoq yaxşî û e'ladır
Kime qalmiş kime qalur
Bi kes nabet wefayî qet
Zihê dinyayî şur-engîz[7]
Zihê qatil zihî xunrîz
'Eceb nuşîst zehr-amîz
Bi kes nabet wefayî qet
Fehzer ya exî min ha[8]
Zîhî el-mekaretu’l-xedrî
Fiba'ed wectenib minha
Bi kes nabet wefayî qet
Muhemmed Şewqîyê Xanî
Tu pirbêjek bi ezmanî
Bes in şekwa ji dewranî
Bi kes nabet wefayî qet
XEZEL
Ya Rebî dîsa mûyesser ke ji bo min metlebê
Da bi keyfa xwe bibînim suhbeta dêmkewkebê
Suhbetek daim bibînim ez ji wesla dilberê
Têr vexwem ez şerbeta şêrîn ji çaha xebxebê
Çav xezala sero qamet hûrîya baxê beheşt
Çehre bedra çardeyê peyda ji burca 'eqrebê
Sorgula fesla biharê dilbera ebrû hîlal
Nazika şêrînkelam e ruy meha nexşebê
Bê sebeb nînin ji Şewqî nale û ah û fîxan
Walih û sewda û gêj e ji firqeta gîso şebê
XEZEL
Canê me bi endaze bibîn ev çi 'îtab e
Çavdêrî û guhdana xerîban çi sewab e
Min gotê: Li pişta çîyê meh bo nexûyaye
Wê gotî: Ji şerma rûyê min meh bi hîcab e
Min go: Te dilê min kire nêçîr dê çi lê key
Gotî: Ji bo sifra kerema min çi kebab e
Min go: Ku bi 'eyş û terebim xweş bike wextî
Gotî: Ku tereb lazimî eyyamê şebab e
Min gotê: Li dergahê şehî dê keme şekwa
Gotî: Bi 'ebes rencê nebe şahê di xab e
Min go: Senemê! Ka were ez talibê sulh im
Wê gotî: Filan ya te divêt 'eynî sewab e
Min gotê: Bi Şewqî ra çi dê key demê axir
Wê gotî: Kerem min ne nîhayet ne hisab e
XEZEL
Ey buta sîmîn leş û gerden zucac
Me ji bilî wesla te nîne ihtîyac
Her demê rûyê wekî rojê helat
Kî li şeva tarî dixwazîtin sirac
Bi xeramî ger li baxî bimeşî
'Er'er û serwasihê nabit rewac
Ahuwê ger sehkire wê gerdenê
Dê ji çînê ew hinêrîtin xerac
Le'le lêv te ayeta 'ezbu’l-firat
Hîcreta te şubhetê melhê ‘ecac
Bendeyê jarê te me ey dilberê
Bûme miskînê şewandîyê lîcac
Bo reqîbî derneke me ji dergehî
Bi seyê mel'ûn neke me imtizac
Der xema te Şewqîyê xeste nema
Ji bilî weslê çu derman û 'îlac
XEZEL
Elhamdulîllah ku ji bextê hişyar
Hêvî me çêbû ji rûyê dildar
Min dî cemala bê wêneya wê
Ez her çi bêjim pitir e dused car
Wesfa dilovan xelqê bi ihsan
Rû kir veşartî lakin ji exyar
Ne'ta cemalê, wesfa kemalê
Min gotî êk êk emma bi tekrar
Ew mehcebîn e, yan lewhê zîv e
Xifşa li çîn e, yan çavê bîmar
Roj e li xawer, yan bedrê enwer
Sun'ê Xudayî, yan rûyê dildar
Ew koremar e, yan zulfê yar e
Xal e li bin guhî, yan miskê Tatar
Qewsa vajî ye, yan sûreta nûn
Ebrûyê yar e, yan hacibê nar
Yaqûtê can e, li nîva devan e
Sirra nîhan e yan durcê esrar
Ew şehde şekker, yan hewzê kewser
Yaqûtê ehmer yan le'lê xwînxwar
Durr in, didan in di le'le lêvan
Ya sun'ê Yezdan lê pa nimûdar
Erzînek e yan jî ew sêvê ridwan
Ava heyat e yan xebxeba yar
Gerden ji nûr e, yan şem' û kafûr
Ew paxila yar, yan sêv û hinnar
Ew zendê mehbûb, yan baskê xûb
Yan jî dimê kew bara dilê jar
Aya ruxam e yan zîvî xan e
Sehrayê şah e yan sîneyê yar
Muyê mîyan e yan heblê can e
Ku kes ji wê qet nabit xeberdar
Ew serwê 'er'er yan qeddê dilber
Yan jî senewber yan qametê yar
Ew şehdê şekker yan ne'tê dilber
Ew miskê 'enber yan wesfê dildar
Ewsafê dilber min kirîye ezber
Ezman mi lew bû şîrê guherbar
Ev bilbil e hey, yan saqîyê mey
Mecnûn e bêdil, yan Şewqîyê zar
[1] Li dor jîn û berhemê wî heçîyê bivêt dişêṭ li kitêba me “Mela Xelîlê Sêrtî û Şî’rên wî yên kurdî û ‘erebî” bizivirit, ku li sala 2012 li Dihokê hatîye belavkirin.
[2] Êkemîn seydayê li dor berhemê wî nivîsî mamosta Mihemmed ‘Elî Qeredaxî bû, di bergê êkê da ji kitêba “Bûjandinewey Mêjûyê Zanayanê Kurd” ewa li sala 1998 hatîye çapkirin.
[3] Binêre: kitêba “Bûjandinewey Mêjûyê Zanayanê Kurd”, ya Mihemmed ‘Elî Qeredaxî, bp. 1/131.
[4] Binêre: kitêba “Gundê Mayî li Devera Berwarî Bala” ya ‘Asim Mayî, Dihok 2014, p. 96.
[5] Binêre: kitêba me “Îqdetu’l-Ceman fî teracîmu’l-‘Ulema’ wel Udeba el-Kurdî wel-mensûbîn îla Meden û qarî Kurdistan” Mektebetu’l-Asalet wet-teras eş-Şarqe el-Îmarat, t.1, sene 2008, 3/1238.
[6] Ev hersê rêz bi tirkî ne. (M.S.)
[7] Ev hersê rêz bi farisî ne. (M.S.)
[8] Ev hersê rêz bi ‘erebî ne. (M.S.)