Di jiyana miletan de kevneşopî dewsa şîrê dayîkê digre. Zarokek ku çavê xwe li dinê vekir, bona ku li hember jiyanê berxwe bide şîrê dayîkê gelek girîng e û nayê devjêberdan. Heta demekî bi şîr tê amadekirin, paşê tiştên din ên pêwist bo jiyanê dikevin dewrê. Êdî ew zarok hember ba û bahoz, sirr û serma û oxirmên cûrbecûrên hawîrdorê berxwedêr e.
Kevneşopî jî mîna şîrê dayîkê miletan amadeyi jiyanek berfirehtir dike. Gava ku miletek bi kevneşopiyên ve girêdayî be, li hember hawîrdora firehtir ya mirovahiyê berxwedêrtir dibe.
Kevneşopî istilahek e ku ji sazî û dem û dezgehên civakî ên wekî malbat, qebîlê, gel û milet bigre hetanî ziman, dîrok, dîn, mezheb, terzê jiyanê, tore û qaydên rabûn û rûniştinê gelek tiştan di xwe de dihewîne.
Miletekî ku gav avîte asta navnetewî ev kevneşopan ji wî re dibin mîna mertal. Miletên bê kevneşop mîna şervanên bê mertal dadikevin meydana şer, di parastina xwe de gêdûkan didin dijmin û xêrnexwazan.
Bi awakî din ku em bêjin, kevneşopî jî mîna şîrê dayîkê xwezayî û fitrî ne. Gorî zeman, heyam û demsalan nav û lipata wan biguhere jî, meriv nikare wanan mîna tiştên demkî û çêkirî binav bike. Berevajî vê tecrubeya mirovahiyê daye nîşan ku kevneşopî bi rih û rewana xwe xwezayî ye. Di Qur’anê de tê gotin ku : “Mirovno, me hûn ji mêr û jinekê afirandin û hûn wek gel bi gel û qebîl bi qebîle çêkirin da ku hûn hevûdû nasbikin” (Hucûrat, 13). Di vê ayeta pîroz de organîzebûna geltî û qebîletiyê wek helwestek Xwedayî tê teqez kirin. Yanî çawa ku hinek xerbzede û kemalîst dibêjin qebîle saziyek feodali ye. Ew nêrîna qaşo hemdem, ji daxwaza emperyalîstan darêj dike ku gelan bê bingeh û bê parastin bihêlin da ku bi hêsanî wan bimêjin û heyîn û neyînên wan talan bikin.
Piştî damezirandina komarê li Tirkiyê hêrişeke pir alî û dijwar avêtin ser saziyên kevneşopî yên Kurdan. Di edebiyat û sînemayê de hemû çeperên parastina Kurdewarî yên wek medrese, tekye, dîwan, axa, şêx, seyda bi awakî hovane hatin qarîkaturîze kirin û ji rûmetxistin. Pey re gelek xerbzedeyên Kurd jî tev li vê hêrişê bûn û Kurd mîna zarokeke bê şîrê dayîkê bimîne, li orta meydanê bê parastin û rût û tazî hîştin. Îro ba li kalî were, walî pereşandî dibin. Ji hirç û çeqel û hovan re wek nêçîrek bê mesref in.
Her hereketek, her lipatek lazim e ku ji vê huşmendiyê destpê bike. Wî çaxî bi awakî xwebawer dikare di asta navnetewî de bi serbilindî bilipite. Ku di her astê de saziyên kevneşopî hilweşîne, yê rojekî bibîne ku êdî tu çeper û kelheyên xweparastinê bo wî nînin. Çar ne çar yê li ser sifreya çavsoran bibe xwarina hovan.
Îro li Tirkiyê xetera herî mezin ev e. Bi taybetî jî Kurd ku hê ew tê hêvîkirin ku bi kevneşopiyên xwe ve girêdayîne li hember hovîtiyek nedîtî dikin ber xwe bidin. Bona jiyanek hevbeş, hevpar, wekhev û adil pêwist e ku Kurd ji malbatê bigre hetanî qebîle û ‘eşîrê, ji axa bigre hetanî şêx û mela hemû sazî û şexsiyetê xwezayiyê xwe biparêzin. Û ji lomeyên xerbzede û kemalîstan netirsin.
Roja ku em bê kevneşopî man wî çaxî emê bizanibin ka lome çi ye!