Hevalek delal bû melayêm Huseyn
Bi teb' û bi exlaq Hesen bû Huseyn
Di fedla şehîdan çû axret bi xweyn
Birayo li ser wî ti Quran bixweyn
Tu bawer be em tev ji ter bûn bi deyn
Muderris hemû wek te bin ey Huseyn
Gelek me xebat kir bi hev ra li ser
Qesîde û îlahî xwe kir mu’teber
Bi dengê xwe yê nerm me dil şad dikir
Bi qelbê xwe yê germ me hes jê dikir
Dev û rû li ken bû heşaş û beşaş
Ji vî halî ew qet çima nedbû şaş
Huseynêm fîraq kir ji qeyda heyat
Ciwanêm xebat kir heta çû memat
Xweda te bike ji sehabê Huneyn
Hevalê şehê Kerbelayê Huseyn
Wefat kir Huseynêm bi zavatîyê
Xweda ke bibî ehlê dergistîyê
Perî û hûrî û zewceta vê dinê
Bi hev re bibin kom hemî li wê dinê
Îlahî bi cahê Muhemmed Emîn
Tu gora Huseynêm bike bexçê şîn
Ji ba xwe tu rê ke li ser rûhê wî
Ji wê rehmeta xwe Xwedayê qewî
Îlahî kesê ku tu jê hes dikî
Yeqîn im ti rehma xwe zû lê dikî