Gelek şair hene ku di edebîyata Kurdî de kûr bûne û bi helbestên xwe bûne sitêrkên ronî yên dîroka edebîyata Kurdî.
Mehwî, ‘Arif û şairekî mezin yê Kurd e ku helbestên wî ji Kurdistan û Silêmanîyê digihaştên koşka Siltanên ‘Usmanîyan li Stenbolê.
Heta niha beşeke mezin ya jiyana Hezretê Mehwî baş nayê zanîn û veşartî maye. Bi tenê çend çavkanî yên kurt hene ku qala jiyana vî şairê mezin yê Kurd kirîye û ji xendî wan tiştekî din tuneye! Mixabin lêkolîner û hogirên Mehwî jî heta niha bi qasî lazim lêkolîn derheqê jiyana wî nekirine û bi tenê ehemîyet dane alîyê wî yê edebî ku ev hewl û cehd jî heta cîhekî dibe sebaba dilxweşîyê. Di serî de, mixabin Mehwî bi xwe jî di tu derê de qala sala wîladeta xwe yan bûyerekî din ya jiyana xwe nekiriye.
Mehwî navê wî Muhemmed e û kurê Mela Wesmanê Piçûk (Mela ‘Usmanê Piçûk) kurê Mela ‘Usmanê Mezinê Balixê kurê Hacî Mela ‘Elîyê Girdê kurê Pîr Mehmûd kurê Pîr Xidir kurê Pîr Reş kurê Pîrelyas kurê Mîrê Sorê Berzencî ye. Di serî de nasnava “Meşwî” bi kar anîye lê dûra guherandîye û kirîye “Mehwî.”
Mamosta ‘Ebdulkerîm Muderris derheqê malbata Mehwî de wisa dinivisîne: "Bavê Mehwî navê wî ‘Usman bû, wek mela ‘Usmanê Piçûk dihate naskirin, Ji ber ku piştî mirina bavê xwe welidîye û li ser wesîyeta bavê wî navê ‘Usman lê danîne."
Ev Mela ‘Usmanê Pîçûk lawê Mela ‘Usmanê Balixî ye. Piştî damezrandina Silêmanîyê ji Balixê hatiye û li cihê ku niha Xangeh/Dergaha Mehwî lê ye Mizgefteke piçûk ava kirîye û heta mirina xwe li wê derê pêşnimêjî (Melatî) kirîye û ders gotîye.
Mela ‘Usmanê Mezin yanî kalikê Mehwî dostê Şêx Ebdulkerîmê Berzêncê bû û feqîyê Xalidê Mikaîlî bû. Şêx Ebdulkerîm ji ber vê naskirin û dostanîyê Mewlana Xalid hanîye cem Mela ‘Usmanê Mezinê Balixî ku di hefteyekê de dersek yan du dersan bide wî.
Piştî wefata Mela ‘Usman lawekî pîreka wî çê dibe û li ser wesîyeta wî, navê wî lê dikin û navê wî datînin ‘Usman û bê bavê xwe mezin dibe, heta ku ji bo xwandinê tê şandin. Wê demê Mewlana Xalid (Şehrezorî) ji Hindistanê bi meqamê şêxîtîyê vedigere û xelk jî diçin ziyareta Mewlana Xalid.
Dema ku digihêjin û nêzîkî Mewlana dibînin ku xelkeke pir li dor wî civîyane. Hezretê Mewlana bang dike û dibêje "Rê li wî lawikê piçûk (Mela ‘Usmanê bavê Mehwî) vekin, bila were cem min." Dema ku diçe xizmeta Mewlana, pir merhemet û qencîyê lê dike û kumê di serê xwe da datîne û dixe serê Mela ‘Usmanê Piçûk û dibêje, "Lawiko! Ez deyndarê bavê te me, vî tiştê min kir edakirina wî deynî bû."
