Her wekî hûn jî dizanin Melayê Cezerî wek sitêrkek ji sitêrka edebiyata Kurdî tê zanîn. Elbet berîya Mela jî di nav Kurdan de gelek edîp, şair, zana û alim hebûne wek Mîr Yaqûbê Zeraqî, Baba Tahirê Uryan, Mele Perîşan û hwd. Ji xwe Mela xîmê hunera xwe li ser mirasa wan danîye. Bes bi awayeke kamil em dikarin bibêjin ku bi Mela re Edebîyata Kurdî gîhaye asta kemalê û li temamê şair, alim û edîbên Kurd tesîreke mezin kiriye. Wek mînak Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de digel gelek gazin û lomayên ku ji Kurdan dike jî Melayê Cezerî digel çend şair û edîbên Kurd ên berîya xwe bi rehmet wihareng bi bîr tîne:
Ger dê hebûya me jî xwidanek
‘Alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm û huner û kemal û iz‘an
Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me‘mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumaşi ra xerîdar
Ev beytên Ehmedê Xanî bi me didin zanîn ku Melayê Cezerî, Feqîyê Teyran û ‘Elîyê Herîrî tesîreke mezin li Ehmedê xanî kirine. Xanî wek şopvanê wan derketiye qada edebîyatê û hespê xwe yê hunerê li ser şopa wan bezandîye
Tarîxa Wîladeta Melayê Cezerî
Em bi awayeke qet’î nikarin bibejin ku Mela di filan roj, meh, sal û tarîxê de welidîye. Lewra hemgama çerxa ku Mela Tê de jiyaye adeta qeyda welidînê tunebû. Ji xwe di vê babetê de çi şair, çi beg, çi alim, dîroka tarîxa welîdîna gelek hevçerxên Mela bi awayeke qet’î ne diyar e. Ji ber ku Mela digel Mîr Îmaduddîn û Feqîyê Teyran Helbest gotiye û ev helbestên wî di dîwana wî de wek berhev/muşa’re, yanî guft û go hatine nivîsîn em dikarin bibêjin ku Mela hevçaxê Mîr Îmaduddîn û Feqîyê Teyran e, di destpêka qirna 16an de li Cizîrê hatiye dinê. Kesên ku li ser tarîxa welidîna Mela qelem şixulandine bi giranî beyan kirine ku Mela teqrîben di navbera salên 1567-1570î de li Cizîra Botan hatiye dinyayê. Navê wî yê eslî Mela Ehmedê Cezerî ye. Navê bavê wî Muhemmed e. Em ji vê beyta Mela fêm dikin ku ew ji ‘eşîra Botan e:
Gulê baẋê Îremê Botan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
Leqebên Mela yên di Helbestan de
Ji bo helbestvanên klasîk adeteke qedîm e ku ji bo xwe wek mexles navek an çend navên muste’ar hilbijartine. Mela jî mexlesa “Mela, Ehmed û Nîşanî” ji bo xwe neqandîye. Ji ber ku Mela xwe wek derbeder û birîndarê evînê hesibandîye, tîra ‘eşqê bi nîşan lê ketiye ew derbeder kiriye leqeba “Nîşanî”, ji ber melatîyê jî leqeba “Mela” ji bo xwe pejirandîye. Di hinek helbestên xwe de jî Mela ji bo xwe navê xwe yê eslî wek “Ehmed” bi kar anîye.
Tehsîla Mela
Bi qasî ku em ji çavkanîyên derbarê Mela de fêm dikin Mela ewil li ber destê bavê xwe dest bi xwendinê kiriye, paşê jî li Medreseyên Kurdistanê li gor usûla klasîk li Cizîr, Amed, Mêrdîn, Hekarî, Îmadîyê tehsîla xwe ya ilmê qedandiye. Piştî ku Mela tehsîla xwe ya ilmê li Amedê qedandiye, di 32 salîya umrê xwe de li gundê Sitrebas ji seydayê xwe yê bi navê Mela Taha îcazeta xwe ya ilmê wergirtiye. Ji vir û wê de êdî Seyda wek muderrîsekî ewil li gundê Serbasa Amed dest bi melatîyê dike, paşê muddetek diçe li Heskifê melatîyê dike, ji wir jî bi teşwîqa Mîrê Cizîrê tê li Cizîra Botan di Medresa Sor de dest bi melatî û muderrîstîyê dike. Ji vir û wê de Mela bi vê medresê û vî navî tê naskirin. Bi qasî ku tê zanîn Medresa Sor ji teref Mîrê Botan Xan Şerefê duyem ve hatiye avakirin.
Muderrîstîya Mela:
Melayê Cezerî bi giranî di Medresa Sor de bi teşwîq û alîkarîya Mîrê Botan muderrîstîya xwe domandîye ta dawîya umrê xwe. Di vê medreseyê de Mela li gor adetên dema xwe di warê usûl, fiqih, tefsîr, hedîs, mentiq, felsefe, belaxet, matematîk, kelam, astronomî û … hwd. de ders daye feqîyan û di vî warî de bi serdestî feqî rakirine. Li vir em dikarin bibêjin ku kerametek ji kerametê îxlasa Mela ye digel gelek zehmetîyan ta nuha jî di Medresa Sor de tedrîsa ilmê didome. Wek şopînerên Mela; Şêx Seyda, Şêxê Meczûb, Seyîd Elîyê Findikî, Şêx Zekî û gelek alimên din li Cizîra Botan bi sedan feqî rakirine û mîrasa Mela domandine.
