Gelî xwendevanên hêja! Her wekî ku hûn jî dizanin, demeke dirêj e ku me navbir dabû rêzenivîsa xwe ya bi navê “Tew Dinyayê.” Bi rastî mebesta me ne ew bû ku em navbirê dirêj bikin bes teqdîra Xwedê wiha pêk hat. Eger Rebbê me Ellah Te’ala destûr bide emê demeke dirêj vê rêzenivîsê bidomînin. Lewra serkanîya folklora Kurdan nexasim a sitranên Kurdî serkanîyeke herikbar, dewlemend û fêdedar e. Em gelek şexsîyetên xwe yên kevnar û mêrxas bi saya sitranan dinasin ku şopa wan di nav rêzên stranan de veşartî ye.
Di vê beşa nivîsa xwe de bi munasebeta salvegera şehadeta Şêx Seîd; emê behsa sitrana Yadîn Paşayê Dimilîyê ku rêhevalê Şêx Seîd e bikin. Her wekî ku hûn jî dizanin Yadîn Paşa ji Çewlîgê ye û wek lehengek ji lehengên Qiyama Şêx Seîd tê naskirin. Di nav gel de ji bo Yadîn Paşa salixên wek “Kile Çavê Têlo, Bavê Çerkez, Qertelê Kurdistan” jî hatine bikaranîn.
Yadîn Paşa bi eslê xwe ji Gênca Darahênê, ji Eşîra Ziktê ye; lê wî digel eşîra xwe ji wir koç kiriye hatiye Çewligê bi cîh bûye. Navê bavê Yadîn Paşa, Mehmûdê Ebbas e. Bes Yadîn Paşa di nav gel de wek Yadê Meh Ebbas hatiye naskirin. Sebebê vê jî ew e ku Kurd navan kurt dikin. Lewma ji bo wî gotine Yadê Meh Ebbas. Li gorî beyana Seyîdxan Kurij, Yadîn Paşa du caran zewiciye. Xanima wî ya yekem eqrebayeke wî ya bi navê Rebîa bûye. A duyem jî Têlî xanima keça Ezimşêr e. Ezimşêr ji mezra Qeldara gundê Kurr e. Bi qasî ku em dizanin du zarokên Yadîn Paşa ên bi navê Çerkez û Filît hebûne. Ji bo malbata Yadîn Paşa nuha paşnavê Baysal tê bikaranîn.
Yadîn Paşa berîya serhildana Şêx Seîd wek memûrekî dewletê wezîfa katibtîyê kiriye. Wextê ku Şerê Cîhana Yekem dest pê dike Yadîn Paşa jî di vî şerî de li rex leşkerên Şêx Şerîfê Kelaxsî li hember Ûris şer dike. Piştî ku Şerê Cîhana Yekem diqede, li Anadolê jî şerê li hember dagirkeran bi dawî dibe. Komara Cimhûrîyetê li ser xîmê nîjadperestî û sekulerîzmê tê damezrandin. Digel gelek millêtên dîndar, milletê Kurd jî li dij vê polîtîkayê nerazîbûna xwe nîşan dide. Şêx Seîd jî yek ji wan kesan e ku nerazîbûna xwe nîşan daye. Di encama vê nerazîbûnê de; bi provakasyona Darahênê serhildana Şêx Seîd dest pê dike. Wek gelek serok û serwerên herêmê Yadîn Paşa jî dev ji memûrtîyê berdide, di nav şervanan de, di bin Qumandarîya Şêx Şerîfê Kelaxsî de daxilî şer dibe. Yadîn Paşa di serhildana Şêx Seîd de li Enîya Palo, Elezîz û Çebexçûrê wek qumandarekî seroktîya şervanan dike. Di vê qiyamê de Yadîn Paşa bi dîndarî û prensîbên xwe yên dîsîplînî tê naskirin. Li gorî beyana Xiyaseddînê Mihacir ê Qersî -wî gelek şervan û pêşîvanên hereketa Şêx Seîd nas dikir- Yadîn Paşa di hengama şer de jî dev ji nimêjê bernedaye. Xiyaseddînê Mihacir ji Evdilayê lawê xwe (Abdullah Oğut) re gotiye:
“Min ji Şêx Elî Riza pirsî:
-Şêxê min! Li gorî we çelengtirê Serhildana Şêx Seîd kî bû gelo?
