Ewan rojên kelandî hatin bîra min ku di tarîya ‘esrê de seranser gund û bajar difetisîn. Karker û barkêşê da’wa pîroz em bûn. Belê kî me neqand jibo êş û jana di ş’ir û helbestan de ku bû ahenga wê dewranê. Di zêhna min de hişyar bû ew kesera veşartî. Bi nîyetek bêrî em ketibûn vê rêya ha. Bi xwendin û suhbet û hişyarkirinê muhebbeta îmanê di dilan de hebû. Bi tevger û gotina em mu’min bûn, cema’et bûn. “Ne hovê qewmîyetçîne / ne kurdçî û tirkçîne / dinya dizan e em kîne / Musliman in Musliman.” Bi marş û îlahîyan re yek cara ku em dinihêirîn di dil de em amade dibûn ji hatinekê re. “Em in ‘eskerê Mehdî zulma kufrê hilînin / Li pey sunnet û Qur’an rêya Resûl dimeşînin.” Germa ajotina de’wê bê xweyn û şehadet nedibû belkî ku me xwe di nav barana êrîşên kufrê de dît. Bi şehadeta ‘Eta mêrxas û ‘egîdan ji çavan stêrkan ji dilan xweyn dan barandin û giriyê bişewat cergan sotin. “Ey teyrê goîn ka tu were em bi hev ra binalin / Sebebê nalîna xwe bêjin çima-m heval in.” Ji lew nêçîra firotî û xayînan dest pêkir û da gotin:
“Em derketin hêla zalima b sîlahan rastî
Wê rojkî zalim ji van vir û derewa biwestî.”
Ne zalim qedîyan û ne xayîn ji virr û derewan westîn. Ne cahilan bi tevayî qîmeta şehîdan fam kir û ne di dewrê de ji kulîlka ruhê Îslamê gihat nezanan. Min tu car jibîr nekir ji ‘eksê vê helbestê:
“Ey şehîdê da’wa Îslam cahil nizanin kî ne hûn
Ey kulîlkên dara Qur’an tim mizgîna fêkîn e hûn
Ev dinya hay reş û tarî muhtacê fecrek sadiq e
Bê şek di vê dinya tarî fecr û roja rastîne hûn”
Belê hindik ne bi qîmet bûn şehîd di îro de jî weke her dewranê. Bê şehîd û şehadet de’we bilind nedibû û rizgarî bê xweyn nedihat. Jiber vê di zêhna de fetha welat hebû, li desta şî’ara serfirazîyê bi xweynê dihat nivîsandin. Di pey zivistaneke ğedar hemû kes rizgar dibûn bi bayê bihara rengîn. Ne rihet bû belê ev de’we, bê meşeqet nedibû. Lewra li hêla din nîfaq, îxanet, wehşet û qeleşî bê hed û qîyas bû. Ev êş û elem dida gotin:
“Bira şehîdê Qur’an û Îslama ‘ezîz î
Emê jibo heyfa wan xayîna bikin dizî
Emê bi qelînin tovê Stalîn û Cengizî.”
Muhacir çê bûn bi sebeb vê ğaîlê. Xort û mexdûrên ji hevdû re ĝerîb di pey selamekê de çewa ji hevdû re bûn dost û destbira bi hevparîya dil êşîn. Weke ‘umrekî bi hevdû re derbas kiribin di bin avayîyekî de li mihelleyek û kuçeyekê yaxud li gundekî. Hemû derd yek bûn, derdê hemîyan yek bû. Her malbat xemgîn bûn, hemî dil bi gûman. Bi salan dewam kir ev ceng û kêferat. Li ğerîbîyê keder mezin bûn, zarok mezin bûn, weled çêbûn, hukum hatin dayîn, ğedir mezin bû. Li derîyê hepisxaneyan keder di sîstema de derbas bû. Di pey astengîyan de mijûlî negiha te’ma suhbetan. Dê û bav keribîn, refîqe û ‘aîle hedim bûn. Hina di pey rizgarîyeke nuqsan de dilşahîya berê nedîtin. Êşa çend salan bû bedelê qernekê di hesab de. Weka tu kesî nebû dîsa.
