MEDRESA MÛHEMMEDÎYE
Medresa Mûhemmedîye li Qoserê li mehella cimhûriyetê ye. Medreseke weke navê xwe şîrîn û welûd e. Pêşî navê vê medresê ji ku tê. Avakerê vê medresê Seyda Mela Mihemmed Xursîye. Seyda ji hêla terîqetê ve bi Şêx Mûhemmed ‘Erebkendî ve girîdayîye. Navê pîrê terîqetê jixwe Hz. MÛHEMMED (‘e.s)e. Li gorî ehlê terîqê, dema ku sê navê şîrîn hatin cem hev, encam dibe “MÛHEMMEDÎYE” Erê, şîrînbûna navê medresê ji vir tê. Lê welûdbûna wê, ji xizmeta wê ya ‘ilmî û ji mucazên wê yên ku gelekê wan bûne muderris û wan jî weke seydayê xwe medrese vekirine û ‘ilmê li vê heremê belav dikin tê.
Seydayê medresa Mûhemmedîye Mela Mihemmed Xursî jî weke hemî melayên herêmê, li gelek cî û deveran û li ber destê gelek seydayan xwendîye. Lê îcaza xwe, ji seydayê Mela ‘Ebdullahê Sergelya girtiye. Sergelya gundekî Çinara Diyarbekirê ye. Seyda piştî ku îcaza xwe distîne, medresa xwe ya yekem texmînî di sala 1969an an jî 1970yî de li gundê Balovê (Balofisê) vedike û dest bi miderristîyê dike. Piştre bi çend sala weke melayên herêmê, diçe çend gundên dî û metoda medresa xwe û hinek feqîyên xwe bi xwe re dibe wan deran. Bi vî hawî zêdeyî 30 salî li gundan dersan dibêje. Ev 15 sale jî ku li Qoserê bi cî bûye û medresa xwe ya bi navê MÛHEMMEDÎYE vekirîye.
Medresa Mûhemmediye li ser çar qata avakirîye. Binê wê mescîd e. Her sê qatên din medrese ne. Heta 50 feqî tê de bi cih dibin. Hemî ‘hewceyîyên feqiyan bi şiklekî ri’het tê de bi cih dibin. Ne gelek konfor e lê weke dema berê ne tenê ji hicrekî îbaret e ku wê demê him ders him xwarin û him jî razan têde bû. Ji ğeyrî seyda Mela Mihemmed, çend miderrisên din jî hene. Alikarîya seyda dikin. Şiklê tehsilê di vê medresê de jî, şiklê kevn yê medresên Kurdistanê ye. ‘Ilmê ku tê de tê tehsîl kirin, ‘ilmê klasik ê di medresên Kurdistanê de ye. Di heqê xwe nûkirin û dersên nû de weke ‘ilmê ‘hisabê de seyda hew dibê “Xwezîya me kariba bikira. Lê ji me çû.”
Debara medresê, ew jî weke tehsîla medresê bi şiklê berê ye. Yanî bi xêr û xêratên maldarê heremê ye. Di vî warî de seyda weha qut û hûr û kûr bersiv da. “Geh bi têrî geh jî bi birçî derbas dibe.” Heta kîja astê ders tê dayîn? Seyda dibêje “heta nîhayetê em dersa dibêjin. Bes bera xwendevan hebin.” Jixwe micazên seyda gelek in. Heta niha zêdeyî 30 kesî ji medresa seyda ku li ber destê seyda xwendine, îcazet girtine. Mucazên seyda yên ku niha miderrîsin evin: 1. Seyda Mela Beşîr 2. Seyda Mela Îbrahîm Kaplan 3. Mela Mehdî 4. Mela Nezmî 5. Mela Hemza 6. Mele Yusûfê Qesrîk 7. Seyyîd Mela Hesen. Ev her heft kes niha medresên wan hene û dersa dibêjin. Jiber vê yekê me got medresa Mûhemmediyê medreseke welûd e.
Tesnîfatên seyda jî hene. Lê wekî seydayên berya xwe, ew jî naxwaze eşkere bike da ku îxlasa wî xera nebe. Lê bi israra me îfade kir ku bi navê “Nezma Şîrîn Der Mewlîd û Sîreta Resûlê Emîn” Mewlûdek nivîsandîye. Ferqa vê mewlûdê ji yên berya xwe bi zimanê seyda ev e: “Min ji ber xurafeyên di hinek mewlûdên kevn de, sîreta pêxember (‘e.s) bi nezma kurdî nivisîye da ku him bê fêrkirin û him jî ji xeletan pak be. Gava ev nezm li ku bê xwendin, guhdar hew siyerê seh bikin.” Mewlûda seyda bi vê çarînê dest pê dike.
Ey bira bizan ku Heq Tea’la
Fedla resûlê me kirye e‘la
Nubwet û rîsalet pê xîtam kir
Şerha resûlan bi wî temam kir
Dane wî mucîzatê pir mazin
Qur’an e serok tim wê bixwazin
Ellah ji nebiyan girte peyman
Yardim dê bikin pê bînin îman
Mizgîn wan didan cîlek li pê cîl
Wesfê wî didan Tewrat û Încîl
Ellah û melek selatê tînin
Hun jî pir bidin birayê mu’min
Ji ğeyri vê mewlûdê, şi’rên seyda yên bi kurdî û yên bi ‘erebî jî hene. Lê hê ew çap nekirine. Di mijarên pêş de înşallah emê çend şi’rên kurdî jî di vir de biweşînin.
