Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

LI SER ME’NA MEWLÎDÊ

Yehya Ezdarî Yehya Ezdarî
31.05.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Bi mewlîdê em Musluman Resûlê Xweda (s.‘e.w) bi bîra xwe tînin

Bedîuzzeman Se‘îdê Nûrsî rehma Xweda lê be, di rîsala Mektûbatê di mektûba 24an de weha behsa mewlîdê kiriye: “Xwendina Mewlîda Nebewî û Mî’racîye, adetekî gelek bi feyde û xweşike û adetekî Îslamî ye ku hatîye ‘ecibandin. Belkî di heyata Îslamî ya civakî de gelek nazik û ronî û sebebekî sohbeteke şêrîne. Belkî jibo îxtara heqîqetên îmanê derseke xweş û şêrîne. Belkî wasîteke bi heyecan û herî bi bandore jibo daxuyanîkirin û tehrîka liser envarê îmanê û mûhebbetûllah (heskirina Xwedê) û eşqa Nebewî.

Cenabê Heq, vî adetî heta bi ebed bidomîne û kesên wek Suleyman Efendî mewlîd nivîsandine, rehma xwe li wan bike, cîhê wan bike cenneta Fîrdews, amin!”

Bi mewlîdê em Musluman Resûlê Xweda (s.‘e.w) bi bîra xwe tînin. Selewatan li ser wî dixweynin. Nîyet û qesda liser îhyakirina sunneta wî tînin ziman. Mewlîd weke destpêkekêye. Muqeddîme û tiberk e. Mewlîd weke pêşgotina serê kitêbaye. Dema Resûlê Xweda (s.‘e.w) çû Medînê û ehlê Medînê şî’ra “Tele‘el bedrû ‘eleyna” xwendin, em jî weka ehlê Medînê wîladeta Resûlê Xweda (s.‘e.w) pîroz dikin. Keyfa xo tînin û îftîxar dikin bi mewlîdê. Lewra em dizanin ku wîladeta Resûlê Xweda (s.‘e.w) mizgîna xelasîyêye. Mizgîna Rîsaleta Mûhemmedîye. Kû insan berîya rîsaletê di tarîtîya cehalet û şîrk û kufrê de bûn. Mewlîda Nebî mizgîna xelasîyêye jibo qîzên biçûk, ewan qîzên bêguneh xelas dikir ji xistina bin axê bi sağî. Mizgîna azadîya kolaye. Bindest û ketî û feqîr, bi hatina wî xelas bûn. Bi vî rengî jibo tevê xweşî yû se‘adetê, mewlîd muqeddîme ye.

Ji nivîsandina mewlîdan heta îro li gelek welatên Îslamî di nav millet de û bi fermî jî ji alîyê dewletên Îslamî ve mewlîd hatiye îhyakirin. Di xwendina mewlîdê û di van merasîman teva de meqsed hurmeta Resûlê Xwedaye (s.‘e.w) Bi van mewlîdan û merasîman bîranîna hedîsên pêxember û sunneta wî hatîye xwestin.

Hem di gotina Bedîuzzeman de jî hatîye îşaretkirin kû baweriya bi pêxember (s.‘e.w) cuz’ek ji îmanê ye. Lewra şertek ji yên Îslamê kelîma şehadetêye. Qismê kelîma şehadetê yê diduwa şehadeta bi Rîsaleta Resûlê Xwedaye (s.‘e.w) Bi mewlîdê vê bawerîyê em hê bêhtir dijdînin û qewî dikin. Lewra di tarîxê de li hember sunnetê ji teref ‘alema kufrê ve gelek hucûm hatine kirin. Li hember van heqaretan ‘alema Îslamê rabûye pîya û daxuyanîyên gelek mezin hatine kirin. Yek ji van daxuyanîyên mezin jî di sala 2006an da li Dîyarbekirê hatiye kirin. Di vê daxuyanîyê de jî mewlîd hate xwendin û dujminê Resûlê Xweda (s.‘e.w)  û Îslamê hatine tel‘înkirin. Piştî vêya jî her sal ev daxuyanî hate dubarekirin. Bi vêya, girêdayîya bi sunnetê ve jî hatiye te’yidkirin. Her weha hinek kesên ku çûne delaletê, digotin Qur’an besî meye, hewceyî bi hedîsan yan jî bi sunnetê tuneye. Bi rastî bi pîrozkirina mewlîdê li hember van fikrê şaş jî mewlîd weke beyanatek e, deklerasyon e. Ku mu’min dibêjin bi mal û canê xwe em li pey sunneta Resûlê Xwedane (s.‘e.w)

Ji ber van me’neyên gelek berfireh, li mewlîdê hew tenê bi ça’vê çend şi’ran meriv nenêre. Belkî me’nayê di bin mewlîdê de kûr e ger meriv bifikire. Pê te’yîda îmana xwe bike. Zanibe ku nenaskirina tu îlahan ji ğeynî Xweda, kelîma tewhîdê bi bawerîya Mûhemmed Mustefa (s.‘e.w) temam dibe. Mewlîd jî jibo qewîkirina îmanê wesîleye. Hem di daxuyanîyên mezin de (weke pîrozkirina mewlîdê li Diyarbekir û Grozniya Çeçenistan û Kurdistana Iraqê û gelek beldeyên Îslamê) tev bi hevra ji temamê dunyayê re îlankirine ku em kelîma şehadetê hew ne bi tenê yan jî bi çend kesa re, belkî bi hezaran belkî bi milyon û mîlyaran em mu’min baweriya xo îlan dikin. Ji tevê dunyayê û alemê re dibêjin “Eşhedû En Laîlaheîllallah we Eşhedû Enne Mûhemmeden Resûlûllah” Ez şehadet dikim ku ji Xweda pê ve tu îlah nînin û ez şehadet dikim ku Mûhemmed (s.‘e.w) Resûlê Xûdaye.

 

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS