Bi hezaran felsefa
Em kirine çend refa
Nemaye ‘ehd û wefa
Ma qe carek nabînî
Em kirin dijmin bi hev
Em dane kuştin bi hev
Hişê me birin bi tev
Ma qe carek nabînî
Me Qur’an kirye ji bîr
Ji lew em bûne hêsîr
Li sîngê me hezar tîr
Ma qe carek nabînî
Dijmin li me bûne yek
Em xwarine yek bi yek
Tengbû li ser me felek
Ma qe carek nabînî
Ew dîroka bi zêrîn
Dewra eshabê şêrîn
Nûra Mûhemmed Emîn
Ma qe carek nabînî
Ev çi şerm û xwelîye
Ma ne eybû fedîye
Tu kurê şêr ‘Elîye
Ma qe carek nabînî
Dîsa derê meydanê
Hilde ala Qur’anê
Li hember vê talanê
Ma qe carek nabînî
Bi navê medenyetê
Em xistin çi zilletê
Vê xwîn û vê wehşetê
Ma qe carek nabînî
Medenyeta bêûjdan
Bêşefqet û bêîman
Dinya kiriye wêran
Ma qe carek nabînî
Hezar fê’lê şeytanî
Ewrûpa l-ber me danî
Her tişt bûye xuyanî
Ma qe carek nabînî
Dîsa wek bav û kala
Şûr bikşîne ji kala
Li hember van bêola
Ma qe carek nabînî
Rabin bibin yek millet
B-doza heq û edalet
Ferze li ser me wehdet
Ma qe carek nabînî
Roja-m bibin yek ummet
Emê bibin yek dewlet
Wê bê şeref û izzet
Ma qe carek nabînî
Çi girîn û nalîne
Çi qêrîn û zarîne
Dilê me sed birîne
Ma qe carek nabînî
Ev çi halê xerabe
Kekê min weha nabe
Ji xewê şîyar nabe
Ma qe carek nabînî
Her çî xelkê misliman
Bûne hêsîr û xûlam
Girane derdê giran
Ma qe carek nabînî
Çima nayê bîra me
Doza bav û kalê me
Ka ev çiye halê me
Ma qe carek nabînî
Ev hal bi me nakeve
Çi girîn roj û şeve
Nagere ziman deve
Ma qe carek nabînî
Jibîr bûn ‘emelê baş
Em ketine rêyê şaş
Însan bûne şaş û faş
Ma qe carek nabînî
Şeref bi Îslamêye
Îzzet bi îmanêye
Xelasîb Qur’anêye
Ma qe carek nabînî