Piştî vê bûyerê Mela ‘Usmanê Piçûk her daîm pêşketinê di xwe da dibîne û her roj baştir têdikoşe û dibe zilamekî seramed (jîr û zana) û xwandina xwe diqedîne. Dûre ji bo di warê terîqê de pêşkeve bi Şêx ‘Usman Siraceddîn re dikeve têkilêyê. Dûre, Dema Şêx ‘Usman vedigere Hewramanê, Mela ‘Usman tenê carekî diçe xizmeta şêx ‘Usmanê Biyareyê, ku çawa diçe wî dike xelîfeyê xwe û Şarbajêr û derdora Silêmanîyê dide destê wî û ew jî li wan deran îrşadê dike û her daîm bi wan re di nav têkilîyê de dibe, û bi vî awayî meşxûlê îrşadê dibe û heta wefata xwe dewam dike û li girdê (Şêx Mihyeddîn) tê definkirin.
Mehwî navê Mela Muhemmedê kurê Mela ‘Usmanê Balixî ye. Ji nevîyên zanayê navdar “Şêxê Reş” e. Wek me behs kir navê kalê wî jî wek navê bavê wî ‘Usman e. Di dema damezrandina Silêmanîyê de, bi Şêx Marifê Nodê re hatiye vî bajarê nû. Balix navê gundekî nahiyeya Mawetê li Şarbajêrê ye.
‘Elaeddîn Seccadî derheqê sala wîladeta Mehwî texmînek wisa dike; di sala 1830 (mîladî) de welidîye. Lê Emîn Zekî îşaretî sala 1836an dike. Kakeyê Felah û Marif Xiznedar sala 1831an wek sala wîladeta wî zanin. Lê belê Sidiq Borekeyî dibêje ku qaşo destnivîseke kevn dîtîye, tê da gelek helbestên Mehwî hene û li wê derê têgotin ku Mehwî di sala 1829 ê mîladî ango 1245 ê hicrî li Silêmanîyê hatiye dunyayê.
Bavê Mehwî, Xelîfeyê Şêx Siraceddînê Tewêlê ye. Di heft salîya xwe da dest bi xwandinê kirîye û demekê li cem bavê xwe xwandîye. Dûre bi vê armancê berê xwe daye Sine û Sablaxê (Mehabad) û li cem Mela Ebdullayê Pîrebab xwandina xwe domandîye. Li gor Mamosta Muderris 3 salan li cem wî maye. Dûre vegerîyaye Silêmanîyê û di wê demê de li cem Melayên herî baş ê serdemê hinek ders xwandîye. Dûre ji bo xwandina xwe bidomîne ji zanayê navdarê wê deme “Muftî Zehawî” dersê digre.
Mehwî li Bexdayê ji destê Muftî Zehawî Îcazeya Melatîyê digre. Piştî qedandina zanistên dînî û xwandina zimanê Erebî li cem Zehawî, Mehwî di sala 1859an de îcazeya “Diwazdeh ‘Ilman” digre. Li gor vê texmînê, Mehwî di 30 salîya xwe da xwandina xwe qedandîye.
Mehwî piştî qonaxa xwandinê li bajarê Bexdayê dimîne. "Mehwî di sala 1859an de ji teref Muftî Zehawî ve wek melayê Mizgefta Îmamê E’zem tê te’yînkirin." Lêbelê li gor Muderris, Mehwî di sala 1862an de bûye melayê Mizgefta Îmamê E’zem. Li gor vê texmînê Mehwî di 33 salîya xwe da xwendina xwe qedandîye, lêbelê texmîna ewil li cem edîb û dîroknasan pirtir hatiye qebûlkirin û di destpêka dîwana wî de jî ev texmîn hatiye nivîsandin.
Dûre Mehwî di sala 1862an (mîladî) dev ji Bexdayê berdide û berê xwe dide zêd û memleketê xwe (yanî Silêmanî). Mamosta Muderris dibêje ku ji ber bê taqetî û bê tehemulîyê ev kar kirîye. Vê carê li Silêmanîyê dest bi karê mîrtîyê dike û wek endamê dadgeha Silêmanîyê tê te’yînkirin û heta wefata bavê xwe di sala 1868an wisa dewam dike.
