Nayê bîra te, qet Xwedayê te
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Ji bo ta’etê, ğîret nayê te
Ma hê tu di bê, ez Misliman im?
Razan û xew pir bi te şêrîn e,
Wexta limêjê, d’xewda dimîne.
Nizanî kengî pêncşem û îne,
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Qebûl dikî tu, xaliq e Xweda;
Çi tiştê heyî, ji bo me wî da;
Lê qebûl nakî, hukmê wî dîsa;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Çûn û şopa te, xwar û nebaş e;
Rîya tu li ser, ğelet û şaş e;
Şeytan di dest xwe, te diguvaşe;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Li ber ça’vê te, birayê tey dîn,
Zulmê dibînin, l’te dikin zarîn;
Xwe naleqînî, li wan naḥisîn;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Na şewte dilê te l’ser mu’minan,
Tu d’bê ḥeq kirne, çi tê serê wan;
Di ḥeqqê wan tim, dikî sû-î zan;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Ḥesnakî tû qet, ji ehlê îman;
Bi te xweş nayê, xuya bî ji wan;
Kes nabîne te l’mizgeftê yek an;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Bi mu’minan ra, nakî hevâlî;
Bi dijminan ra, timî hem-ḥalî;
Xurtî li kû be, tu li wî âlî;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Meyl û ḥubba te, li ser kufâran;
Wekî wan dijî, d’sibḥ û êvâran;
Destê te di nav destê neyâran;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Didî dijminan, qedr û rûmetê;
Berê tîrê te, timî l’ummetê;
Kirye stûyê xwe, toqa zîlletê;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Sebba mu’mina, kârê teye her;
Li gorî te ew, kêmin bi yekser;
Cahilin mu’min, nabin munewwer (!)
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
‘Eybê mu’minan, b’serê derzîyê,
Mezin dikî wan, d’bînî wek çiyê;
Hicûm dikî wan, wekî lehîyê;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Lewmê nakî li bê ol û pîsa;
Çiqas xerab bin, nabînî dîsa;
Zewqê distînî, ji cem îblîsa;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Bawer dikî ji gotnê neyâran;
Ji bêbextîyê wayî b’hezaran;
Xwe nadî alî, j’cem wan tu caran;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Ey şaş û gêjo, vêya bizane!
Gotina bi dev, ew ne îman e!
Tu dibê ma qey, cennet erzan e;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?
Roja ḥîsabê, ev kirnê hanê,
Zerre zerre wê derên meydanê ;
Ḥîle-w xapandin, nabe d’mîzanê;
Ma hê tu dibê, ez Misliman im?