Her wekî ku tê zanîn; Ustad Bedî‘uzzeman di hengama qiyama Şêx Seîd de ji welatê xwe hat sirgûnkirin û hew li welatê xwe vegerîya. Zîndan û sirgûn bûn qedera wî û li pêy şopa wî gerîyan.
Dema em li Kullîyata Rîsaleyê Nûr mêze dikin em dibînin ku wî gelek caran welatê xwe bi hesret bibîr anîye. Dema nameyek ji welat jê re hatiye an şexsek hatiye ziyareta wî ustad gelek kêfxweş bûye, carna jî bi hêstirên çava miasfirê xwe verê kiriye.
Ev helbest jî wek med‘hîye bo ustad ji teref şagirtekî wî yê mela ve jê re hatiye şandin. Bes navê helbestvan di medhîyê de ne diyar e. Gelo ev helbest çima neketiye nav Lahîqeyan û nehatiye qeydirin em nizanin. Dibe ku ji ber şert û mercên demê be. Di Lahîqeyan de nehatibe weşandin jî ev helbest di arîşîva şagirdê ustad ê bi navê Se‘îd Ozdemîr de hatiye parastin. Mufit Yuksel ji arşiva Ozdemîr ev helbest girtiye. Em jî li vir wê helbestê latînîze dikin û digel orjînala wê teqdîmî we dikin.
Bîsmîllahîrre‘hmanîrehîym
‘Hebîba min tebîba min, yeqîn serdarê xûbanî
Di ‘husna Yûsûf î îro, li milkê dil Sûleyman î
Te rend û dilber û qencan, li xu medhûş û sewda kir
Nizam Harûn û Mûsa, ya sifet ‘Îsa û Loqman î
Bi durr û şehrî temsîl û şekerlefzê leb û le’lan
Te rakir xesteyê sedsale, lê xweş kir Musulman î
Di tewzîh û beyana te, ku bê wicdan û însafê
Dizanit muxteser her kes, mucerred feyzê rû‘han î
Dema şemsa mu‘heyya, te cîhan kir serteser enwar
Di şerq û ğerbê ‘alem, nusbê kir rayatê îmanî
Di tefsîr û beyana vê kîtaba kaînatê da
Ji feyza ruşhetek fûrqan, muheqqeq behrê ‘irfanî
Di ‘ilmê zahirî yekta, reîs û pêşîwayî tû
Di fennê batinî, ya şah î ya Geylanîyê sanî
Di tecdîdatê dînî, hem di tehqîqatê îmanî
Diyaûddînê Xalid, hem muceddîd Qutbê Rebbanî
Di hedma felsefa kufrê, di ‘heqqa înşa a Îslam
Huseyn û rehmetullah huccetul Îslam û Nu’manî
Di me‘hwa cumle kufrîyyat û îbtala sihirbaza
‘Esa û zulfeqar û ayetul kubra û fûrqan î
Di îsbata wucûd û we‘hd û ta Xaliq bi enwa‘î
Berahîn û edîllê qati‘e, wek (behra) ‘umman î
Di tefsîla ku Qur’ana hekîm, mu’cîz bi çil wechî
Di keşfa kenzê esrar û heqaîq da bîla san î
Di tesbîta ku Mewlana Muhemmed Seyyîdê ‘alem
Resûlê e’zem e, qemqamê emmaratê şemsan î
Kesê îmani tehqîqî, divê wî durre ên ğalî
Bira bêtin bi dil guhdin, rîsalatê di nûranî
Beşarat û rumûzê ewlîya, derheq te da zehhf in
Ku lew keşf û keramat û bedî’ û lutf û îhsan î
Ji nûra seyyîdul kewneynê nesla hezretus-sibtey-
Nî dew a qurretul ‘eyney nî lewra hakezeş-şanî
Di ewsafê cemal û hem kemala qameta yekta
Ze‘îf û ‘aciz û lal û geda yim şah û sultan î
Şukur lîllah, ji hewza kewser û ‘eynul-heyata te
Sura‘hê mey dinoşin em, bi şewq û zewq û şîranî
Ji ferqa tel‘eta nûrîn sifetbulbul dixûnim ez
Heye carek kula weslet, ziyaret kim di bostanî
Ji wê kenz û kerem, ğeyrî muğeyya wasiq e hêvî
Bide qelb û tereqqî ‘acizî, kûrî şeqî can î