Piştî bavê wî wefat dike ew jî êdî dest ji dunyayê vedikşîne û dev ji karê mîrtîyê berdide. Di mizgefta bavê xwe da û di şûna wî de dest bi gotina dersên dînî dike û hinek feqî ji herêmên Silêmanîyê û derdorê têne cem wî. Ji ber ku bavê Mehwî xelîfeyê Şêx Siraceddîn bû ew jî bi Muhemmed Behadînê kurê şêx re dikeve têkilîyê.
Li gor Emîn Zekî û Seccadî; Mehwî di sala 1883yan de ferîzeya hecê bicîh anîye û piştî hecê ji Hicazê diçe Stenbolê. Li wê derê zilamên mezin yên Kurd diçin dîtina Siltan Ebdulhemîd. Lê ya girîng ev e ku ev dîtin dibe sedem ku Xangeh/Dergaha wî ji terf Siltan ve bê nûjenkirin. Êdî Mehwî heta mirina xwe li Silêmanîyê dimîne û bi gotina dersê mijûl dibe.
Wefata Mehwî
Wek alîyên din yê jiyana wî dîroknas di diroka wefata Hezretê Mehwî de jî li hev nakin û texmînên wan yên ji hev cuda hene. Heger em di serî de ji beytên helbestên Mewhî destpêbikin em dibînin ku bêguman ji 70 salî zêdetir jiyaye. Ev her du beytên helbestên wî ji bona vîya delîl e ku dibêje:
Esîr û seydî qeydî keyd û şeydî nefsî emmarem
Le dest em mare bedçare, çîye çarem, xuda çarem
Le hefta têperîm û hefteyek bo dîn û dunya
Be karî xom û karî kes nehatim, wey çi bêkarem
Heger em hemû çavkanîyên ku qala dîroka wefata Mehwî kirine bicivînin, em dikarin şeş çavkanîyan bidest bînin, ku wisa ne: Mamosta Ebdulkerîm di “Binemaleya Zanyaran” û Mamosta Seccadî di “Dîroka Edebîyata Kurdî” de Sala 1904a mîladî wek sala wefata Mehwî datînin. Mamosta Secaddî di vî warî de wiha dinivîsîne, “Mehwî di sala 1904a a mîladî, di emrê 73 salî de şerbeta mirinê vedixwe û li Xangeh/Dergaha xwe tê definkirin.” Gerçî, Marif Xeznedar jî sala wefata Mehwî wek 1906 destnîşan kiriye. Lêbelê Emîn Zekî li gor agahîyên ku ji Elî Kemal Bapîr girtîye texmînek dûrtir ji yên berîya xwe tîne ziman û dibêje di 5ê Remezana 1327 a hicrî – 19ê Îlona 1909 a mîladî de wefat kirîye. Yanî Mehwî di 75 salîya xwe da wefat kirîye.
Di vî varî de helbestvan Bêxud ev besteyê wek dîroka wefata Mehwî destnîşan kirîye:
Ço Beşnîd “Bîxod” wefatê selef
Bê tarîx gofta “’Umer şod xelef”
چو بشنید "بیخود" وفات سلف بتأریخ گفتا: "عومەر شد خلف"
Dema Bêxud Bihîst wefata selef
Ji dîrokê re got “’Umer Bû xelef”
Yanî: dema ku Bêxud wefata yê berîya xwe (mebesta wî Mehwî ye) bihîst, ji dîrokê re got: ‘Umer şod xelef. Wate: ‘Umer bû cêgir. Ev peyva “’Umer şod xelef” li gor hesaba herfên ebced dike 1324 a hicrî.
