Ey Qudsa Pîroz! Ey bajarê pêxemberan, ciyê herî nêzîkî asîmanan...
Ey me’beda ‘ezîz û bi 'izzet û ça'v bi rondik!
Helbet pevgihana me nêzîk e...
Ey bajarê pak û paqij, bağê ku Resûlellah ziyaret kirî...
Dîsa çavê te bi hizn e, kolanên te tenha, kulîlkên te çilmisî, bağên te bêxwedî ne.
Ey Qudsa Pîroz a bi 'îzzet! Ey bajarê bi qedr û qîmet!
Tu ya me yî û her tê ya me bî
Emê rondikê ça'vê te ziwa bikin, emê xusran û zelîl bikin neyarên te.
Lewra em in warisê Selaheddîn, emê biqewirînin dagirkerê Siyonîst...
Lawê min, şêrê min!
Ji me nepirse ğeflet û razana li ser me misilmanan û nepirse bê em çima wiha bêdeng in.
Tu rabe, hişyar be û mezin be êdî. Mezin be da ku ev esareta vî bajarê pîroz hew dirêj bibe...
Ez zanim tu hê pitikî çil rojî yî!
Lê bizan pêwist e ku tu jibo ummetê hişyar û mezin bibe û bi bayê bezê Qudsa Pîroz fetih bike
Wext ne wextê girînê ye, wextê xebat û cîhadê ye.
Xatir ji dayika xwe bixwaze û ‘ehd û peyman bide heta Qudsa me rizgar bibe, xweş bibin ev dil
Kurê min! Emîr Huseynê min! Delalê ber dilê min!
Bêdengiya me, xerabûna Mizgefta Eqsa'yê ye,
Sikûta me berzebûna Qudsa me ye.
Em di nav îmtîhanên zor û dijwar de ne Ezîzê min!
Belê jibîr neke egîdê min; îmtîhanên zor û dijwar, merivên xurt û zexm derdixin holê.
Merivên xurt û zexm jî biryarên bihêz û pihêt didin û dawiya dawî mizgîniya fethê didin.
Ey serleşker! Ey mîrê serleşkeran!
Armanca me ne ew e ku em tenê cihûyan mehû bikin. Lê belê ji bîr neke ku emr û ferman li me hatiye dayîn ku em Sîyonîzmê, îşgala wan a mirdar û dagirkeriya wan ji holê rakin
Û em herûher di nav vê cehd û xebatê de bin.
Jibîr neke berxê min, Huseynê min!
Rizgarkirina Qudsa Pîroz ne bi destê wan kesê dibêjin "Kurê min tê serê xwe têxe belayê " ye.
Azadkirina Qudsa Pîroz, bi feryad û qêrînên "Can û jiyana me, fedayê Eqsayê be"ye...
Zana û bîrewer be lawê min!
Lewra qet‘îyen meriv di rêyên rast re dernakeve xerabiyê. Em û mezinên xwe em ji heman kûl û êşan hatine dinyê û dikine zarezar. Me Qudsa xwe ya pîroz herûher hêsîr dît, herûher xemgîn dît. Bila nifşên piştî te Qudsa me dîl û hêsîr nebînin egîdê min!
Hewar bike, biqêrîne li dagirkeran, li xwedênenasan,
Bibêje; “ لَا اِلَهَ اِلَّا اللهْ ” û bibin yek digel hevalên xwe, bibin yek dibin ala Îslamê de
Biqîrin heq û heqîqetê bi îzzet. Qîmet û rûmeta me ye Qudsa me...
Sond û ‘ehd be heya azad nebe ew em jî nasekinin...
Ey rêzan Huseyn!
Dibe ku gewdeyê te piçûk be, lê armanc û daxwaza te mezin e.
Dibe ku tu pêşerojê neguherînî lê tu karî paşerojê biguherînî.
Tu yê Qudsa Pîroz rizgar bikî
Dê Qudsa Pîroz jî me rizgar bike Ey rêzan Huseyn!
Biîzna Xwedê da’w û doza Qudsa Pîroz dê me hişyar bike ji vê xewa giran.
Lawê min! Agahdar be ku Xwedê Te'ala barê tê nikaribî hilgirî li te bar nake.
Bêxebat meriv serkeftî nabe. Ji lew nesekine! Bilebite, bilive!
Ğem mexwe! Her tim bihêvî be û bawer ke!
Encama sebr û sebatê nêz e, tevlî van şîn û birînan...
Belê ezîzê min! Bi izzet û rûmet mezin bibe!
Bitefîne vî agirî, biqewirîne van xwînmijan...
Berxê min, delalê min Huseyn!
Mîna şehîdên mêrxas ku diqîrîyan li wan warê wêran, tu jî biqîre;
"Dengê ku zilmê dihejîne dê bibe qîr û fîxan. Dengê hin kesên mirî ji yên hinek saxan bêhtir e"
Belkî tu hê bebekî û naştexilî. Lê bizan ku tekbîreke te dê bibe best û hesteke hişyariyê ji ummetê re
Kurê min! Qenc guh bide gotinên min û wiha bizan;
Îsraîl terorîst e, dê her tim jî terorîst be li ba ‘alema dinyayê.
Kesên terorîst jî ji xeberdanên xweş fêm nakin.
Tu bibe Omer û Selaheddîn, bibe Yahya Ayyaş û Bergusî...
Bitirsîne tirsonekan, xewa wan xera bike. Wan şerpeze û perîşan bike.
Egîdê min, ezîzê min!
Rabe û bi wan destên xwe yên bê guneh û sûc,
Di’a û niyaz bike û kerem ke bibêje;
“Ya Rebbî! Bi doza Qudsa Pîroz me misilmanan bike yek û me serfiraz bike...”
Bi hêviya Qudsa me ya pîroz, azad û rizgar bibe...