Mezheba Mela:
Li gor çavkanîyên ku behsa Mela dikin Mela di warê fiqhê de li ser mezhebê Îmam Şafiî meşîyaye. Di warê eqîdê de jî Mela li ser şopa sopa Eş’arîyan meşîyaye.
Terîqeta Mela:
Tesewûf di alema Îslamê de ji bo terbîye, tezkiye û pêşveçûnê xaleke muhîm e ku gelek kesan xwe bi wê rêyê ve girtine da ku manen xwe rabigehînin, bikemilînin û rûhê xwe paqij bikin. Ji ber vê li gor ehlê tesewûfê întîsab û xwegirêdana bi murşîdekî ve xalekî muhîm e. Digel ku hinek kes destpêka wê digihînîn ‘Esra Seadetê jî bi giranî ev rê û rêbaz ji Hindîstan, Xorasan û Îranê di nav alame Îslamê de belav bûye. Qisseta Şêxê Sen’anê ku Ferîdûdîn Ettar raberî me dike di vî warî balkêş e ku bê murşîd hîdayet ne mimkûn e. Dîsa Feqîyê Teyran heman qisseyê wek tercumeyeke helbestî raberî me dike û tê de diyar dike ku bê murşîd hîdayeta mirov zehmet e.
Ji ber ku di Dîwana Mela de gelek îstîlahên tesewûfê yên wek “zahid, sema, bade, salik, xelwet, wehdetul wicûd, merîfet, tezkiye, ilmê ledûn, cezbe, saqî, mecaz, evîn, rûh, nefs, qelb, îrşad, murşîd” û … hwd. bi awayeke serkeftî û mahirane hatine bikaranîn em dikarin bibêjin ku Mela ehlê tesewûfê ye. Bes em nikarin bibêjin ku şêxê wî kî ye, ango muntesîbê kîjan terîqê ye. Hinek kesên wek Nesîm Dorû yên ku di vî warî de xebitîne dibêjin ku Mela Nexşebendî ye, hinek jî dibêjin ku Mela muntesîbê Terîqa Ubeydullahê Ehrar e û Ehrarî ye. Bes bawerîya me ew e ku Mela bi xwe ehlê irfan e, şopînerê kesên wek “Îbnî ‘Erebî, Şîhabbeddînê Suhrewerdî, Sadîyê Şîrazî, Hafizê Şîrazî, Mewlana Camî, Hellacê Mensûr, Me’rûfê Kerxî, Şîblî, Ferrûxî û … hwd. e. Lê şêxekî wî yê taybet nîne. Em dikarin bibêjin ku Mela muetesewwûf, arif û murşîdekî kamil ê dewra xwe ye. Lewra Mela hem di dewra xwe de hem jî piştî xwe ji bo şêx, mela û sofîyên piştî xwe bûye murşîdekî kamil ku helbest û qesîdeyên wî di dergahê hemî terîqetên Kurdîstanê de, di medreseyan de, di şîn û şahiyan de hatine xwendin û gelek kes pê ketine halê cezbeyê. Gelek sofî û seydayan Dîwan’a wî ji ber kirine.
Wefata Melayê Cezerî
Wek tarîxa wîladeta Mela, tarîxa wefata wî jî bi awayeke qetî ne diyar e. Bes li gor lêkolînên ku derbarê wî de hatine kirin Mela teqrîben di navbera salên (1639- 1640, 1641)ê de wefat kiriye. Hinek kesên din jî ji bo tarîxa wefata Mela tarîxên cûrbecûr zikir dikin. Bi rastî nedîyarîya tarîxa wîladet û wefatê ne tenê ji bo Mela carî ye. Belkî ji bo giranîya kesên meşhûr ê hevçax ango berîya Mela jî carî ye. Wek mînak ji meşhurên Kurd; Baba Tahirê Uryan, Feqîyê Teyran, Elîyê Herrîrî, Mîr Îmaduddînê Hekarî, ji meşhurên Farisan; Hafiz, Sadî, Ferîdûdîn Ettar, ji meşhûrên Tirkan; Fuzûlî, Baqî, Nedîm, Mewlana, Suleyman Çelebî û… hwd. jî di heman rewşê de ne. Di warê wîladet û wefata wan de jî îxtîlaf heye.
Li gorî giranîya zanînên halê hazir Mela qet ne zewicî ye. Tenê heyata xwe ji bo ilmê weqif kiriye. Bes Mufîd Yuksel dibêje ku Mela zewicî ye. Keçeke wî hebûye û meqbera wê li Cizîra Botan e.
Berhemên Melayê Cezerî
Li gor agahîyên halê hazir xeyr ji rîwayetên bi îxtîlaf tenê dîwaneke Melayê Cezerî li ber destê me heye. Dîwana Mela dîwaneke muretteb e. Yanî li gor herfên alfabeya Erebî hatîye hûnandin û ji 122 helbestan pêk hatîye. Di dawîya Dîwanê de wek tesdis helbesteke Şêx Remezan, wek texmîs helbesteke Laxer ango Mele Umerê aşiq cîh girtiye. Mela Mehmudê Bazidî ji Dîwana Mela çend helbest dane Alaksandir Jaba ku nuha hinek helbestên Mela di koleksiyona Jaba de hene. Xeyr ji vê di gelek keşkolan de jî ji Dîwana Mela helbest hatine qeydkirin ku “Dîwana Cami ya Mela Ehmed Hîlmî, Baxê Îrem a Tehsîn Îbrahîm Doskî, Mecmu’eya Xezelîyatêd Şuerayêd Kurmancan, Nimûne Ji Gencineya Çanda Qedexe ya Zeynelabidin Zinar û gelek keşkolên din” ji wan in.