Lolo bira lolo bira, tu binhêre li van dora
Li bêndera, bestê çema, di bin dara, ber dîwara
Li Helebçe li Duceyde, Îneb Sîrwa hawêrdora
Di xaniya, li ber mala, deşt û çiya, li guhera
Li însan û li heywanê bêcan mane bi hezara
Çi ğezeb bû b-destê Seddam li ser Kurda lolo bira
******
Ew xerdel û siyanîta kîmyasala Seddam reşand
Ji Evrûpa kîjan welat bi çi hawî jê re dişand
De ka bêje, kî însan e, kî heywan e, dila êşand
Li ser serê mezlûma kî gur û hirçê can herişand
Pel kulîlkê dara hêşîn tev bi hev re hatin weşand
Ew bihara şîn û rengîn weka payîz reng pelişand
*****
Ez nebînim li dinyayê carekî din ez nebînim
Rojek mîna qetlîama li Helebçe ez nebînim
Xwîn û heyfa wan mezlûma ji zalima ez bibînim
Ez bibînim bê sitendin li dinyayê ez bibînim
Azadiya war û welat bi Quranê ez bibînim
Bibexşîne Rebbê Mezin li mezlûma ez bibînim