Ey Îlahê mey Kerîm ey xwediyê seltenet
Li nav erd û asîman herçi te çêkir 'heyat
Milyaket û ins û cin dar û berr û 'heywanat
Dikin zikr û tesbî'hat boy xaliqê kaînat
Ey ilahê mey Qedîr ey sa'hibê xulqiyet
Te însan anî wicûd çêkîr ji wan zurriyet
Tewrat zebûr û Încîl, Qur’an danî şerî'et
Te kir qanûn û nîzam vekir deryê 'hurriyet
Ey İlahel 'alemîn ey Rehîm û ey Re'hman
'Hemdê bê 'hed ji te ra te me çêkir musluman
Me-b hebûna xwe 'hisand te da me ‘eql û ziman
Te xist qelbê me şîfa re'hmet û nûr û îman
Ey ilahê mey 'Ezîm ey 'Hekimê xwey qerar
Dûrî jî noqsaniya bê mekan û tim şiyar
Didî me 'umr û 'heyat digel mal û milk û war
mu'htacê re'hma tene her tuyî bo me Sitar
Ey ilahê Munteqîm ey Qehhar û ey Mûzîl
Te şande pêxember û qenc û dostê xwey cemîl
Nebî Ehmed û Mûsa, ‘Îsa û İbrahîm Xelîl
Bi wan te da me şeref kafira kire rezîl
Ey Îlahê mey 'Eliyy ey xwedayê mey Kebîr
Ey Cebbar û ey Qewiyy ey Ğeffar û Mûqtedîr
Ji xeynê te kes tune bike re'hmet û cebîr
Hemi cumle me'xlûqat li ber te mane esîr
Ey Îlahê mey Wedûd ev wesif tev yê te ne
Tu Ellahê ekberî bê şek em 'evdê te ne
Me ji dil kir bawerî her dem mh'tacê te ne
Sed şukur ji ummeta qasid û nebyê te ne
Ey Îlahê mey rezzaq ey cemîl û zulcelal
Şikir nayê eda kirin lî qenciyê tey delal
Te ji me re hilbijart gelek nî'metên 'helal
Me ji zewalê xelas kir ey Xaliqê Layezal