Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

KA EW PAYÎZÊN BERÊ?

28.06.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Nivîskar: Remezan Zanyar

Payîz, piştî havîna germ, berî zivistana sar tê. Di payîzê de dinya xemla xwe diweşîne. Tiştê li ser erdê zer dibe, pûç dibe, jîndarîya xwe winda dike. Lê belê li gorî biharê payîz jî ne kêm e.

Payîz di jiyana mirov da cihekî girîng digre. Bi taybetî kal û pîrên me gelek bîranînên wan hene di heqê demsala payîzê de.

Ka em hinekî herin wî zamanî… Jiber ku zivistanê gelek berf dihat, gundîya biharê ji giyayê şîn rêsî çêdikirin. Havînê ew rêsî zuwa dibûn. Payîzê jî çilo jê dikirin û ew û rêsî dikirin şikevta. Di zivistanê de ka li cîyekî, rêsî û çilo jî li cîyekî didan heywana.

Tirî ji nav rezan didan hev û danîn ser ma’serê. Ew tirî dikirin çûwala û bi linga ava wî derdixistin. Jêre tê gotin şîre. Piştra ew şîre li ser agirê dara, di beroşê dûxanê de dikelandin. Ew şîre bi saetan dikalandin û hinek ax dikirin navê jibo ku bibe dims. Ji xwe wê axê tama dimsê dida. Dimsa her derê jî nabe wek hev. Rola ax û kevirê dimsê pir girînge. Dims bi kela dibû mîna hingiv. An jî ew şîre bi ard dibû pelûr/hewdel. Ji pelûr/hewdel, bastêq û helîl û benî çêdibû. Hin jê jî tirîyê xwe dikirin mewîj.

Kanî ew berûyên wek şekir? Sor dibûn li ser çîqê darê. Piştî qaşila berûyê jê dikirin, li dîwara, li ser kevira an jî bi latan re dixeritand. Ew berû sipî dibû û peyre dihat xwarin. Wexta ku em zarok bûn li dibistanê me dixwend, payîzê me berîkê xwe tije berû dikirin û bi dîwarê mektebê ve dixeritand. Avayîya dibistanê ji ber xeritandina berûya, rengê wê yê zer dibû qehweyî. Rêveberê mektebê gelek caran anîna berûya li me qedexe dikir.

Berê xanî kerpîç bûn. Zivistanê ku berf û baran dihat, banê xanî dilop dikirin. Pêşgirîya wê hîn ji payîzê ve digirtin. Li ser banê xanîya gindor hebûn. Ew gindor mîna pêçke grover û dirêj bûn. Gindor, di çep û rastê wê de qulik hebûn. Şiva hesinî ditewandin û pêve şerît girê didan û ew gundor dibirin û danîn li ser ban. Yekî jî li pêş ka û xwê direşand. Ew ban dibû wek betonê. Salekê banê xanî dilop nedikir. Serban bi wî awayî pir qevîm û zexm dibû.

Em behsa dan jî nekin nabe! Genim di beroşa mezin de dikelandin. Û ew genim dibû dan. Wextê ku dan dikelandin, cîran û nas û xerîb herkesî sênîk an jî zerik danîn û ji xwe re dibirin rûn/don û xwê lê dikirin û dixwarin. Zewqa wî danî pir cûda bû. Pîştra danê di beroşa da dihat kelandin, li ser bana berojê zuwa dikirin. Ji wî danî hin bi destar hin jî bi aş dikirin savar û danik.

Pir karûbar û xebatên din di payîzê de dihatin kirin jibo zivistana sar û seqem. Ew amadeyî jibo pêşgirîya zivistanê bû.

Lê gelo mirov li vê dinyayê jibo jîyana dawî, jibo qebrê, jibo axîretê amadeya xwe dike? Însan di vê heyatê da çi kar kiribe, wê li wê dinyê bê peşîya wî. Xweda me bigerîne ji wan kesên ku di cennetê/bihuştê da bi kêf û zewqê riziqdar dibin. Bimînin di xêr û xweşîyê de.

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS