Resûlûllah eshabê xwe kir bira
Yek ji Ensar yek jî ji Muhacira
Ensar her tişt bi wan ra parve kirin
Tiştê ji wan dihat texsîr nekirin
Li limêjê eshab diman pir dereng
Wek naqosê xwestin tiştekî bi deng
‘Ebdullahê lawê Zeydê Ensarî
Xewna xwe de l-azanê bû guhdarî
Xewna xwe l-cem Resûlûllah kir beyan
Jê re gotî ev xewn heqe bê guman
Her azanê bide zanîn bi Bîlal
Lewra dengê wî xweştir û pir zelal
Bi dengê xwey şêrîn Bîlal xwend azan
‘Umer Farûq ji mal dihat bi bazdan
Ya Mûhemmed sond dixum min jî ev dî
Bûye fermî azana Mûhemmedî
Banga heqq e ev azana Rebbanî
Bibe seda hem ji jêr û hem banî
Ya Rebbena xwesteka me her ev e
Dengê azan her hebe roj û şeve
Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat