Serûbin bûye îro civat û welat
Tê de nemaye xîret û xelat
Diherike fena Çemê Dîcle û Firat
Heland cewherê min tê de û hilat
Dinya li derdora xwe digere
Bisekine û li cewherê xwe vegere
Gava ku te got ez jê fitilî
Tê zanibe ku tu xelas bû û filitî
Ey Xwedayê kes û bêkesan
Qet nehêle me bi xwe nefsan
Hekena em ê mayînde hefsan
Heta hetayê bimîne d-zindan
Min û nefsa min mehêle rû bi rû
Şeytan neyarê diyar e nede li dû
Dilê xwe nebijîne û xweziya xwe pê nîne
Yên siwar û peya hemû tê de fûriyan çû
Tavilê vegere ba Rebbê xwe
Tobedar be ji gunehên xwe
Ev dinyaya cezb û xapînok
Bila nekişîne ber bi xwe şeytanok