Xweda j-tuneyî çêkir
Feleka bêqûsûr ma
Ji afirandina bi sirr
Alem tev heyirî ma
Çerxa felekê fitilî
Dîrokek biğemgin ma
Gelek tişt têd sebiqî
Mîratek bê xwedî ma
Di piştî fecra sadiq
Şeveqa derewîn ma
Piştî sitêrka bişewq
Çirûska bêronî ma
Ji weswesa îblîsî
Ji Adem ra nefî ma
Ji Ademê dilzîzî
Qabîlê birakuj ma
Ji înata kuffarî
Nifira Nebî Nûh ma
Ji keştîya Nebî Nûh
Çend textikê rizî ma
Pey Eyûbê birîndar
Sebra li ser sebra ma
Di bin bîra tarî da
Ew Yusûfê Ye’qûb ma
Ji bavê me Îbrahîm
Baxê gul û rihan ma
Ji Nemrûdê zilimkar
Agir û mencenîq ma
Ji Mûsaw bira Harûn
Deh şîretên qewî ma
Ji Fir’ewnê pir mel’ûn
Cesedekî delîl ma
Ji ‘Îsa kurê Meryem
Mizgînîyek şêrîn ma
Ji nezanên di dûra
Xaçeke reqî rût ma
Ji Mûhemmed Mistefa
Hezkirinek mezin ma
Di piştî çûna emîn
Sunnet û hem Qur’an ma
Piştî ku Siddîq çûye
Ji me re xiyanet ma
Piştî ku Farûq çûye
Ji me ra zilmetî ma
Piştî zînnûreyn çûye
Ji me re bêfedî ma
Piştî ku Kerrar çûye
Ji me ra cehalet ma
Li Kerbela Huseyîn
Qêrîna Zeyneba ma
Li ser Yezîdê xayîn
Le’neta heqyezdan ma
Ka Selheddîn Eyyûbî
Di pîştî wî re çi ma
Ew warê wî azad kir
Ji hicûma xaçar ma
Di piştî ewan mêra
Tirseke bêdawî ma
Em hew dibînin şêra
Rovî li meydanê ma
L-dû vê dewlemendîyê
Ji me re xizanî ma
Piştî ‘ilm û edebê
Ji me re nezanî ma
Ji gulistana rengîn
Çend gulê sitûxwar ma
Li zozanê bilbila
Îro dengê kunda ma
Ji axa Mislimana
Sed perçê birîndar ma
Ji bê şer û bê olar
Îro kêf û seyran ma
Piştî çand û hunera
Bêjeyek bêqîmet ma
Heyfa mercan û dirra
Bêkes û bêxwedî ma
Çi xeyala xweş şêrin
Îro tevde nîvçe ma
Ew helbesta bi evîn
Ka îro ji kê re ma
Ji ber vê sertewîne
Ne ğîret ma ne mal ma
Enfal û talan rabûn
Ne ‘erz û ne ‘îyal ma
Ketne deryak bêbinî
Ne behn heye ne qam ma
Em bûne xurê xelkê
Ne maf ma ne eman ma
Ez dibêm ezê bangkim
Ne deng û ne awaz ma
Min helbestek nihirand
Ne miqam ma ne saz ma
Pirbûn kolê hemdemî
Ka azadî li ku ma
Aşîtîxwaz bi virrî
Kanî kevok li ku ma
Bûn keleka ber pêla
Ne şop ma ne rêger ma
Em bi sere xwe mane
Ne serok ne rêber ma
Çîyayê herî bilind
Bê daristan û seyd ma
Kanî çemê Zirganê
Bêav û bêmasî ma
Cilê me bûn ewrûpî
Ne şal ma ne şapik ma
Şefqe danîn sersera
Ne cubbe ne şaşik ma
Moda ket nav gelê me
Bêyî nuxumandin ma
Me wa nedî j-kalê xwe
Ne heyaw ne fedî ma
Mar ketî nav mirova
Pirsîyan û rehm nema
Hesûdî ket nav dila
Bexîlîw nebaşî ma
Îro xwarin pir bûne
Ne hevrêşk û sindik ma
Însanê îro bitr in
Ne besmelew şikir ma
Ev dem pere bûye mîr
Qedrê zilama nema
Zilamtiya bi pera
Ji xelkêr temaşe ma
Dem herikî çû bi lez
Ne jîrik ma ne mîr ma
Her yek dibê ez û ez
Ne qewm û ne ‘eşîr ma
Bav û bapîrê me çûn
Kanî pêşîyê kê ma
Em man yetîm û sêwî
Ne bav ma û ne dê ma
Weşîn pelê jiyanê
Ne gul û ne sosin ma
Goyîn ketin wîyanê
Ne beybûn ne rihan ma
Dem dema bayê kure
Şên û sitarî nema
Bihara umra dûr e
Rê dûr e taqet nema
Ji xwe re dibêjim ez
Kacî jî çû ka çi ma
Heyfa ewan mêrxasa
Kesek li dû wan nema
Te sîw pênc sal derbas kir
Kanî umrê te çi ma
Dinya xanek xerab e
Kanî ew ji kê re ma
Dibên dinya sê roj e
Sibê dûre doh nema
Roj ew e ku yek roj e
Ew dema ku têda ma
Ka xwedyê mal û milka
Kanî ji wan ra çi ma
Serwet û zêr û meqam
Kefenek bêberîk ma
Ji ehlê delaletêr
Ev dinyaya fanî ma
Ji bo ehlê îmanê
Axreta bêdawi ma
Gula Dilê Min, Muhammed
Nivîskar: Xelîl Çetîn[...]
BÊ SERPOŞ
Roj di beşera me de hiltê li heyama dewranê serpeyî, dem bi dem[...]
XUŞEXUŞA EFXANISTANÊ
Nivîskar: Cahît Zarîfoglu[...]