Eya kevokên fîrqetê!
Îhtîşama berxwedanê
Feryadên ku ji çiyayan olam didin
Û agir bi avê didin xwendin
Şîroveyên li ser mirinan
Bi rastî xweşin gule
Li gerdena bawermendan
Ku diqelibin, her diqelibin
Û tên
Ji zîrweya evînê
Ji Pasûr û Nisêbînê
Evîn di şikencê de ne
Me li kêleka we sef girê da
Mil bi mil in em
Ey Îbrahîm! Ey Orhan!
Em ne ğerîbê tolê ne
Hûn bûn birîn û axîn
Û li gerdena me weşiyan
Li eniya te ya bi şopa secdê neqişandî
Çengalên xwînî reşandin
Çavên te agir vexwar
Kezzab li çavên te weşandin
Bi cehime huzna nedîtinê
Nuha em kor bûn
Av ecêbmayî diherrike
Kûr e birîna wê
Çemê Pasûr mehzûn
Çemê Pasûr xwûn
Agirê li bedena te reşandî
Dadayî bû ji Eshabê Ûxdud
Dema tu digel lîbasên xwe ê tewhîdî dişewitî
Fêkiyên serhildanê
Ji kitêba min rû vedidan
Kêra hîç zalimî
Nikare qut bike dengê mezlûman
Îbrahîm çawa ku fêr bû
Tu jî fêrî mirina Îbrahîmî bibe
Da ku bibare barana rehmetê
Li çiyayên minê terrazinî
Hêjayê min!
Ma mirin ne rengekî heyatê ye
Ka mêze ke
Va di destê min de
Haziriya wê roja mukemmel
Ha canê min!
Dema ku gule li sînga min di reşandin
Kîn û hêrsek min li dû xwe hiştin
Ku çiya diqelêşin û diçin
Li wî cihê ku eniya min dikizirandin
Ey zorokên mezlûm ê Kurdistanê!
Kevokên fîrqetê li ser birîna me
Bo te dibêjim
Ey Orhanê ku di rengê mirinê de
Nefesê vedikşîne bi cîgera Hemzeyan
Bo te jî dibêjim
Ey Îbrahîmê Hubeybrengê bi sebr û qerar
Dibêjim ku
Kevokên sipî nemirîn û namirin
Ez ji nû va we li sînga xwe radipêçim
Eya kevokên fîrqetê!