Melayê Cizîrî, di edebiyata klasîk a Kurdî de yek ji wan helbestvanên sofî ye ku peyama xwe bi kûrahiya raman û coşa felsefeye tîne zimên. Helbestên wî bi tevî ku awazeke hestiyarî ne, her wisa belgeyeke ronakbîrî û derûnî ye ku meriv ber bi rastiya bêsînor a heqîqetê ve dibin. Li vir, em ê nirxandina xwe ya li ser helbesta wî ya bi navê “Meynenoşî” ji cihê ku em lê mabûn dewam bikin. Hewl bidin ku di nav sembol û remzên wî de bigerin û bi rengekî sade nêzî mesaja wî ya dilsoz bibin.
10- Hûn bibîn meşşateê xef danîye
Hemqiran key xal û nîşanê xelet
Bibîn: Sivik bûye ji peyva “bibînin.”. Meşşate: Jina ku bûkan dixemilîne û porê wan şe dike. Di vir de mebest ku xemilkerê ezelî ye yanî Xwedê ye. Xef: Bi dizî. Hemqiran: Du tiştên nêzî hev, bi hev e. Key: Kengî. Xal: Şa’nik.
Şîrove: Divê meriv ji bedewiya derewîn a dinyayî haydar be: bedewiya fîzîkî û xemilandina wê weke xefikê ye ku meriv di xwe de digire. Ew xal û nîşanên ku meriv bi wan dixape ne rast in. Lewra rastiya rastîn a heqîqetê li pişt van hemû xuyabûnan de veşartî ye. Cizîrî bi vê beytê bang li Hemqiran (heval, hemsal, an jî kesê ku bi wî re di rêwîtiya giyanî/ruhî de ye dike ku hay jê hebe û nêzikî van xemlên derewîn nebe.)
Ayeta Qur’ana Pîroz weha ferman dike; “Ew Xwedayê ku her tişt mikemmel çêkiriye…” (Sûreyê Secde 7) Ûstad Bedîûzzaman li ser vê ayetê wiha dibêje; “Di her tiştî de, heta di tiştê ku herî nexweşik tê dîtin de jî alîyekî xweşikîyeka heqîqî heye.” (Sözler, 18. Söz, 2. Nokta) Xweda ku xemilkerê ezelî ye vê kaînatê bi şiklê herî xweşik xemilandîye. Tu qisûr li bejnê nedaye. Ji baskê kelmêşê heta heft qat asîman tev di nav pergalekê de û lihevhatî ne. Li hember van lihevhatinan eqil encex dikare bêje subhanellah, maşaallah, barekellah û ji qudreta Xwedê re here secdê. Di tu xal û nîşanên kaînatê de xeletîyek tune ye.
11- Dê bi ser canê me murwet dameêx[1]
Bişkovên benda girîbanê xelet
Dê: Ji “dayînê” hatîye yanî “bide”. Bi ser: Li ser. Murwet: Mirovayet, kesayetî, şexsîyet. Dameêx: Ji “daxistin”e ye. Mebest di vir de “bigire û bişidîne”. Da ye şêx: Şêxê Sen’an. Bişkowên: Mişkokên cilan, bişko. Bend: Girtin, girtî. Girîban/Girêban: Sikura kiras ya bi ser singê ve.
Şîrove: Mela dibêje; Xwedê mirovatî û kesayet dabû Şêxê Sen’an. Xwedê li ber çavên wî perdeya ku li sen’etê Wî binêre bibe asteng rakir. Şêx, sen’etê Xwedê bêperde dît. Ku Xwedê, mişkoka kirasên xweşikahîyê jê re vekiribe û wî jî van xweşikahîyan dîtibe çi xeletî heye di vir de. Mela dibêje, em dixwazin ku xwedîyê van xweşikahîyan li ber me jî mişkokên sikûra kirasê sen’etê xwe negire da ku em jî wan xweşikahîyan temaşe bikin. Bi dîtina van xweşikahîyan xwedîyê van meharetan jî bila kêfxweş bibe.
