Rojek ji rojan rehmet li dê û bavê guhdaran ji xeynî yên li ber wan qûlên dîwaran...
Hebû tune bû, li welatekî dûr gundekî çiyayî hebû û wê salê zivistaneke pir dijwar lê hakim bûbû. Berfê rê girtibû û xela ketibû nav gundiyan. Di nav gund de dewlemendek hebû ku embarên wî tije genim û qût bûn. Cîranê wî jî zilamekî xebatkar lê feqîr bû ku zarokên wî bi rojan tî û birçî diman.
Rojekê, feqîr çû ber deriyê dewlemend û jê daxwaza hinek nan kir. Dewlemendî bi quretî lê nêrî û got:
-Hevalê min, tu her roj gazinan dikî. Ma birçîbûn çi ye ku mirov nikaribe li ber xwe bide? Hinekî sebir bike!
Dewlemendê ku tu carî zikê wî birçî nemabû, nedizanî ku birçîbûn ne tenê peyvek e, lê êşek e ku mîna kêrekî ye ku di hestîyan de diçike.
Sal derbas bûn, dewran zivirî. Agirekî mezin bi mala dewlemend ket û her tiştê wî bû xwelî. Paşê nexweşiyek hat û ew bêhêz ket. Rojekê, ew dewlemendê berê, niha li ber dîwarekî rûniştî bû û ji serma dilerizî. Heman cîranê wî yê feqîr hat bi alîyê wî de, sîtilek şorbe û kincên germ anîn. Dewlemend bi şermokî lê nêrî û got:
-Min nizanibû serma û birçîbûn evqas zor e.
Ê feqîr tenê gotinek got:
-Ketî, halê ketiyan dizanin.
Belê xwendekarên hêja!
Em îro di sedsala 21’ê de ne. Em êşên dinyayê li ser ekranên telefonên xwe mîna fîlmekî temaşe dikin. Lê em dizanin ku heta em bi xwe di nav wê krîzê de derbas nebin, em nikarin bi rastî fêm bikin. Îro di navbera me û 'yên din' de dîwarên mezin hene.
Em gava nakevin halê hev, em nikarin ji hev re bibin derman. Ev gotin nîşanî me dide ku zanîn ne bi xwendinê, lê bi jiyan û ezmûnê pêkan e.
Gelo em ê çawa vê rastîya dîrokî di jiyana xwe de bidin rûniştandin? Werin em hinekî li ser exlaq û dînê xwe bifikirin. Berî her tiştî, divê em bi bîr bînin ku merhemet koka îmana me ye; heta em bi çavê dilovaniyê li dunya û 'yên ketiye' nenêrin, em ê tu carî rastiya merhemeta Xwedê fêm nekin. Mal, meqam û tenduristiya ku em îro pê qure dibin, ne milkê me ne, ew tenê emanetên demkî ne ku di bin îmtîhana me de ne.
Werin em di nav xwe de exlaqê 'îsarê' zindî bikin; yanî gava em bi xwe hewcedar bin jî, em hewl bidin birayê xwe yê ji me hewcedartir hildin ser milên xwe.
Divê em ji bo kêmasî û birînên hevdû bibin 'setir' û perde; li şûna ku em êşa kesekî teşhîr bikin, divê em bi dizî û bi nermî bibin dermanê dilê wan.
Werin em zimanê xwe ji gotinên hişk û birîndar biparêzin, ji ber ku gotineke bimerhemet, carna dikare mirovekî ji ber qeraxê çala bêhêvîtiyê vegerîne.
Tenê gava em fêm bikin ku em hemû di vê dinyayê de rêwiyên heman rêyê ne, wê demê “halê ketiyan“ dê bibe “halê me hemûyan."
Wesselam...