Mesela me-l ser van biçûka, mesela me-l ser qîz û bûka
Hêvya me bighên ji nûka, şeng û şên kin xanîw sûka
Mesela me wa gundîno em li darxin hey cundîno
Bihayê zîv û zêrîno pêşwazya me van zaroka
Xizna me ya îstîqbal in roj û şeveq qern û salin
Dest berdin ji qîl û qal in xwedî derên li biçûka
Ser gundê me mij û dûman kes ne dîne ne pê gûman
‘Âlem çû jor em jê dûr man rê girt li me berf û pûka
Gundî ji gefa bê hest in govend û şahî daxistin
Deşt û zozanê me girtin çeqel û rovyê xasûka
Çeqel û gurê dev bixûn li sebyê me bi şop û şûn
Ewladê me revandin çûn em ‘evdal man wek pepûka
Ev bagera vi zemanî bextek bi reş ji mer anî
Ewladê me biçûkanî qel'andin çûn van bapûka
Xwedyê armanca qirêj in, ji jor de mirin dirêjin
Nahêlin zarûk bighêjin, me dikujin bi qestûka
Çar alî girîn û hewar, biçûkê me yên sitû xwar
Nav û dilê me tînin xwar, bi qêrîn û van axûka
Sotin dila car yetîm bûn, carna biçûkî şehîd çûn
Xort û zava hin ‘egît bûn, hunda bûn van qîz û bûka
Gundîw cîran de ka rabin, li rasta cîhan xwîya bin
Çavnas û jîr û zana bin, bi firê xin teyr û çûka
Ez heyrana van ‘egîda, bi sond û ‘ehd tên ji wêda
Şûr girêdan mertal pêda, gundê me paqij kin zûka
Deşt û zozana paqij kin, kund û şebşeboka kiş kin
Dekê dujmin hûr û xiş kin, tu car guh nedin çîroka
Werin nesla nû ava kin, azadîya me da'wa kin
Hêjayê destê xwe şa kin, bighînin em van zaroka
Biharek nû ewê bînin vê ‘erda me bi xemlînin
Serazad û hur bifrînin, nîvê ‘ezman bafiroka
Zarokê gundê cennete, merhema dilê ummetê
Li dor Qûran û sunnetê, bi xweynin ‘ilm û pirtûka
Xort û zava û bûk û qîz, bi cehd û exlaqê temîz
Xelas kin ummeta ‘ezîz, serfiraz kin me hemûka
_________________________________
Axûka: Ah vah
Bafirok: Uçurtma
Bapûk: Tipi
Darûk: Çam ağacı
Gef: Tehdit
Hest: His
Pêşwazî: istikbal
Pûk: Toz şeklinde yağan kar
Xasûk: Kurnaz
Xiş: Hurdahaş