Ji bo lêkolîn û komkirina me’lumatên qetlîamên Enfalê em çûn Kurdistana Başûr. Ji berî vê em çûbûn Helepçe û bi şahidê roja kîmyabaranê re mûqabele kir, bi tevî tesîr, rêç û nîşanên çekê kîmyevî li ser laşê wan, li erd û axa wan heta roja dawî. Zarokê ku ji dayîk seqet welidîne bigirin, heta kezebên ku xitimîne, çavên ku ziwa bûne û bê nûr mane… Ew tev danîşan, delîl û burhanên roja 16 Adarê 1988’an bûn. Birîndarên wê rojê bi tevî birîn û seqetîyên xwe li hember we ne, hewcehî bi tu delîl û burhanên din nîne…
Belê qetlîam û komkujîyên ku li xelkê Kurd, herêma Başûr hatin kirin tenê Helepçe û gundê derdor nebûn. Berî Helepçeyê gelek bê rêtî, zilum, qetlîam, komkujî, nefîy li avahîyên biçûk û mezin hatin kirin. Em ji wan xedr û zordarîyan ra bi temamî bêjin “Enfal” tenê, wê xeletî çê be. Lewra qetlîamên “Enfal” ê tenê ji heşt konaxan tên meydanê. Ew çax wê hinek ji me nepirsin gelo, wê nebêjin ka kîmyabarana Balîsan, qetlîam û nefîkirina xelkê Barzan… Ev qetlîam jî her yek bi serê xwe û ji hev cûda ne. Lêkolîna her yek ji van qetlîaman di cîh de, bi serê xwe, bi devê birîndarên wê wextê, bi nêrîn û zanîna wan, bi şahidîya cîh, wext û warê dilşikestî me kir û me’lûmat, agahî û zanistîya xwe xurt kir da ku neqşî tarîxê bikin. Di vê nivîsa xwe de em dixwazin bi kurtasî li ser zimanê şahidên wan qetlîaman bi we re çend mînak û mîsalên balkêş par ve bikin.
Di sala 1983yan de li herêma Berzan gund bi gund derdikevin nêçîra mêran. Mêr dibêjim belê ji temen û ‘emrê deh salî ji kur û xortan heta heştê-not salî ji pîrê fanî mêran derdest dikin û dibin. Seddamê zalim û dev bixwîn dixwaze dawîya nesl û nifşê li Kurdan bîne. Di gund û malbatan de mêr û zilam, serî û sermîyan namîne. Her wûha kerî bê şivan dimîne. Xwedîyê mirî kor e. Kes bawer nake ku zilamên wan bê hes û deng herin û herin. Herkes dibêje ku îro sibe wê merivên wan derkevin werin malên xwe û li hember xebera xêrê ne. Jinê cûwan û bûkên ser bixêlî di malen xwe de her şeveq û êvar, her kêlîk, bîsk û gav çav li rê guh li xebera xêrê bûn. Ha îro werin, ha sibeh werin, ha mehek şunda, ha salek şunda… Dayîka malê çav li rêya mêrê xwe û kurê xwe ye. Bi salan, belkî bi deh salan xwe ji ber malê nade alî û ji zarok û bîyê xwe re dibêje: “Zarokno hûn dikarin biçin deverê ku hûn dixwazin belê ez ji ber malê, xwe nikarim bidim alî. Belkî di wan sietên ku em ne li mal in bavê we û kalê we werin malê da ku derê malê girtî nemîne.” Wek pepûk, jar û bê çar li ber derê malê rûdinê destê xwe ji çavê xwe re dike sîwan û ji dûr de her sî û reşayîkî bibîne bi ûmîda ku zilamê mala wê vegerm mala xwe, lê dinihêre heta ji ber çavê wê hinda bibin. Wek leylanok û serabekê. Deh sal bi ser de derbas dibe belê kesên ku derdest kiribûn kes ji wan bi şûnde nehatin…
Çîroka jineke bûkîn:
Jinik bi hemla xwe ya ewil bi hemle ye. Zemanê welidandina wê hatîye. Bi tevî zilam û malbata xwe çav li rêya nûhatîyê xwe ne. Ew şeveq leşkerên Seddam digirin li ser gundê wan û zavayê hê bi miradê xwe şa nebûye digirin. Li ber derî, kêleka sefikê, di şeveqa dîk azanê de, di destê leşkeran çav bi bûka ser bi xêlî dikeve ku qûmatka wê li ber dila û nû hatîyê xwe bi bal bavê wî ve nîşan dide û dirêjî hemêza wî dike. Belê leşkerên bê ûjdan destûr nadin ku lawê xwe bide ber dilê xwe û hemêz bike, maç bike û bîhna ewladê xwe bistîne. Ji bo wî zavayê dest bihine jî çûyîn ew çûyîn… Bûka rû bi xêlî, dil henûn li ber dergûşa lawê xwe meh û salan dijmêre, guh li xebera hatina zilamê xwe, her an û lehzeyan çavan bi hêstira kil dide. Belê ji zilamê wê xebera xêrê nayê ta heta ew roja ku me pê re hevdîtin kir. Xwe da ser lawê xwe, mezin kir da xwendin, geran ji însanê mezin û qedir bilind. Temenê wê pêş de çû, salê wê zêde bûn belê hê jî umîd û hêvîya wê di heqê mêrê wê de wek roja ‘ewûlî ye, “Rojekê wê zilamê min derkeve were mala xwe!” Ji xwe bi wê hêvî û umîdê li ser pîyan mabûn… Kurê wê jinikê ku dayîka ew bê bav mezin kir: “Min ewqas mekteb xwendin, heta mekteb û zanîngehên bilind belê bi qasî ku min ji perwerdehîya dayîka xwe îstîfade kir ji perwerdehîyên aqademîk îstîfade nekir. Bingeh, esas û temelên zanînê min li ser perwerdekirina dayîka min hatin avakirin. Dayîka min tu car min bê hîvî, neçar ne kir di heqê hûndabûna bavê min de. Her ku şeveqeke nû, rojeke nû avêtî dest pê dikir wek ku bavê min wê ji dîyar de derkeve û were malê, ez jî ji dûr de bazdim xwe bavêjim hemêza bavê xwe. Ev jî di heyata min de ji bo min motîve û sedemekî pir balkêş bû. Zarokê dîya xwe, sebra li ber dile dîya xwe her ez bi tenê bûm. Bi hesreta rojek ji berî rojekê hatina bavê xwe me ‘ûmûr borand heta el an.