MEDRESA HZ. EBÛBEKIR
Ev medresa me, ji Qoserê bi qederê 4 km dûre û li ser rîya Rihayêye. Di nava 4 donim erd de hatîye avakirin. Ji vî 4 hezarî 1100 metro medreseye. Ê mayî tev hewşa medresê ye. Maşallah seydayê medresê, tevde ji feqîyan re kiriye dar û ber. Banîyê medresê, îdara bazara genim e. Weke sûkeke genim li wê derê ava kirine. Îdara vê sûkê li kêleka sûkê, li ber rêya mezin jibo îbadeta esnafan û karkerên sûkê, him camî û him jî medrese ava kirine. Maşallah camîya xwe bêqusûr ava kirine. Binê camîye jî jibo medresê texsîs kirine. Jiber ku di asta projeyê de tu seyda li cem wan tine bûye û bi seydakî re neşêwirîne, medrese ji çar dîwaran îbaret hatîye çêkirin. Piştî ku seyda tayînî camîyê dibe, dinêre ku ne metbex, ne cîyê razan û xwarinê, ne jî hucreyên dersdayîn û xwendinê hene. Ji nû de gazî îdarê dike û van hewceyîyên medresê yek bi yek ava dike. Niha jî wexta ku meriv li medresê dimeyzîne, heşkereye ku ev hicre û miştemîlat tev di pey de ava bûne.
Kapasîta vê medresê heta 40 feqîyî ye. Lê niha nêzi 30 feqe lê dixwînin. Tedrîsat heta niha li vê medresê heye. Ev pênc sal e ku medrese di xizmetê deye. ‘Ulûmê ku halê hazir tên tehsilkirin, di medresê de evin: Serf, nehw, fiqih û tefsîra ‘ilmê wed’ê, ‘ilmê munazerê, ‘ilmê tecwîdê, ‘ilmên usûlan, hedîs, tefsîr, fiqih û sîyera pêxember. Di pêşerojê de daxilkirina ‘ilmê kîmyayê heye. Ewê ji teref mamostekî xaricî ve ev ders bête dayîn. Medresa me mucazên xwe yên ewil sala çû dane. Pênc feqîyan ‘ilmê xwe li temmetê xistin û îcaza xwe girtin.
Debara medresê bi vî hawî ye: Esnafên bazara genim, hemî lazimîyên feqîyan dane ser xwe. Çi neqdî û çi jî erzaq û hewceyîyên din, esnaf wan pêk tînin. Belkî ji medreseyên herêmê yên ku bê zehmetî debara xwe bi her hawî dikin, yek ev medreseye. Medreseyên dî jî li vê herêmê li xwe naheyirin, lê belê di mesela neqdê de carna zehmetê dikşînin.
Seydayê medresê Mela Mehdî Ocak e. Seyda ji Hezexê ji gundê Kefşîne. Herî zêde ‘ilmê xwe li Qoserê li ba mela Mûhemmed Xursî xwendîye û li ba seyda îcaza xwe girtîye. Heman piştî girtina îcaza xwe, dest bi vekirina medresa xwe dike. Medresa ewil li camiya Hz. Ömer a li ser rêya Girmelêba vedike. Bi qederê çar salan li wir dersa dide. Pişt re tê camiya Abdurrahman Doğru, li wir jî nêzi pênc salan feqîyan xwedî dike. Pişt re tayîna wî tê vê camîya sûka genim. Xweda Te’ala himmetên hemî seydayan zêde bike.
MEDRESA TÛMIKA JÊR
Ev medrese li gundê Tûmika Jêr a li ser rêya Mêrdînê ye. Medrese, bi navê gund bi nav bûye. Medrese li ser ersakî 500 m2 bi mîqdarê 160m2 hatîye lêkirin. Merdese li ser sê qata ye. Qatek jê mala melayê camiyê ye. Ên din medreseye. Heman li ber camîya gunde. Kapasîta medresê 30 kes e. Niha li medresê 21 feqî tehsila xwe didomînin. Li vê medresê jî ‘ilmê serf û nehwê, ulûmên usûlan û hemî ‘ilmên li nav medreseyên Kurdistanê têne xwendin. Dîsa ev medresa me, bi hatina seydayê mela Nezmî ku dibe melayê gund û bi teşwîqa seyda, ji teref gundîya ve ava bûye. Ev 15 sal e ku tê de perwerdehîya feqîyan û dengê xwendina ayet û hedîsan bilind dibe. Heta niha bi sedan feqî hatine û çûne. Mucazên vê medresê hene. Debara medresê bi piranî li ser gundîya be jî, dewlemendê derdorê jî alîkarîya feqîyan dikin.
MEDRESA TÛMIKA JOR
Ev medrese jî bi navê gundê ku lê ava bûye hatîye binavkirin. Tûmika Jor jî, weke ji navê wê tê fêhmê, nêzî Tûmika Jêr e. Ev medrese bi pêşkêşiya melayê gund û alîkariya dewlemendên gund bi şiklekî xweşik hatîye avakirin. Îmkan û şertên vê medresê jî weke şertên medresa Tûmika jêrin e. Ji hêla xwendinê jî, ji hêla aborîyê jî weke hev in. Heta nivîseke din emanetî XWEDA bin.