Memîra! ...( ?) Dekanî werin em binêrin ev gund li kêdera nexşeya Kurdistanê de cî girtiye? Memîra! Li nîvkureya bakura dinyayê, li parzemîna Asyayê, li Kurdistana di nav çar dewletên dagirker de hatî parvekirin, li parêzgeha Sêrtê, gundekî girêdayê bi navçeya Dihê/Eruhê ve ye. Ji xwe Memira tenê nayê binavkirin. Ji vê herêmêre Torik-Memîra tê gotin. Torik-Memîra dû gundê cîranên hevin. Çêregeh û mer'e yê wan yek in. Çar alîyê vê herêmê bi çar çiya hatiye dorpêçkirin, weke çawa Kurdistan bi çar dewletan hatiye dorpêçkirin.
Çirav, Gêrê û Birînî wargeh û zozanên vê herêmêne. Li rast û çep, li jêr û jorê gund, çem û avên sar û zelal diherikin. Derdora gund tev dehl û bexçe ne. Di van bexçeyan de her nifşên fêkî û sebzeyên cûrbecûr hene. Erdê ku bê av, ew jî tev rez in. Bi tirî, hêjîr û behîvan xemilîne. Li beramberê çem, tev darên gûz û darên spîndar bilid bûne. Li aliyekê şireşira avê, li aliyekê xuşîna belg û xizêmên dara û li aliyekê jî wîtewîta çivîk, şalûl û bilbila weke mûzîka pir bi aheng merivî mest û heyran dihêle. Ji xwe qebeqeba kewan û seyr û temaşekirina vê dîmen û menzereyê nayê te'rîfkirin.
Bi despêka biharê her der şên û keske, seranserê welêt bi çîçek û kulîlkên rengareng dixemile. Dema havînê ew şînahî zer dibe. Bi despêka payîzê, belg û xizêmên dara sor dibin û hildiweşine erdê û erd jî ji belgan sor dibe. Paş hingê zivistan tê û seranser welat bi berfê sipî dibe. Yanî kesk û sor û zer û sipî; weka alaya Kurdistanê.
Li vê herêmê jî weka herêmên Kurdistanê ên din tore û adetên xwe ên xweser hene. Yek ji wan adetan "ziyafeta Şêx Mihemê Serê Gir" e. Her sal dema biharê roja ziyafeta şêx Mihemê Serê Gir, tevê gundiyan derdikevine serê gir û her yek xarina xwe çêdike û tevda li ser yek sifreyê vê xwarina cûrbecûr rêz dikin û paş xwarinê ciwan bi lîstikên xwe ên xweser dilîzin.
Gelo ev ziyafet ji ku hatiye? De ka em herin çîrok û hikaya vê ziyafetê.
Gundê Memîra ewil li jêr bû û gund bê parastin bû (niha jî Xirbeyê gundê kevin dimîne). Yanî derdora gund tev da vekirî bû. Li jorê gund jî girekî stratejîk û ewle hebû. Gundî li hev dişêwirin û tev li serê gir, Memîra nû ava dikin û li wê derê bi cî dibin. Li vê Memîra nû, heft sal derbas dibe belê zarok ji kesekî re çênabe. Paş hingê Mela Xelîl têye Memîra dibe melayê gund. Mela Xelîl, merivekî zana, xêrxwaz û evînê civaka xwe bû. Dilnizimbû û ferq ne dixist navbera feqîr û maldara. Hezkirin û hêrsa wî jibo razîbûna Xuda tenê bû. Ji kesekî ne ditirsî û hêvî û minneta wî jî ji kesekî tunebû. Zilamekî maqûl û bi heybetbû. Herkes jêre rêz û hurmet digirt şêwirmendê wê herêmê bû.
Gundî vê rewşa xwe ji Mela Xelîl re dibêjin. Mela Xelîl, çend roja îstixare dike û paş her nimêjê dua dike. Rojekê cardin îstixare dike û radize, di xewnê da dibîne çend merivên qenc û ehlê Xwedê li serê gir dicivin û civat digirin. Belê Mela Xelîl naxwaze vê xewna xwe ji kesekêre bêje...
Mela Xelîl rojekê li mizgeftê paş nimêjê ji gundiyare nesîhet û we'zan dike û wiha dibêje! "Gelî birano ji Xuda bitirsin û tev de ji kiryarên xwe yên nebaş tewbe bikin. Ji hevdû hez bikin, alîkariya hevdû bikin, xêra hev bixwazin, bexîltî û çavnebariya hev nekin, hurmet û rêzdariyê bidine mezinên xwe. Her wiha evan gotin û şîretên min bila jinên we jî guhdarî bikin. Lewra jin jî pêdivîyên wan bi şîretan hene. Civakek çaxê bi çavê xêrê li hev binêre, wê Xweda jî bi çavê xêrê liwê civakê binêre û wê xêr û bereketê têxe di nava wê civakê"...
Paş vê hişyariyê dide gundiyan, Mela Xelîl wiha dibê! Gelî birano, ger hûn bi ya min dikin êvara înê gundî tev bi mêr û jin û zarokan werin em derkevin li serê gir û ziyafetekê bidin û tev de dua bikin. Înşaallah Xuda wê li me were rehmê.
Vêca ev ziyafet ji wê rojê û hetanî roja îroyîn berdewame û bûye adet. Her sal çaxê ew roj tê, gundî ji bonî ziyafeta Şêx Mihemê Serê Gir, ji gund derdikevin û her yek xwarinên xwe çêdikin û tev de digel hev dixwin û geşt û seyranê dikin.
Ji xwe paş hingê xêr û bereket dikeve nava Memîran û zêdahî pirr çêdibe...
Paş heyamek dirêj cardin ziyafeta şêx Mihemê Serê Gir e. Belê Mela Xelîl, kal û ixtiyar e, Herdû çavên wî jî nabîne. Yekê din gundî jî weke Mela Xelîl ixtiyare û çavê wî jî nabîne, navê wî Feqe Resûl e. Girara ziyafetê di sêniyekê de datênine ber herdû ixtiyaran. Herdû jî nabînin, belê bi despalênî xwarinê dixwin. Mela Xelîl kefçiyê xwe tije dike û bi destê xwe sererast dike û wisa dixwe, belê Feqe Resûl kefçiyê xwe tije dike belê hetanî digehîne devê xwe pirê xwarina xwe dirêjîne. Gundî dibên Feqe Resûl! Eva Mela Xelîl jî weka te nabîne belê xarinê narêje, ma çima tu ewqas xwarina xwe dirêjî?
Feqe Resûl dilnizmiyê dike û wiha dibêje; “ma hûn min û Mela Xelîl weka hev dibînin? Ez rebenê Xwedê cahil û nezan im, qelbê min jî weka çavên min tarî bûne, belê Mela Xelîl her çi çavên wî nebîne jî, belê qelbê wî roniye...”
Wê çaxê Mela Xelîl jî wiha bersiva Feqe Resûl dide
Dibêje:
“Feqe Resûl!
Hetanî ez ciwanbûm
Xwediyê şîr (şûr) û tîr û kevanbûm
Li çiya û geliyan nêçîrvanê pezkûviyanbûm
Niha jî ez pîr im
Bê şîr (şûr) û kevan û tîr im
Naturvanê qup û çîçûk û girikên hevîr im...