Ji teref hinekan de heyata însan reng dide û distîne. Kî çi bike, çi kêferatê daxilî jîyanê bike, bê haydarî di çerxa dewranê de dizivire ji tewerê dertê dişemite mihwera sîstemê. Paşê... di destan de jîyaneke bêmacal dimîne. Ji lew ra:
“Heçî ehlê Îslamê bin sê tişt ser wan lazim tê
Mal birjînin sebrê bînin bidne canê şêrîne.”
Bi vê zanebûnê şî’ar ev bû:
“Dînê me Îslama sefa rehber Muhemmed Mustefa
Qur’an îmam e pir wefa qanûn ew e heq bernedî.”
Îmam bi nazil ji asîmanê Îlahî, heq jî ev bû belê ğedra wê rojê tekoşîna serxwebûnê dabû mecbûr kirin. Fitna bê da’wû doz hatibû famê:
“Ey dujminê xayîn û munafiq û bê sozî
Ğaya te fitne ye ne xwedyê tu da’wû dozî.”
Jibona ev milletê xwey namûs ji rêza Îlahî bişemite zerduştî biriqandin bi rojava, hilû kirin bi îxaneta marksîst û dan vexwarin, bi serxweşî ya mezdek firotin. Ji awazên dil berhewa bû lêker:
“Ev qomonîstê xayîn firotyê ecnebîya
Dibên em in xweyê we bo we-m derketin çîya
Namûsa Muslimana dan fillew êzîdîya
Gund û şikeftê çîya kirin weka kerxanê”
Ji ğerba gemar xwarin vexwarin û fuhşîyatên xwe bi cur’etek şeytanî daxistin gund û bajaran:
“Xayîna pir bi xweş bêş namûs dikirne pêşkêş
Jibo ‘eskerê qelêş ber çavê xelkê hemya”
Timsala namûsê bûn jin û keçên gel. Bi exlaq û ‘urfê jîyan lê dikirin li ser axa welat. Kesê xwey şu’ûr rêya Meryem û Xedîcetul Kubra dimeşandin. Şopa ‘Aîşe Humeyra, Fatîme Zehra û Asîye hebû li rûkenîya xatûnan. Di hemî ‘esran de:
“Jinê da’wa Îslamê ji mêra namînin paş,
Di xizmeta Îslamêw Qur’anêw exlaqê baş”...
...”Asîya, Meryem û Hacer, Xedîcetul Kubra,
Sumeyye û Nesîbe û Fatîme’tuz-Zehra
Zeyneb betla Kerbela feryada ‘esr û dehra
Fedekarîw cesareta wan tarîx maye şaş.”
Hetanî exlaq hebe kelha serxwebûnê heye. Jiber vê yek ji hedefa mezin a doza decalî xanim bûn, keç û ‘aîle bûn. Di pozê gemarî de pifa şeytanî heye lewra. Ji lewra qîyam çêbû, li pîya em helîyan, me xwe da ber bahoza şewata dewrê. Belê jibona nivîsandina tarîxekê nifşek hatibû hebandin. Jiber vî qasî bûn mezherê hemdê Xweda:
“Elhemdû lillahî Letîf hîzba Xweda ye Sermedî
De’we dikin Şer’a Şerîf ew jî me l ber çavê xwe dî.”
Wan rojan îman germ bû, şehadet tac bû. Tu xebat bê ecir nedima. Kesê şehîd gihan armanca xwe:
“Şehadet xwezîya me Muslimana teva ye
Di dilê me da weka bûka dilê zava ye
Kî şehîdî nas kirî ew e bê şubhe ğaye
Eve du’a me-j Xweda di ‘erefat û ‘îda”
Ewana êdî tevî xeyalên wan kesan bûne ku xortanîya xwe di tekoşîna hemberîya partî ya îmalata sîyonîzmê de derbas kirin. Belê îro derê ixtîyarîyê li wan vedibe/vebûye. Li paş dinêrim sîh sal weke sê qerna tê hesab ji min re. Ji wan mêrxasan gelek çûn û nehatin. Kesên li dinê man ji wan re ev mafedarî û heqdarî ya li hember bêolîya xebîs her di bîr tînin û ğedr û renca dewranê dikesirin. Têkoşîn, kuştin, muhacirî, mehpûsî, meğdúrî, feqîrî, nexweşî, perîşanî û jihev ketin. Tevde jibo çibûn. Orguta murted îro xwe fesix kir û derî li xwe rada. Îcar min heq da şivanê wan ê rûşûştî:
“Lo me çi kir, me çi kir?