Di belgenameyên ‘Usmanî de îşaretê dîroka wefata Mehwî hatiye kirin. Heta niha 4 belgeyên fermî derheqê wefata Mehwî de gihaştine destê me û wisa ne: Rêveberîya sereke ya hejmara (6867) ku ji teref wezareta darayî ve hatiye nivîsandin û herwisa wezareta karûbarên hundir nivîsek bi hejmara (797) ji bo walîtîya Musilê şandîye ku van nivîsan ji bo dîyarkirina cêgir/xelefek ji bo Xangeh/Dergaha Mehwî hatine nivîsandin. Van belgeyan tev 26ê şewwala 1324a hicrî û 12ê îlona 1906a mîladî wek dîroka wefata wî danîne ku di wê dîrokê de Mehwî li Silêmanîyê wefat kirîye.
Di naveroka yek ji wan belgeyan de wisa hatiye nivîsandin:
“Gelî mezin û birêzan!
Xebera wefata birêz Mehwî gihaşte me ku bi tenê Xweda ye ku nemir e û xwedîyê hemû kesan e. Gerçî rûhê mezinê merhum li cem xwedayê mezin û mîhreban li meqamekî bilind da ye, lê di dunyayê de jî kesekî hezkirî û xweşgotin û qenckar bû. Haya min ji wesîyeta merhûm çê bû ku berê jî ev wesîyeta wî diyar bû, çûnkî bi bê lêkolîn/analîza metna wesîyetên wî ku negihaştine destê me, em vîya zanin ku derheqê meîşet û jiyana Xangeh/Dergah û pêşeroja vê Xangeh/Dergahê de ye. Ji ber vê yekê îro fermana cenabê paşa gihaştîye destê me û ji bo bicîh anîna wê, alîyên tekilîdar li wîlayetê hatine agahdar kirin. Ev jî xemxwarîya merhûm îsbat dikin. Înşaellah hunê jî wesîyetên merhûm bavê xwe wek wesîyet kirîye bicîh bînin.”
18ê Kanûna ewil ya romî
Wezîrê Karûbarên Hundir
Muhemmed Memdûh
Têkilîyên di navbeyna Mehwî û Siltan Ebdulhemîdê Duyem de
Heta niha tu çavkanîyeke dîrokî yan belgeyek bi eşkere qala têkilîyên navbeyna Siltan Ebdulhemîdê Duyem û Mehwî nekirine. Lê piştî gerîneke zêde di nav arşîva Mehwî de, bi rêya malbata Mehwî me arşîveka mezin ya mehvî dît ku yek ji wan jî name/mektûbek bû ku îşaretê têkilîyên navbeyna Mehwî û Siltan Ebdulhemîdê Duyem dike.
Ew name/mektûb jî bi hejmara 2569an di diroka 14ê Îlona 1888an de hatiye nivîsandin. Naveroka wê name/mektûbê qala telgrafek dike ku bi rêya Hacî Elî Paşa ku li koşka Yildizê fermanber/memûr e ji Astanayê (Paytext/Stembol) ji Mehwî re hatîye şandin. Li ser navê Siltan ji Mehwî dixwaze ku duaya “Hîzbu’n-Nesr” jê re bixwîne. Çunkî wê deme Dewleta ‘Usmanîyan bi Qeyserîya Rûsyayê (Çarlik Rûsya) re di şereke dijwar de bû.
Ku vîya wek belgeya herî kevn ya derheqê têkilîyên Mehwî bi Siltan Ebdulhemîdê Duyem re tê nişandan. Naveroka vê telegrafê wisa ye:
Wezareta Posta û Telegrafê:
Ji: Yildiz
Hejmara Peyvan: 98
Hejmar: 2569
Ji ber ku telegrafeke îstîxbarîye tu rojêk mesûlîyeta wê nayê rakirin ji bo birêz Mehwî Efendî li Silêmanîyê.
