Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Dil yek e dê ’işqi yek bit ’aşiqan yek yari bes
Qible dê yek bit qulûban dilberek dildari bes
Min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê ’işq
Lew di ’işqê da ko best ihram û yek zunnari bes
Ji ezel heq bi melê daye ji ‘işqê qedehek
Ta ebed mest û xerabin ji mayê vê qedehê.
5ê Cotmeha 2025an li Cizîra Botan, li nav Rezê Mîr ku di navbera Birca Belek û Çemê Dîcleyê de ye, me wekî Kovara Banga Heq bi navê; Bîranîna Melayê Cizîrî bi temaya “Stêrkên Asîmanên ‘Îrfan û ‘Işqê” bername û çalakîyek pirreng li dar xist. Mebesta me; em wan mezinên xwe yên ku ji nava bajarê me yê qedîm Cizîra Botan derketine û bi berhem û xebatên xwe feyde dane mîrasa ‘ilmî û çandî ya cîhanê û ew pêş ve birine bi rehmet û minnet yad bikin.
Lewra ji bo bê edebî nebe min bi beytên Mela dest bi nivîsa xwe kir.
Melayê Cizîrî; ‘alimek e ku di tefsîr, hedîs, fiqih, mentiq, felsefe û astronomîyê de gelek kûr e û pêşve çûye. Lê di warê ‘eşqa Îlahî û tesewwufê de qewwasê behra ‘emîq e. Ustadê me Bedîuzzeman Saîdê Kurdî ‘eşqê weha te’rîf dike: “’Eşq, muhebbeteke dijwar e. Wextê berê xwe dide yarek fanî, ya xwedîyê xwe di ezab û elemê de dihêle yan jî ji ber ku ew yarê fanî ne layîqî wê muhebbeta dijwar e, dikeve li pey yarê ebedî. Bi vî şiklî ev ‘eşqa mecazî tebdîlî ‘eşqa heqîqî, yanî ‘eşqa Îlahî dibe.” Melayê Cizîrî bi şi’r û helbestên xwe vê ‘eşqê bi her rengî ji me re pêşkêş dike. Pê mifta hikmet û ‘irfanê derîyê esrara ‘eşqa îlahî ji me re vedike. Ew ne tenê ustadê gotinê ye, di heman demê de ustadê me’nayê ye jî.
Wekî tê zanîn Melayê Cizîrî li Cizîra Botan jiyana xwe borandîye û Cizîr bûye bingeh ji bo fikr û ramanên Melê.
Wextê em dibêjin Cizîr, em tenê behsa bajarekî nakin, di heman demê de em behsa beldeyeke wêlê dikin ku ew belde; di bin sîya Çiyayê Cûdî de ye û warê Hz. Nûh e. Ew warê ku piştî tofanê bûye wargeha beşerîyetê û însaniyetî ji nû ve îhya û şîn bûye û careke din hikmet û ilim û ‘irfan xwe nîşan daye û belav bûye. Ha ev e rûhê Cîzîr û Mezopotamyayê. Navê vî rûhî; “ji nû ve ûmîdwarî û ji nû ve şînbûn ji bo insanîyetê” ye.
Li ser axa Botan; Ebul ‘Îz el-Cizîrî mezin bûye ku ew mucidê zanista sîbernetîk û robotîkê ye. Wî nîşanî me da û hînî me kir; “ger ilim feyde bide encax wê demê dibe xwedîyê qedr û qiymeta ku heq dike.”
Birayên Îbnûl Esîr li ser van axan hatin dinyayê û li van deran mezin bûn ku wan di warê ilmên dîrok, edebîyat û hedîsê de ji dinyayê re bûn fener û ronahî. Ew vê heqîqetê tînin bîra me: “Ew milletên ku heqîqetên wan nayên qeydkirin bê hafiza dimînin û ew kesên bêhafiza jî bi demê re tune û winda dibin.”
Dîsa li ser van axan Şêx Seyda, Seyyîd Qedrî û Seyyîd Elîyê Findikî bi hikmet û tesewwûfê bi ilm û şi’rên xwe ‘eşq û heqîqet bi beytan neqş kirine û rêya îrfanê li ber me vekirine.
Dîsa alim û arifên wekî Şêx Muhammed Nûrullah û Şêx Muhammed Zekî li ser van axan hatin dinyayê. Wan ilmên fennî û ilmên dînî anîn ba hev û hem bûn ehlê hareketê û hem jî bûn ehlê ilmê.
Heyata wan vê yekê wek ders dide me: Dema ku bawerî, eqil û ilim dibe yek millet û welat îhya dibe û medenîyet pêşve diçe.
Ev şexsîyetên ku navên wan li vê derê hatin zikirkirin û gelek kesayetên din ên mîna wan bes heqîqetekê nîşanî me didin:
Rêya tesîskirina ewlehî, hizûr, pêşveçûn û serkeftinê ne bi kaos, pevçûn, înkar û asîmîlasyonê ye. Rêya tesîskirina van heqîqetan; encax bi ilm û ‘îrfan, xwedîderketina mîras û tarîx û koka xwe û parastina nirxên xwe yên însanî mimkûn e. Em tev dibînin û şahid in dema ku em wek millet; kengê ji van heqîqetan dûr dikevin çi tê serê me û em çiqas zehmetîyê dikişînin.
Di van rojan de behsa projeyên çareserîyê tê kirin. Lêbelê em dizanin ku çareserîya rastî û heqîqî ev e ku: Avakirin û lêkirina nîzameke li ser bingeha sulh û biratîyê, li ser esasê heqq û ‘edaletê, temînkirina heq û hiqûqa însanî di sîstemeke adil de ye. Ha ev ew heqîqet e ku; eşqa Melayê Cizîrî, hafiza û ilmê biraderên Îbnûl Esîr û îrfana Şêx Nûrullah nîşanî me dide.
Em jî warisên cesûr û xîretkêşê welat û milletê xwe ne! Em mecbûr in ku li mîrasa Hz. Nûh, li bereketa Çiyayê Cûdî û li hikmeta ‘alim û ‘arifên xwe xwedîtîyê bikin. Lewra em dikarin encax bi vê mîrasê pêşîya xwe bibînin û bi gavên sexlem ber bi îstîqbalê ve bimeşin. Em encax bi vê sefîneya necatê dikarin bigihîjin sahilê selametê.
Gelek mamoste, mela, alim, akademîsyen û dostên me yên biqedr û qiymet di vê bernamê de hazir bûn! Ez dixwazim weke mîhmandar li ser navê birayên xwe yên Cizîrî ji wan hemîyan re yek bi yek silav û spas û hurmetên xwe teqdîm bikim. Bi hatin û beşdarbûna xwe, we bernama me muşerref kir. Hûn umîd û quwwet in ji bo millet û welatê me!
Rebbê ‘Alemê yekîtî û tifaqa me daîm bike û rêya me bi hikmet û ‘ilmê ronî bike.
Her daîm di nav xêr û xweşîyê de pîrûz û serbilind û serfirazbin
Silav û rêz û hurmet û muhabbet ji bo we hemîyan.
Wesselamu ‘eleykum we rehmetullah.