Şêx Elî Riza got:
-Bi rastî gelek çeleng û qehremanên hêja hebûn. Bes Yadîn Paşa bê emsal bû. Carekî esker dor li me pêça, her kes ket tatêla canê xwe, di vir de wê de pekîya. Bes Yadîn Paşa hema xwe avêt pişt kevirekî, du rek’et nimêj kir û êrîş bir bi ser dujmin da. Ev halê wî hê jî ji bîra min naçe.
Piştî ku hereketa Şêx Seîd têk diçe Yadîn Paşa jî wek gelek hevalên xwe yên wek Sadûnê Telhe, Hesenê Begon, Husênê Begon, Şêx Mistefayê Çun û…hwd teslîm nabe û diçe xwe dispêre binxetê. Lewra binxetê nîsbeten ji bo wan cîheke ewledar e. Li binxetê digel gelek Kurdên arîstokrat gelek nivîskar û arîstokratên Ermen jî hene. Binxetê wek merkeza dîyasporayeke nû derdikeve pêş. Li binxetê di dîyasporayê de hinek Kurd û Ermen bi teşwîqa Îngilîz û Firansa tifaqa xwe dikin yek û rêxistineke bi navê “Xoybûn” ava dikin. Yadîn Paşa jî dibe endamê Xoybûnê. Xeyr ji Yadîn Paşa gelek navdar û nivîskarên Kurdên din jî dibin endamê Xoybûnê. Bes Şêx Elî Riza xwe ji vê rêxistinê dûr dixe û vedigere Turkîyê. Lewra li gorî Şêx Elî Riza mesafeyeke îdeolojîk a ku îmkana tifaqê nedaye wan di mabeyna wan û Xoybûnê peyda dibe. Ji ber vê yekê Şêx Elî Riza vedigere Turkîyê. Piştî vegera Şêx Elî Riza Yadîn Paşa jî yek ji wan kesan e ku vegerîyaye Turkîyê. Bes sebeba vegera Yadîn Paşa em nizanin çi ye. Hinek kes dibêjin ku Yadîn Paşa ji Xoybûnê veqetîyaye lewma vegerîyaye, hinek jî dibêjin veneqetîyaye û endamtîya xwe domandîye, hetta bi emrê xoybûnê hatîye ku şer bidomîne. Her çiqas em sebeba vegera Yadîn Paşa nizanibin jî em vê baş dizanin ku Yadîn Paşa piştî vegerê jî şerrê xwe ya li dijî Romê domandîye. Lê Şêx Elî Riza dev ji şer berdaye û dest bi îrşadê kiriye.
Yadîn Paşa piştî vegera ji binxetê bi salan wek mehkûm dimîne û li dijî Romê digel hevalên xwe têdikoşe. Di warê berxwedana Yadîn Paşa û şerê wî de rîwayetên muxtelîf, hinek rîwayetên ku mirov naxwaze tev bide li herêma Çewligê tên vegotin. Carina ku mirov guhdarîya wan rîwayetan dike hema ev gotinên bav û kalan tê bîra mirov. “Alem neyarê kewê ye, kew neyarê qewmê xwe/Zewala dar ji kurmê dar e” Lewra em li vir naxwazin bikevin nav wan rîwayetan û tev bidin. Bes em dikarin bêjin ku Yadîn Paşa şerê xwe yê li dijî Romê û milîsan heta dawîya sala 1929ê miladî didomîne, di nav sînorê Licê û Çewligê de diçe û tê. Nîhayet ji teref mîlîsekî eqerebayê xwe yê ku navê wî li ser zarê gelê herêmê mehfûz e ve, di mabeyna Licê û Darahênê de li dorhêla Çemê Birqleyn bi bêbextî tê şehîdkirin. Ew xayînê bêbext ku eqrebayê Yadîn Paşa ye serê Yadîn Paşa jê dike û teslîmî rayedarê Roma reş dike. Rayedar bi rojan serê Yadîn Paşa teşhîr dikin. Berîya şehîdbûna Yadîn Paşa xanima wî ya bi navê Têlî xanim jî di şerekî li dijî Romê de birîndar dikeve. Ji bo ku nekeve destê neyaran ji teref eqrebayên xwe ve bi destûra Têlî Xanim û bi emrê Yadîn Paşa ew jî ji teref Mehê Evd ve li Darahênê tê kuştin.