Di telegrafnameya dîroka 12ê Gulana 1304a Romî, ji teref xwedîşiko (xwedî hişmet) yê mezin ve fermanek ji paşa hatiye girtin ku Paşa di beyaneka devkî de daxwaz ji weyê birêz kirîye ku; niyaza (Hizbu’n-Nesr) bixwînin. Gerçî di vê telegrafê de qala şekl û coreya vê xwandinê nehatîye kirin, lêbelê wek daxwaz û dua çawa dibe bila bibe, rojê çend caran bila bê xwandin, û ji bo vê yekê her telegrafek ku ji teref we hatiye nivîsandin lazim tê qebûlkirin.
14 – Gulan - 1304
Çend belgeyên ‘Usmanî derheqê fermanên hevkarîya Siltan ji bo nûjenkirin û veqetandina mûçe/xercane ji bo Mehwî hene ku dîroka wan nivîsan 7ê Temmûza 1897an e. Tê de îşaretê veqetandina mûçe/xercane ji bo Xangeh/Dergaha Mehwî hatîyekirin.
Mehwî, piştî temambûn û nûjenkirina Xangeh/Dergahê wek wefa û rêzek ji bo Siltan Ebdulhemîdê Duyem di roja vekirina Xangeh/Dergahê axavtinek wek dua ji bo Siltan dinivîsîne. Mehwî bi dest û xeta xwe ew nivîs nivîsandiye û bi xwe ji beşdarbûyan re xwandîye. Ji ber ku karên nûjenkirinê di bin çavdêrîya Siltan de hatîye kirin wisa xuya ye ku rayedarên Silêmanîyê li wê derê amade bûne. Digel ku axavtin ji 6 rûpelan pêk hatîye lêbelê tu dîrok li ser nehatîye nivîsandin. Digel vê yekê axavtin tije ye ji hunerên derûnnasî/psîkolojî ya Mehwî. Pir ecayîb e ku hewl daye di hemî ayetên ku ji vê rûpelê heta rûpela din tê da peyva (el-Hemîd) derbas dibe, xesletên Siltan Ebdulhemîd têda bicîh bike. Bi Esmayên Husna dest bi axavtina xwe kirîye û Selewat ji Pêxember (Selat û selamên xweda li ser) re anîye. Dûre dest bi pesindayîna Siltan Ebdulhemîd kirîye. Ev çend cumleyan nivîsandîye:
“Di rojên di bin sîya dewletek ji sîyên xwedê û xelfîyê Pêxember, Mewlana Siltan Xazî Ebdulhemîdê kurê Siltan Xazî Ebdulmecîd, xwedê bereketê têxe ‘emr û dîn û padişahî û zarok û malbata wî.” Di rûpela duyem da hatîye gotin: …ku Xweda Siltan ji hemî bela û musîbetan biparêze…
Di dawîya axavtinê de çend niyaz û dua ji Siltan re hatiye kirin û daxwaz ji Xwedayê Hemîd têkirin ku ji bo xatirê van ayetan daxwazên wî qebûl bike: Dua; “Ellahê min! Ey Ğenî, ey Hemîd, ey xwedîyê ‘Erşê Mecîd, Ey ê ku çi dixwaze dike, em ji Te dixwazin ji bo xatirê van ayetan duayên me qebûl bikî û di demeka herî nêz de îcabet bikî û Selatên Ellah li ser Muhemmed Nebî û zewcên wî ku dayikên Muminan e, zurrîyeta wî û ehlê beyta wî be çawa ku te di aleman de selat li Îbrahîm û malbta Îbrahîm kir. Bê guman Tu Hemîd î.”
Dûre Mehwî xwe bi vî awayî dide naskirin; xwe wek evdê zeif û nivîskarê vê duaya pîroz ku ji bo melikê Letîf bi hêvîya qebûlbûna wê hatiye nivîsandin û di binî de jî wek xwe Muhemmed Mehwî Xalid nasandîye. Xwe nisbetê Mewlana Xalidê rêberê tirîqê kirîye.