Xweda însan qebûl kir, hizûra xwe bi qîmet
Xelat kir ji bona wan, her roj limêj, di pênc wext
Ji bona ehlê îman, limêj Mî’ra ce yeqîn
Ji erdê ber asîman, mu’min dikin seyahet
Ji meşğela dinyayê, dil û can dibe azad
Di hizûra Rebbê xwe, ji ğemma dike rehet
Bi limêjê nû dikin, ‘ehd û soz û peymanê
Ji bo îmanê dikin, wê delîl û îşaret
Avaîya dîn li ser limêjê xwe digre her
Ê limêjê nekî ger, nabe xwey avaî qet
Mewc û pêlê di jînê, wê însan bike wunda
Ne j-limêjê be ewê, bi fetse d-behra ğeflet
Peşk û nuqtê gunehan, li ser dil dibin perde
Limêj dişo vê zengê, nahêle bibe ‘illet
Limêjker dûr digire, ji fê’la fehş û xerab
Paqijî ye limêj her, ji guneh û necaset
Ji bo xwedyê xwe sênce, dihemîne wî her dem
Li ber hicûmê şeytan, limêj dike sîyanet
Bêlimêj be ger insan, mehrûm e ji emanê
Bêlimêj, nake Xuweda, ji dû’a re îcabet
Qencê ‘emelê xêra, limêje d-bê pêxember
Nûr e di wechê mu’min, li dinya û qîyamet
Bi limêjê diherke, hibra qelema xêrê
Limêj, ji xwedyê xwe ra, dibe mifteha cennet
Azan, limêj û mizgeft, şî’arên Îslamê ne
Bi wan mu’min dighên hev, dibine yek û cema’et
Limêj xelasîye tim, ji ferd û hem gela ra
Xwezî bi wan, ê gihan bi limêjê hîdayet