Di dîroka edebîyata klasîkî ya Kurmancî da şa'irek bi nasnavê Laxer hebûye. Yekem car behsê wî di nav behsan da hatîye kirin digel belavbûna şerha dîwana Melayê Cizîrî ewa Mela Ehmedê Zivingî li sala 1959 z. belavkirî ji ber ku di vê kitêbê da texmîseka Laxerî li ser şi'reka Melayê Cizîrî hebûye.
Ji ber ku çu zanînên binecih di destê Mela Ehmedê Zivingî da nebûyîne li dor vî şa'irî kanê ew kî ye, navê wî bi duristî çî ye û li çi demî jîyaye? Wî ji layê xwe ve çu agehî di der heqê Laxerî da nedayîne. Bi tenê texmîn kirîye ku belkî ev Laxerî yek ji feqîyên Melayê Cizîrî bi xwe bit. Lew texmîsa wî di daneya destnivîsa dîwanê da, ewa li Cizîrê hatîye nivîsîn di nîva dîwanê bi xwe da heye. Tiştê mesele pitir li ber vekoleran alozkirî ew bûye Zivingî dîyar nekirîye kanê ew nusxeya dîwanê ya wî paldaye ser ya ku ew dibêjitê: Nusxeya Cizîrê li çi dem û ji teref kê ve hatîye nivîsîn. Eger wî ev çende dîyar kiriba, yan gotiba kanê kî ew nusxe nivîsîye, belkî mirov şîyaba hindekê nêzîkî wî demî biba yê Laxer lê jîyayî.
Laxer bi vî rengî ma kesekê nenîyas li ber vekolerên dîroka edebîyata kurdî heta sala (2011 z.) demê bo cara êkê parçeyek ji dîwana Laxerî me digel hevalê xwe Husên Şemrexî amadekirî û li dezgeha Spîrêzê li Dihokê daye çapkirin. Di vî berhemî da me dabû aşkerakirin ku Laxer nasnavê şa'irê me yê klasîkî Mela 'Umerê kurê Mela 'Ebdussemedê Tînîsî ye, ewê li nîva duyê ji sedsala nozdê û çend salekan ji sedsala bîstê jîyayî. Di destxeta vê berhemê da ewa ji layê Mela 'Ebdulmecîdê Tînîsî ve hatîye nivîsîn ku ji nevîyên şa'irî ye. Ew texmîsa meşhûr ya ku li ser şi'ra Cizîrî hatîye danan, her wekî nasixî hizir kirîye ku Mela 'Umerê Laxer xudanê texmîsê ye.
Li dûv vê hizrê me jî Mela 'Umer wek xudanê texmîsê da nîyasîn û me got: Ewe yê şi'ra Melayê Cizîrî texmîs kirî. Belê piştî hijmareka destnivîsên kevn me dîtîn, bo me aşkerabû ku Mela 'Umerê Laxer nexudanê texmîsê ye, berî Mela 'Umerî Laxerekê dî yê şa'ir me heye û ew e xudanê texmîsê. Li vêrê me nevêt em behsê jîn û serhatîya Mela 'Umerê Tînîsî Laxer biken, çunkî ev çende di kitêba me ya navborî da heye, bi tinê min divêt îşaretê bideme hindek dîrokên jîyana wî. Ew îşaret dê hindek girêkan li ber me veke. Sala bûna Mela 'Umerê Laxer bi duristî em nizanîn belê wî li sala 1304 mişextî (1886 z.) îcazeya melatîyê ji Mela Şe'banê kurê Mela 'Ebdullahê Miksî wergirtibû. Eger em texmîn keyn ku 'emrê wî hingî sîh sal bûye, bûna wî dê li dorên sala 1856 bit û demê leşkerê Rûsan bi harîkarîya Ermenan bi ser deverê da girtî, berî şerê Cîhanî yê Êkê ku gelek ji xelkê Serhed û Wanê tê de mişextî bûn. Mela 'Umer êk ji wanên mişextî bû ku koçî devera Badînan kirî, wî divîya biçite gundê Beroşkê çunkî hêvênê malbata wan ji wêrê ye. Belê Şêx 'Ebdulqehharê Memanî daxwaz jê kir ku ew bimînite li gundê Memanê û dersan bidete feqîyan. Piştî sê salan ji mana Mela 'Umerî li Memanê ew careka dî vegerîya devera Miksê û dûmahîyê ew li gundê Zivistanîyê akincî[1] bûbû. Mirina wî her li wêrê bû li dorên sala 1330 mişextî (1912 z.) yan piştî hingî bi çend salekan.