12- Ser nebî ber kufrê zulfê aqîbet
Ez ditirsim bî ji îmanê xelet
Ser nebî: Li ser van kiryarên Şêxê Sen’an. Zulf: Di vir de Mela xwestîye ku bêje ev mesele girîng e (mesela tekfîrê). Kufir: Ji alîyê yekî bawermend ve yekî bawermend bê tekfîrkirin, bawerîya wî qebûl neke. Ji îmanê xelet: Ji ber cehaleta xwe tu yekî tekfîr bikî û tu îmana xwe hunda bikî.
Şîrove: Em dikarin li van her du beytan du şîroveyan cihêreng bikin. Şîrova yekem: Mela, di vir de li ser meseleya Şêxê Sen’an meriv bi însaf û ûjdan sekinîye. Meriv ku ji eslê kiryarên Şêx fêhm nekiribe, li hember meseleyeke wisa ku nekeve te’wîlê neûzûbillah ewê wî tekfîr bike. Gava wî tekfîr kir ji ber ku di hedîseke Pêxemberê me (s.x.l) de hatîye; “Ê ku tê tekfîrkirin heke ji dîn derneketibe, hingê ew xeberdan dizîvire tê xwedîyê xwe.” Yanî ew ji daîreya îmanê derdikeve. (Mûslîm, Îman, 26) Şîrova duyem: Heke meriv xwe hunda bike û ji xwestekên nefsa xwe re bibe esîr, dibe di dawîya emrê xwe de îmana xwe hunda bike û neuzubîllah ew ê here ser kufrê.
13- Pehnîya vê çerx û dolaba dinê
Nîne tu der bab îrfanê xelet
Pehnî: Firebûn. Dinê: Cîhan. Îrfan: Zanîn. Der bab: Derî û bab. Bab jî bi erebîye mena wê derî ye.
Şîrove: Îrfan, zanebûn û fêhmkirina heqîqetê ye. Şîyarbûna rih e. Serwextbûna heqîqeta eşya, sirrê heyatê ye. Nêrîna li her bûyerê bi çavê hîkmet e. Li ser sen’etê Xwedê tefekkurkirin e, gihiştina îmana heqîqî ye. Ji nefsa emmare xelasbûn e, gihiştine li marîfeta/naskirina qudsî û bûyîne arifê bîllah e. Li her tiştî îdî bi çavê ferasetê dinêrin.
Îca Mela jî dibêje: Ên ku gihiştine vê mertebê, di derîyê marîfetullahê de derbas bûne ketine nava îrfanê, bûne ji kesayetên “xas” pir hindik in. Bi piranî însan ewam in. Ji ber vê bi zanebûn û çavê ewamtîyê van kesayetên xas neyne ber hev. Muqayese û hevbînîyekê di navbera wan de neke. Nekeve vê xeletîyê.
14- Nusxeya alem hemî unwaneke
Nuqteyek nabit di unwanê xelet
Nûsxe: Daneya ku ji ber kitêbekê hatibe girtin. Kopya ya eslekî. Unwan: Sifetê tiştekî yê destpêkê.
Şîrove : Alem, hemî ji nuqteyekê zêde bûye. Berî alem bê afirandin tune bû û di nav tarîtîyê de bû. Xwedê bi lutf û kerema xwe dawîya vê tarîtîyê anî û ji bo ji temamê mexlûqan re bibe bizir û dendikek, mexluqê ewil xuliqand. Ew jî Nûra Muhemmedî (s.x.l) ye. Xweda însan gava diafirîne ji rihê xwe pifî wî dike: “Ji rihê xwe pif î însan kir.”( Sûreyê Secde 9) Mela dibêje, cîyê ku hemu tişt jê zêde bûne yek e, tev jê hatine kopyakirin, unwana tevan yek e, di vê unwanê de wek nuqteyekê jî xeletî tune ye.
[1] (Di nusxa Hartmann de; “Pî li ser canê me murwet daye şêx” hatîye)