Mela, mîna Fuzûlî ji Xwedê derd û birîndarî naxweze; lê ew ji xwe birîndar e û xwedîyê derdeke dijwar e. Di edebiyata Tirk de ev evîn û xerîbîya Fûzûlî bi vî rengî ye:
Yârab belâ-yı aşk ile kıl âşinâ beni
Bir dem belâ-yı âşkdan etme cüda beni
Öyle zâif kıl tenimi firkatinde kim
Yaslına mümkîn ola yetürmek sabâ beni
Fûzulî; helbet li derdora Kerbelayê û bi eşq û evîna Ehlê Beytê mezin bûye. Helbet xwedîyê derdeke gewre û êşeke xefî ye; lê tirseke wî heye. Ew jî muhefazekirina wê derd û êşê ye. Êş û derd ji bo aşiqan evîn e. Fuzûlî, ji bo dewamkirina wê eşq û evînê, zêdetir bela û eşqê jî dixwaze. Ji bo ku bela di wê eşqê de bibe mûyek, mîna pelê bi ber bayê bikeve û biçe welatê yarê. Dûman û buxar jî ji xwe bo Yarê ber bi ezmanan ve diçin.
Minnet ji tali’ her ji bext Asif bi text û bext û rext
Belqîs ewî anî bu xet îro Suleymanî Melâ
Gihaştina Belqis Melîkeya Sebeê her çi wusleta cîhanî be jî alîyê din wusleta axretê ye.
Fermana Îlahî ye: “Gelî însanan! Me hûn ji mêr û jinekê afirandin, ji bo hevnaskirinê jî Me we veqetand bi bal gel û baxiran. Li ba Xwedê qiymetdarê we; kesên teqwatir in…” (Hicûrat-13)
“Cûdabuna ziman û rengan jî nişêtên Wî ne. Di wî tiştî de ji bo kesên zana gelek îbret hene” (Maîde-22) Lê benîadem hêj ji van îbretên zîheyat îstifade nekirîye. “Red, înkar, asîmîlasyon, koçberkirina zordarî, komkujî” ku bi destê “dewlet, hikûmat, serok û leşkerên gelên Musulman” dibin ew jî baş rêdidin. Em ummeta Muhemmed (a.s) jî van îbretên balkêş û zîheyat fêm nekirîye û negirtîye. Daxwezîyeke taybetî û nalîneke Mela jî ev e:
Wê firqetê ebter kirin Feryad ji deste firqetê
Jar û ze’îf û zer kirin Feryad ji deste firqetê
Firqet; çi ji bo işq û evînê, çi ji bo siyaset û beşerîyetê, çi jî ji bo çûyîna binê xetê an jî dervayên welatan be ti carî ferqek nîne. Bila temamên van fîraqan tunebin. Gelo ji xwe ji bo vê yekê nîne;
Dinya bi min mij bû xemam xew ji çe’vanê min heram
‘Umrek bi vê halê hemam feryad ji deste firqetê
Belkî, firqeta Mela Ehmedê Xânî jî ev e:
Tasek ji vê ava zelal nadim bi Ava Kewserê
Levhatina Qesra Şêrîn jê nabînim tu meferê
Xuya dike ku; Kurd ne tenê di hola eşq û evînê de, bi heman rengî di meydana beşerî û sîyasî de jî di firqetê de ne. Yek dil lê bûye çar dax û çar par. Levhatinên gelan belkî ji wan re bûye teselliyeke derewîn; lê yê Kurd û Kurdistan tesellîyeke derewîn jî tune. Memo, Zîna Zêrîn wenda kirîye; Sîyabend bi hesret û kul û kesera Xecê di Çîyayê Sîpanê de bayê binî bûye. Şêx Seîdê Palo, li Amedê, Qazî Mihemed li Mehebadê berdar dibe. Welatê xerîb û xerîbistanê bi hesreta welat, çav li rê can da. Seîdê Nûrsî, li welatê Romê li heps û zindanan gerandin! Îro qebra Seîdeyn tune, Seyîd Riza, Xalidê Riza… tunne. Qebra bi hezaran leheng, şêx û aliman, axa û began tune. Ma Helepçe ji bo çi mij û duman e? Firqeta Mela, êş û birînên wî jî bi vî rengî ye. Ev firqeta hanê li serê kê be, li serê kevir û daran be ew jî qey nabêjin;
Vê firqetê ebter kirin/ Feryad ji deste firqetê
Ji bo vê derd û belaya bêderman e ev nalîna Melê:
Sewda û sews û gêj kirim pir her dû dil xûn rêz kirim
Firqet derd û belayeke dijwar e. Lazim e ku bêpayan nebe, dawî were. Cizîrî, ji serî heta binî deng û behsa firaqê tîne ziman. ‘Eqîbet mizgînan jî dide. Belkî ev wuslet û mirad e. Belkî ji serfirazîya çand, edebiyata Kurd e. Em baş nizanin; belkî jî ev azadî û yekîtîya çar-parên Kurdistanê ye!.. Gelo ev çi mizgînî ye?
Minnet me Dîldar e xwe dî Disa ji nû yarê xwe dî
Siltan û xwend-karê xwe dî Feryâd ji deste firqetê
Yar a Mela; “kakûl reş e, çav sumbil e, sosin û gul e; xan û şehê şîrîn û zeban e..”
“Ziman” her daîm li ba Mela sernameya gotinan e. Ziman nebe gotin jî nabe, gotin nebe têkilî nabe, têkilî nebe işq û evîn jî nabe. Evîn nebe muhebbet, miraz, îstiqrar û asayiş tucarî nabe. Îro ev nebaşîyên dinê, taybetî jî yên ummeta Îslamê qey ne ev in? Ziman hebana, çi îşê me bi tefrîqe, neyarî, koçberî û komkujîyan dibû? Ommet gerek van firaqan ji xwe dûr bixe. Ji ber wê tê gotin:
Derdê xedar bi’m firqet e Firqet ji can pir zehmet e
Me’ne û êş û agirê fîraqê jî her kes nizane. Bizane jî nikare bîne ziman. Kê dizanî?
Narê firaq û suhtinê êş a xedengê nohtinê
Pirskin ji ‘aşiqan tenê Feryad ji deste firqetê
Cizîrî, di vê daxwazîya xwe de gelek israr jî dike teqez nasnameya ‘aşiqan jî dide.
‘Aşiq ev in her dimirin Çen-yek di remzên dilber in
Keyber li dil min bêhtirin Feryad ji deste firqetê
Firaq û firqet kul û birînek wisan gewre ye ku dermanê wî yê herî mezin jî dîsa di’a ye. Hem ger “Di’a me nebe çi qiymeta me he ye!” Madem çareya qetî bi di’ayê çareser dibe, naxwe lazim e ku di’a jî gerek bi dil be. Mela, ji Dergâha Îlahî jî ricakar e:
Ya Rebb bi dîdarê xwe kî min wasilê Yarê xwe kî
Bes sohtinê narê xwe kî /../
Daxwazî jî ev e:
Me’j dostê satek dûr nekî /Perkende û mehcûr nekî
Dîsa ji nû dil-hûr nekî / Feryad ji deste firqetê
Em jî bi can û dil ji bo gotin û daxwazîyên Mela dibêjin amîn. Îlahî amîn! Wesselam.