Li gorî beyana Xanima Yadîn Paşa a bi navê Rebîa ya ku ji devê keça Yadîn Paşa a bi navê Dilşa Xanimê[1] hatiye rîwayetkirin; piştî kuştina Yadîn Paşa malbata wan sirgûnî Qeyseromê dikin. Malbat sê salan li Qeyseromê dimîne. Paşê malbatê sirgûnî Nazîmeyeya Dêrsîmê dikin. Li wir Çerkezê lawê Yadîn Paşa bi guleya leşkerekî tê kuştin. Filît sax dimîne û malbat tê li Çewlîgê bi cîh dibe. Nuha torinên Yadîn Paşa li Çewligê niştecîh in…
Mixabin destanê berxwedana Yadîn Paşa bi gelek çîrokên macera, qehremanî û bêbextîyê dagirtiye. Hinekan gava mirov dibihîse dilê mirov dikelije, mirov pê serfiraz û serbilind dibe, hinek jî rûyê mirov reş dikin mirov naxwaze bîne ziman. Hema mirov dibêje; “Bişewite mala bêbextîyê, xwelî li serê xayînan.”
Ji ber ku sînorê nivîsa me mehdûd e emê li vir guh bidin dengbêjên xwe bila ji bo me çîroka Yadîn Paşayê Dimilî, şêrê dugulî, beranê çargurçik, qertelê Kurdistan, kilê çavê Têlîyê binîn ziman. Kerem bikin:
Strana Yekem[2]
Bê de yo yo yo….
Wey lê axawo! Bajo ferman e
Maqûlo de bajo ferman e yo yo…
Heyla digo fermana bavê Çerkez derketiye
Ji Enqera malikşewtî dîsa heyla nav Tirkan e yo yo…
Heyla digo Xwedê kula xwe bi kul ke
Têxe mala bavê eşîrê Mistan û Botan Kurnêlê
Li ser Begê min ê zirav
Heyla danîne fermana axir zeman e yo yo…
Wele wî axawo tu axa yî
Belê wî maqûlo wele dîsa tu paşa yî
Heyla digo tuyê serekê firar û mehkûma
Dîreka dîn
Hevalê Şêx Elî Riza yî wî lo lo
Ha hî hî hayê…
Bê de yo yo….
Axawo sibe bû
Ezê ji xwe ra
Bi dîyarê Bota şewitîya Mistan diketim
Heyla bişewite li me dîsa bîna bê tê yo yo….
Heyla digo dêriso
Ezê dîsa bala xwe didimê
Li ser serê bavê Çerkez gula van cindiya
Heyla dîsa dengê tivinga
Gurmîna vê topê tê yo yo yo…
Wele wî axawo tu axayî
Belê wî maqûlo dîsa tu paşa yî
Heyla digo tuyê serekê firar û mehkûma
Dîreka dîn
Hevalê bavê Şêx Elî Riza yî yo yo
Ax de yo yo yo …
Axawo dibê sibebû ezê bi te ra
Bi şewitya Bota û Mistan diketim
Heyla bişewite îro dîsa lo bi dar e
Heyla min dî Yadîn Paşa
Bi sê denga dikire gazî
Go: Miho! Heyla tuyê çê be
Mêrê çê be çê bixebite
Barê Romê barekî Giran e
Milletê Rom xayîn e
Li ser serê Bavê Çerkez gula laqirdiya
Ez reben im dîsa ar dibare de yo yo
Heyla digotin Têlî digo: Miho tu nizanî
Heyla bavê Çerkez gula laqirdiya
Ji destê we va
Dîsa bi sê gula heyla birîndar e yo yo…
Wele digo: Axawo de bajo ferman e
Maqûlo de bajo ferman e
Heyla digo: Dinya ji begê min re
Bûye ferman û axirzeman e
Hê hê hêyî heyî…
Ax de were yo yo yo …
Axawo siba şerîf e
Bira li me nehata bîna surr û seqema
Bîna bayê çiya de yo yo yo…
Heyla min dî Yuzbaşîkî ji wê de hatî
Gotî: Yadîn Paşa!
Tuyê were teslîmî qanûna me be
Heyla min dî digo
Minê efwa te derxistiye anîye ji Enqerê
Heyla min dî Yadî paşa vegerîya
Go: Lawo yuzbaşîyo tu ji berê û ji berê da
Merivê hukumatê merivekî xayîn î
Nav û dengê bavê Çerkez
Belav bûye li nav Turkîyayê da
Heyla nava heft dewalê ecnabîya yo yo yo...
