Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrîban
Di jimara bihurî de me helbesta Melayê Cizîrî ya bi navê “Mey Nenoşî” şerh dikir. Bi beyta ku em lê mabûn, em dewam dikin.
2- Mislê Mûsa wî tecelleya te dî
Ê tu dî, kanê xeta, kanê xelet
Me’neya Şi’rê: Wî: Şêxê Sen’an. Li gorî ku ehlê tesewufê me’ne kirine, Tûr-î Sîna tê van me’neyan;
Evdilkerîm Ceylî gotîye: “Tûr, ji alîyê me’neyê ve alîyekî wê însan e û alîyekî wê jî nefsa însan e. Gava ku Xweda tecellî dike û çîya hûrûhela dibe, ev jî tê wê meneyê ku nefsa Mûsa gihiştîye fenayê. Jihişçûna Mûsa jî; hebûna wî nemaye helîyaye û Haq re bûye yek. Tûr, ji alê nefsanî ve batinî ye, heqîqetên Îlahî yên ku di însan de ne.” Îmamê Xezalî jî gotîye: “Tûr, me’rîfeya qelban û mîsala wan hebûnên ku wan xweşikîyên bi rêya keşfê bi dest xistine veguhestîn e.”[1]
Di Qur’ana Pîroz de, di gelek ayetan de behsa “çîya” hatîye kirin. Wek mînak em dikarin van ayetan bidin; “Ğaşîye 88/19, Nebe 78/7, Nahl 16/16, Enbîya 21/31, Nazî’ât 79/32, Nahl 16/81, Fatir 35/27, Sad 38/18, Sebe 34/10, Enbîya 21/79, Kehf 18/47, Tûr 52/10, Nebe 78/20, Heqqa 69/15, Fecr 89/21, Muzzemmîl 73/14, Waqi’a 56/7, Murselat 77/10, Ta-Ha 20/105 Me’arîc 70/9, Qarî’a 101/5.
Di tesewwûfê de jî çîyayê Tûr, bedena însan a maddî temsîl dike. Ev jî encex bi tecellîya Xweda xira dibe, hûrûhela dibe. Ji ber vê, pêşî lazim e ku hebûna maddî bê tunekirin. Xweda di Qur’ana Pîroz de di behsa meseleya Hz.Mûsa (s.x.l.) de wiha gotîye:
“Çi dema Mûsa ji bo civanê me hat û Xwedayê wî pê re peyivî. (Mûsa) got: Xwedayê min! Xwe nîşanî min bide da ez te bibînim. (Xwedê) got: Bêguman tu yê min nebînî. Belê berê xwe bide çiya, êdî heke li cihê xwe rawestiya/bimîne hingî tu yê min bibînî! Vêca çi dema Xwedayê wî ji çiyê re diyar bû (bi diyariyeke layiqî xwe), êdî çiya bû parçe parçe û bi erdê re misêwa bû. Mûsa jî bêhiş ket ser erdê û hay ji xwe nema. Çi dema bi hişê xwe ve hat, got: Ez Te ji hemû kêmasiyan pak didêrim, ez li ber te tobe dikim û ez pêşîkê bawermendan im.” (Suretê E’raf: 143)
Mela jî dibêje, Şêx jî tecellîya Xweda, di rûyê qîza Gurcî de dîtibû. Çawa ku Hz. Mûsa jî tecellîya Xweda di Çîyayê Tûr de dîtibû. Çawa ku di ayetê de jî tê gotin, dema Mûsa vê tecellîyê dibîne, ji hişê xwe ve diçe, her wisa Şêx jî gava vê tecellîyê di rûyê wê qîzikê de dibîne, ji hişê xwe ve diçe. Nizane çi dike. çawa ku gava Mûsa bi hişê xwe ve tê, tobe dike û ji hemû kêmasîyan Xweda pak didêre. Her wisa Şêx jî gava nifira Şêxê wî tê bîra wî, tê hişê xwe û li ber derîyê Xweda tobe dike û Xweda ji kêmasîyê tenzih dike. Mela jî dipirse, madem halê van her du zatan dişbihin hev, şaşitî li ku ye?
3- W’ê nedî bejna te û danî qiyas
Hikmetê lew çûnê burhanî xelet
W’ê: sivikkirina “û ê” yani “û yê ku”
Hîkmet: Zanîn û aqil
Lew: Gihaneka sedemî ye. Aidê “W’ê nedî” ye. Di hinek nusxeyan de “ew” jî hatîye.
Me’neya Şi’rê: Burhan: Delîl. Di vir de Seyda, davêje yên wek Mucessîme ku di bawerîya xwe de şaş bûne. Lewra Mucessîme; Mezhebekî batilî ye ku Xweda wek însana tesewwûr dikin, şikl û sûret îsnadî Xwedê dikin. Xweda, ne caiz e ku bi rengdêr û sifeteke aidê mexlûqatan bê sifetkirin. Heke ku di Qur’ana Pîroz de Xweda xwe bi hinek sifatên aidê mexlûqan dabe sifatdan, mecaz û teşbih kirîye ji bo ku însan meselê fêhm bikin. Nexwe ne caiz e ku meriv van îfadeyan bi me’na wan yên zahirî û heqîqî fêhm bike. Lazim e ku ev îfadeyên wisa ên ku di ayet û hedîsan de hatine, meriv wan te’wîl bike, wateya zahirî fêhm neke.
Wek mînak; di Qur’anê de îfadeyên weha derbas dibin: “destê Xwedê”, “li ser erş îstîwa kirîye/rûniştîye” Ev ta’bîrên han mûteşabîh in, kinaye ne. Lewra “destê Xwedê”, ji bo “Qudreta Xwedê” kînaye ye. “Li ser erş îstîwakirin/rûniştin” ji bo hakîmîyeta Xwedê ya li ser kaînatê teşbih e. Heke ku em van kelîmeyan bi me’neya wan a zahirî bistînin, hingê ev me’ne wê li dijî vê ayetê çê be, lewra Xweda xwe tewsîf kirîye:
" ليس كَمِثْلِهٍ شَيْءٌ "
“Tu tişt mîna Xwedê tune ye.” (Sûretê Şûra: 42/11)
Îca Mela jî kesên ku wek mucessîme difikirin, wan rexne dike û dibêje, ên ku bejna te nedîtîne, te li gora ‘eqlê xwe qiyas kirine, ji ber tu delîl û burhaneke wan ya qet’î tuneye, di van delîlên xwe de ji rêya rast û ji daîra Îslamê derketine. Lazim e ev qaîde neyê jibîrkirin; ليس الخبر كالعيان yanî; “dîtin û gotin ne yek in.”
Bimînin di xêr û xweşîyê de.
Wê bidome..
[1] https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/525255