Kengî ya Reb dê bibînim ku li min dergeh vebî
Em jî her wek van hecacan j-bo me jî ev rê vebî
Qeyd û zincîrê di min bişkên ji hepsan derkevim
Dest û lingê min bi rih bin j-bo me jî destûr hebî
Ez bi toza Mekke û axa Medînê kil bikim
Her dû çavan ca we ku çavê me jî rohnî bibî
Heftê caran çar kenarê Ke’beê serxoş bibim
Hêstiran ez pir birêjim ca qirêj zail bibî
Carinan qesda berê reş kim bi keyf û lezzetan
Zahirî dev batinî tev c abi wî kamil bibî
Nuqteyek betin li ser min da ji şirka rehmetê
Daxilî hicra Zebîhullahê me jî cihkek hebî
Derd û êşan birîn xoş bin bi ava Zemzemê
Ji Sefa û Merweê j-bo min sefa hasil bibî
L-‘Erefatê dest û rû ervaz bikim ahan bidim
Keh binalim geh bikalim ca du’a meqbûl bibî
Ez hucûmkim ser neyaran li Mina û Mizdelîfe
Ca heta saqim ji wan yek qet l imin peyda nebî
Wan cihan yek yek bi ‘işq û lezzetan ez bihn bikim
Ca ku rê pey tey bibî hem ca ku dil pê hey bibî
(Cumle eczaê beden ger zahirî ger batinî
Da bi ah û naleê ‘umre hemî seyqel bibî
Da bi rehmet xaneê xirbeê min te’mîr bibî
‘Alema sorî bi mêj û du’an zail bibî)
Piştî wê qesda Hebîbullah tebîbê dil kulan
Ez bikim bazari yû lerzê ku mehder çê bibî
Yê ku Mekke lew mubarek bû ji yumna payê wî
Yê çi kes bigrî rikaba wî murad hasil bibî
Meş’ela nûra Îlahî dergehê rehme Xuda
Destegîrê cumle xelqan çi welûyyû çi nebî
Pê ku Geylaniyû Riffa’iyû Weysul Qerenî
J-xidmeta dergahê wî her yek tekî ‘alem dibî
Cebraîl û çendi rûhanî j-bera xelqa dine
Dikirin qesda Medîna Wî ku Reb razî bibî
Kengî ya Reb wê derê zana mezin dê bihn bikim
Ev dilê bê hasil min ta ebed serxoş bibî
L-rewdeê ya ne Uhud ya ne Quba û ya Beqî’
Yek bi yek qelbê xu pê derman bikim rahet bibî
Ya Resûlellah meded destim bigêr û min bikêş
Ger tu himmet kî kesî çenda ku dûr nêzîk dibî
Ya Resûlellah ger ne laîq im tu laîqî
Gerl lena laiq nezer kî wê demê laîq dibî
Sed selat û sed selam l-rewda te bin ya Seyyidî
Al û eshab hem digel bin hem kesê j-benda te bî