Heyla bi sibê re dengê tivinga bavê Çerkez
Ketiye nava Xwêytîna malik şewtî
Xwe daye dîsa çala van mewzîya yo yo yo…
Wele axawo tu axa yî
Belê maqûlo dîsa tu Paşa yî
Heyla tuyê serekê firar û mehkûma
Dîreka dîn
Hevalê bavê Şêx Elî Riza yî de yo yo…
Sitrana Duyem[3]
De lê dayê, lê dayê, lê dayê…
Wî lê daye wayê waaa….x
Lê lê dayê sibe ye
Dilê min liyan e
Siwarcî siwar bûne
Topçî û peya ketine çiyayê Kurdêlê
Li pêşiyê sekiniye topa davê xelkê
Komê cendirma ne
Min dî berê balçîqa
Dane Gundê Mista û Bota û Murteza ne
Elî bi sê denga dikir gazî
Digo: Heyfe bavo çê bixebite
Sêrdîn birîndar e
Gulekî dane bejn û bala bavê Çerkez
Weka xortê Hesena ne
Kesek xwedanê xêra tunîne
Xeberek bida Bihuk û Polês
Her du birayê çê
Hesenê Began ji berê da bêbextê di mêra ne
Piştê bida Çiyayê Menda
Bavê Çerkez ji berê da Ordîbozan e dayê
De lê lê dayê lê dayê…..
Wî lê dayê
Heyfa min li kuştina Yadîn Paşa Bavê Çerkez nayê
Heyfa min tê li wê heyfê
Payize derbû birînê vî xweşmêrî
De îro mane li ber seqema surrê vê sermayê
Wayê wax û waaaa…..ax
Ha hî hî…..waaa….ax
De lê dayê
Sibe ye şerekî li me çêbû
Qalekî giran li me qewimî
Îro dîsa li Çemê Usivê
Li Kevirê Dêrxalê
Ji kula dilê min û te ra li serejêre
Min dî dengê mîratê balçîqa û alamana
Îro li ser kozika Yadîn Paşa da
Tên û derin ku çar hêl e
Kesek xwedanê xêra tunî ne
Xeberê bida Bihuk û Polês
Her du birayê çê
De gava li Yadîn Paşa dibû xelaya di mêra
Bira lê derketa herdu berxê mala Ezîm wekî şêr e
Wayê wayê waaa…..ax
Ha hî ha ha hayê
De lê dayê lê daye lê daye…
Wî lê dayê
Şerekî li me çê bû
Qalekî li me qewimî
Îro dîsa li çiyayê Kurdêlê
Ji kula dilê min û te ra berî li ba ye
Min dî milîsa w qumandan dikir gazî
Digo: Yadîn Paşa
Hela were cimhûrîyetê ji efwa te ra qerar daye
Yadîn Paşa bi sê denga dikir gazî digo:
Weloyê Cibirî, Se’dûnê Telhe
Ji mêra mêr bin çê xebitin
Kuştina me hebe raya me tune
Ji Roma reş ku bêbext e neyarê bav û kala ye
Xelkê sibê ji welatê Serhedê hilde
Bi ronîka beje
Kurd Yado ji berê de hêsîr û dîlê destê cendirma ye
De lê daye lê daye….
Wî lê dayê
Heyfa min li kuştina Yadîn Paşa bavê Çerkez nayê
Heyfa min tê li wê heyfê
Derb û birînê vî xweşmêrî mane
Li ber seqema surr û vê sermayê
Wayê wayê waa…yê wax
Gelî xwendevanên delal li vir rêzenivîsa me ya bi navê “Tew Dinya” beşa 29an jî bi dawî bû. Eger Rebbê me Ellah Te’ala destûr bide em dê vê rêzenivîsa xwe bidomînin. Me di vê nivîsê de ji çend nivîsên Seyîtxan Kurrij, Dengbêj Ehmedê Bêrtî û Dengbêj Îbrahîmê Pîrikî îstîfade kir. Dibe ku di deşîfrasyona dengan de xeletîyên me çê bûbin. Ji lew ji nuha ve em lêborînan xwe dixwazin. Heta jimara din bimînin di xêr û xweşîyê de. Em ji we re duadar in, ji duayê we hêvîdar in. Fî emanîlllah….


Du Resmên Yadîn Paşa