Li herêmên çar welatan, cuda ye bi sînoran
Yek li Tirkî, yek li Sûrî, yek li Iraq û yek Îran
Lê dijîn ji berê de, gelê Kurd bi sed hezaran
Rehdar in bi Sûmer û Babîl û Med û Asûran
Kevnar e, kokdar e war û welatê Kurdîstan
Li ser erda cîhanê, cihek qedîm û şaristan
Seranser li hemû dever, şûnwara zanistan
Berhemên pir dîrokî, ji avaker û mamostan
Ava ye Kurdistan, bi gund û navçe û bajaran
Amed, Êlih, Riha û Semsûr, Bilîs, Mûş û Wan
Hewlêr û Kerkûk, Helepçe û Silêman û Soran
Amûdê, Hesekê,Mahabad,Hemedan û Bûkan
Kurdistan xweş e bi deşt û çiya, gelî û zozanan
Bi çem û kaniyan, bi daristan û newal û golan
Heyberên jîndar, candarên kûvî û cûrê ajalan
Bi xemla sosin û lalan, binewş û kulîlk û gulan
Ji sedî not li ser ola Îslamê, ev gelê musluman
Dîsa jî digel wan bi serbest jîn gelên nemusluman
Zaravayê wan, kurmancî, goranî, zazakî û soran
Lê çi heyf îro, ne serbest û perwer e ev ziman
Serxwebûna Kurdistan, buye wekî xewnê şevan
Dewlet mafê hemû gelan,lê ji me re eybek giran
Misilman be jî, heger bixwaze azadiya Kurdistan
Wek kiribe sûcekî giran, dibe pariyê devê guran
Navdar in hozan û wêjekar û zanyarê Kurdistan
Baba Tahirê Uryan, Elî Herîrî û Feqiyê Teyran
Melayê Cizîra Botan, Ehmedê Xanî û Şerefxan
Melayê Bateyî, Mewlana Xalid û Mîr Bedirxan
Hecî Qadirê Koyî, Eliyê Findikî û Xewsê Hîzan
Bedîûzzeman, Seîdê Pîran û Mizgînê Bêcirman
Wêje û helbest û roman, dîrok û çîrok û sitran
Dîwan û Zembîlfiroş, şerefname û Memê Alan
Rêveber û fermandar, pêşdar û serokên Kurdan
Selaheddînê Eyûbî, fermandar û xwey xanedan
Qadî Muhemmed, serokkomar şehîdê Çarçıran
Mele Mistefayê Berzan,Huseynê Welî şêrê şêran
Ev pîr û bapîrê Kurdan, serok û rêberê misilman
Ji umeta pêxemberê dilovan, li pey şopa Qur’an
Hêvî ji Rebbê Rehman, bêxe biheştê hemûyan
Xwezî ew e ji neviyan, da ku jibîr nekin pêşiyan
Hüseyin OLAM
Rehdar:Köklû Navdar:Ünlü,şanlı
Kevnar:Antik,eski Hozan:Bilge,
Kokdar:Kökenli Wêjekar:Edebiyatçı
Şaristan:Uygarlık Zanyar:Bilim adamı
Şûnwar:Tarihi yer Wêje:Edebiyat
Zanist:İlim,bilimci Serokkomar:Cumhurbaşkanı
Berhem:Eser Xweser:Bağımsız,egemen
Avaker:Kurucu,yapıcı Serbixwe:Hür,özgür
Heyber:Varlık,nesne
Jîndar:Canlı
Candar:Hayvan,canlı
Ajal:Hayvan.sürü