Piştî dîroka Mela 'Umerê Laxer bo me aşkera bûyî, me divêt em bibêjin; du destnivîsên kevintir ji dîroka Mela 'Umerî di dest me da hene, di herdûyan da texmîsa ku Laxerî li ser şi'ra Melayê Cizîrî danayî[2] heye. Tiştê hindê digehînit ku divêt me pitir ji Laxerekî hebin. Bi rastî ev dîyarde tiştekê ne xerîb e di dîroka edebîyata kurdî da, ji ber ku hindek caran sê çar şa'ir me hene êk nasnav bo xwe hilbjartîne û ew herdu destnivîs eve ne:
Ya êkê: Destnivîsa mîr û şa'irê Badînî yê dûmahîyê Îsma'îlê kurê Mihemed Teyar Paşayê Amêdî (li sala 1872 z. mirîbû) ye. Eve destnivîsa ji 300 berperan zêdetir e, li destpêkê dîwana Melayê Cizîrî ye.[3] Mustensîx di eve destnivîsêde gelek şi'rên cuda cuda yên farisî yên gelek şa'iran di dûv hindek mektûbatên şa'irê navdar Fuzûlîyê Bexdadî nivîsîne. Paşê dîwana wî jî nivîsîye û dîroka nivîsînê wekî wî bi xwe nivîsî roja eynîyê ye li meha şewala sala 1260 mişextî çirîya duyê ji sala 1844 zayînî. Di berperê 140ê da ji vê destnivîsê texmîsa Laxerî li ser şi'ra Melayê Cizîrî hatîye, li bin vî navî: Muxemmes Laxerî ber xezela Şêx Ehmedê Cizîrî û ev texmîse ew e ya ku di dîwanên Melayê Cizîrî da diêt û ji vê çendê dihête zanîn ku berî Mela 'Umerê Tînîsî yê Laxer bête ser dinyayê şa'irekî dî bi nasnavê Laxer hebûye.
Destnivîsa duyê: Ya Îbrahîmê kurê Seyyîd Ehmedê Bêskî ye. Wekî me li pêşîya kitêbê gotî her çend li çu cihên mayîn ji vê destnivîsê dîroka nivîsînê nîne jî, belê ji ser û berê nivîsînê û rengê kaxezê diête zanîn ku dibit jîyê wê dused sal tê hebin. Di vê destnivîsê da jî, ewa berî Mela 'Umerê Tînîsî hatîye nivîsîn, texmîsa Laxerî li ser şi'ra Melayê Cizîrî heye. Dîsa li bin vî nav û nîşanî muxemmesa Laxerî ber xezela Ehmedê Cizîrî hatîye nivîsîn. Li vêrê me divêt em deqê texmîsa Laxerî wekî di van herdu destnivîsan da hatî li berçav bidanîn[4], digel cudahîyên wê digel daneya Zivingî, bo pitir mifa jê bête wergirtin:
MUXEMMES
Remzek ji nesîmê li çemen da û xweşî
Rabû ji xewê sebze û şebnem diweşî
Çendî xebitî dil ku biket seyr û neşî
Nêrgiza mest[5] di sehergeh ku meşî
Bişkifit seher xunçe[6] ji çara ereşî
Hûrên di biheştê û perî cumle cema tên
Zuhra reqsî çenk û çekane[7] bi xina tên
Xulxul dikevîtin çemenan têk vi[8] newa tên
Şimşad bimeş sewsen û sunbul bi sema tên
Ey serwê xeraman ku tu carek bimeşî
Çîn girtîye zulfan[9] ji seraser bi lef[10] û kef
Xûnê we dirêjin ku li şîran cemidî kef
Dunya bûye leyla ji lixavan diwerit kef
Rom û 'Ecemê girtîye oxulme bi sef sef
Cohtê Moxolan hatîye cengê Hebeşî
Wesfên di cemala te ji[11] ewwel ku sebeq da
Tehsîn ji ustad û kelamî we bi heq da
Bawer ne meha bedrê bi enguştê du şeq da
Wek zerre herê sîne ji mihra te şefeq da
Bû şuhreyê afaqê bi xurşîdê weşî
Xal û nuqet û 'enber û miskê te reşandî[12]
Yek nuqte nedî kes qelemê sehwê weşandî[13]
Kafûre[14] kirî sefhe sewadî neqişandî
Kî deste ji qudret we kişandî we reşandî
Qewsê[15] du hilalan li beyazê bireşî
Hindî ku hebin xûb û zerîf herdu xemê ne[16]
Wek şehde hebin da'î çi hacet qesemê ne
Der xûnê cegerpareyê derd û elemê ne
Çendan te but û latê nisarê qedemê ne
I'caz meke vê ku tu ji neslê Qureyş î
Gazinde ji derd û eleman qet meke êdî
Ev tal'i û bextê we mubarek[17] te li kê dî
Mehsûlê muradê me ji tîrê bi çîyê dî
Ey dil ji kevanê helek exterme[18] şehîd î
Minnet ku tu extermeyê qewsê biweşî
Her gezmeyê awir ku ji çehvên te bi kil hat
Min sîne hedef da ber û yek yek ne betil hat
Ahek me nehişt sebr û sukûn bê tehemil hat
Derba cegerê bû ku me ev nale ji dil hat
Ma ah û fixanan dikirit kes ji xweşî
Bê keştîyê ber behrê firaqê erixîm ez
Xewfek[19] me hebû lê bi wisalê perixîm ez
Bihnek ji wîsalê me bihîst û kerixîm ez
Wek tûle li pê mûhçe li dorê çerixîm ez
Çix kirme hebîbê go: Tu nar î biqeşî!