Çîroka yetîmekî din:
Di wexta enfalkirina gundê me û birina bavê min da temenê min di bin deh salî de bû. Ji ber vê min binçav nekiribûn. Ez li ber dilê dayîka xwe ya belengaz mam, bûm hevparê derd û xemê wê yên giran. Di gundê me de ji me biçûktir sebî û zarok nehatin dunyayê lewra mêr û zilam di gund de nemabûn. Însan çênedibûn, zêdayî ne dihatin dunyayê. Dengê zarokên biçûk li me bûbûn hesret. Me digot xwezîka carek bi tenê zarokekî biçûk bigirîya û dengê wî bi keta guhê me yan me zarokekî bidîta û destê xwe bi serê wî bida, weya me zarokekî hemêz bikira û ew paçî bikira. Me jî bizanîya ku way nesla xelqê me jî berdewam dike. Zarok li gundê me û der û dora me nemabûn. Em zarokên kurîn ku mabûn jî temenê me di bin deh salî de bûn. Heta ku em mezin bûn, reşîd bûn, xama bûn hatin zewacê û zarokê me çê bûn em ji zarokan mehrûm man. Tê bîra min ku dayîka min, ez hê biçûk bûm şalwarê bavê min li min dikir min dadanî ber derê malê da ku xelk bibêjin waye mêrekî mezin li vê malê heye. Belê ez di şalwarê bavê xwe de hinda dibûm, ez biçûk, şalwar dikşîya heta ser dilê min. Ez di wî şalwarî de bûbûm wek palyaçoyekî. Belê dîsa jî dayîka min şalwar û kincê bavê min li min dikir. Dayika min dişûxilî me hewceyî nemerdan nedikir. Heta ku em mezin bûn dayîka belengaz wek pepûkan li ber me bi nobet bû. Malbata me û dayîka min bi tenê di wî halê perîşan de nebûn, temamê gundîyên me û hetta temamê herêma me hûn bigerîyana ji derman re we mêrekî mezin, sermîyan têde nedidît…
Jinika extîyar li mala xwe bi tevî kurê xwe yên xort heyat û jîyana xwe didomîne. Şeveqa sibê ye û dayik taştê hazir kirîye gazî kurê xwe kirîye da ku were xwarinê bixwe. Kevçîyên wî danîye bal kevçîyên xwe, tasa şorbê, nanê genimî û tenûrî, serîkî pîvaza hişk. Ban dike “Lawê min de ka vere taştîya me hazir e, em bi hev re xwarina xwe bixwun û karê xwe bi hev re bikin.” Di wê gavê de leşkerê Seddam digirin ser gund û bi milê kurê jinikê digirin û ew dibin. Kurê jinikê bê taştê, birçî dibin û çûyîn ew çûyîn. Ew jinik heta li heyatê bû taştê şîv û firavîn, her çiqa xwarin ji bo xwe danîbûya erdê wê kevçîyê kurê xwe, firaq û sihana kurê xwe jî tije bikira û danîya ser sifrê. Belkî kurê wê derketa û ji nişkav da bihata malê da ku birçî nemaya, ew hesreta di dilê dayîka wî de ku birçî, bê taştê ji malê birin ji dilê dayîka wî derketa… Dayîka reben û belengaz bi wê hesretê çû dunyaya wî alî.
Her wûha em dikarin bi vî rengî çîrok û serpêhatina xelkê Başûr, milletê Kurd zêde û berfireh bikin. Belê di vê nivîsa me de ew îmkanê me nîne. Me bi kurtasî behsa hinik nimûneyên ji wehşeta Seddam kir. Xweda derfet û îmkanê bide emê ev serpêhatîya xelkê mezlûm bi ber firehî binivîsin bikin kitêp da ku hinda nebin, bibin dîrok û tarîx. Da ku em jî nêz tarîxa xwe jibîr nekin bi çavê ders û ‘îbretê lê binihêrin.