Laxer di zemanê xwe di şi'rê[20] tu 'Ela yî
Çendî te hebin dax û birîn têkî belayî
Rengîn tu ji derd û eleman şubhî Wela yî
Allah çi tebî'et beşerî xwe ne Mela yî
Vê cewr û cefayê tu peyapey dikeşî
XEZEL
Xunceya perde semawî di sehergeh semenê
Jê veder kit libsê şubhê 'erûsa çemenê
Bulbulê dil bi birîn pêş miqabil digirî
Hêstir bûne 'eqîq[21] yarê Suheyla Yemenê
Nirgisan bezmê li dorê veduxun badeyê ...
Saqîyê xelwetê xasa me di dest camê ...
Ger seba têk bidetin zulfê cebîna te seher
Kêm biha dê bibitin nafeyê mişkê Xetenê
Bê yesax[22] zulf diket seyrê li baxê te hebîb
Lew ji ber ahê di min reş bûye reng şibhê tenê
Şahidê şehd şekerleb wekî Şêrîn bike emir
Bê tîşe diketin pîşe pîşe ku kenê
Şamîyan rukbe vederkit pazinê zulf û şutur
Sunbulan secdeyê te'zîmê bikirdin şikenê
Ji ruxan suhrelebê perde vegirtin ji binefş
Hemnişîn dê bikene Yûsifê caha zeqenê
Laxerî her çi ku dilber bi nezer ber vê ket e
Şubhê iksîrê beqa ta ebedî mayî xenê
[1] Akincî: Şênî, rûniştvan
[2] Danayî: Çêkirî
[3] Berî nûke ev parçeye bi tenê ji destnivîsê me dîtibû û me di çapa sêyê da ji kitêba xwe “Dîwana Melayê Cizîrî” mefa ji wergirtibû û bo zanîn babê vê mîrê jî ku Mihemmed Teyyar Paşa ye, şa’ir bû û şi’rên wî yê kurdî û farisî hene û wî jî daneyek ji dîwana Melayê Cizîrî li sala 1231 mişextî /1815 zayînî nivîsîbû.
[4] Bidanîn: Daynin. Bo berawirdkirinê
[5] Di daneya Zivingî da: mest û xeraman.
[6] Di daneya Bêskî da: sifet xonçe.
[7] Di daneya Bêskî û Zivingî da: çexane.
[8] Di daneya Bêskî û Zivingî da: Bi
[9] Di daneya Zivingî da: zulfan
[10] Di daneya Zivingî da: kef
[11] Di daneya Zivingî da: bû.
[12] Di daneya Bêskî û Zivingî da: feşandî.
[13] Di daneya Bêskî û Zivingî da: kişandî.
[14] Kafûr: Maddeyek e ku ji dara kafaûrê tête derêxistin û bo dermanan tête bikaranîn. Spî ye û rehet tête parçekirin.
[15] Qews: Kevane, bitewing, xwar
[16] Di daneya Bêskî û Zivingî da: her di xemê ne.
[17] Di daneya Bêskî da: bextê we yê nazik.
[18] Extreme: Dîl, esîr, girtî
[19] Xewfek: Tirsek
[20] Di daneya Zivingî da: ‘işqê.
[21] 'Eqîq: Kevirekî bi qîmet
[22] Yesax: Qedexe