Me xwelî bi serê xwe kir.
Ma ne şerm û fedî ye.
Ev doza me ji bo çi ye?”
Ev hal min bir sîh sal berê. Wan deman her yek ji me li benda xebera şehîdan û di pey re bi mexlesa Mizgîn destan û sitran ji her malekî bi dengeke şewat daketa zemînê mihellê. Yan jî di sûka bajar de bi merdî û cesaret îqlîma tekoşînê li asîman awaz dida li hember guranîya mêrên bidev û xûngermîya derewîn. Simbêlê hovî ku di bin de peyman davêtin bi heyf hilanînê û muaqqibê wê teqînek bi tenê mayîn û bombê wan û dafikê wan dizivirîn li sloğanên wan. Zafer... heywax biserketin. Îro ew biser ketin yan zafer ma bû para wan? Sergêjanî, serpêlanî li kî danî. Di tarîya ‘esrê de manenda helandî di nav sozdan û ‘ehda derewîn de ji zikê têr hêjî bêhn bide li semta me bi dîlok û newroza, hal birastî ev e di ruhê şeytanî de serguzeştîyek veşartî ez nizanim hêjî qey maye? Bi şapînozek xasûk ev millet bû ê din, ji lewra evanê din ji xeynî xwe wekî din qebûl nekirin ku ê din lazim bû ji holê rabin. Bi teqdîr ne ê din qedîyan ne ev herb xelas bû. Hemin rastî hat famê bi pêvajoya zordar serokên nerengdêr ji her du alîyan bi gazîyeke çilmisî hemî xeyd û neyartî avêtin paş û sulhê îcad kirin. Baş e, ne evê din hene li qadê û ne cenga bi deng lazim e.
Ji aliyê me ve lazim e mucahede berdewam be. Me îman anîye em her demî xwe bardar û bi bawer dibînin.
“Ya Muhemmed tu Resûlûllahî me b te bawer e
Xaliqê heq te şahand bo îns û cin a tevde re
Tim selat û tim selamê me-l tebin heta ebed
Xatema nebyû Resûlan kes neyê wê-d pey te re”
Lewra dînê henîf merdê mu’min dighîne ji destpêka însaniyetê: “Îslam e kanya jîr û ‘egîda / ‘egîd ê Îslam ê her welata. Şer û ceng kirne li pêş ber kufrê / ji berê hetanî heta heta”... her wekî tê zanîn “Roja Adem hat cîhanê / vebû derê îmtîhanê. Bû herba kufr û îmanê / bi hev ketin heq û batil”
Rengê wan sitran û îlahîya guherî. Ne kêf û mereqa derketina banda heye ku helbest û sitranên nû bêtin guhdarî kirin û ne bidîtin teyîb hene li ber çavan bigotin û dengbêjîyê bi kêfxweşî li dila bilefînin. Her çiqas gotin û helbest bi alî şahîyê de bêtin rêz kirin jî îro rengê huzna wan salan hêjî di beste û qaîdan de diwezine. Ew nesla ha bi rastî hêza xwe meşand û bi ser de îmtîhana xwe bi piranî derbas kir. Belê îro... Ji vir dest pê bike gelek ewladê van însanan ne li gor manenda wê rojê ne. Di pey de me jî xwe hepis kir. Em mehkûmê xwe ne di zêhna xwe de. Bi zanîn li derve bê nihêrtin îro ji wan roja bêtir şewat in. Temînî li te be ku...
Digel hate gotin ji lêva çi derkeve guh nedê. Lidor xwe binihêre tu çi bibînî ew kesan dide nas kirin. Belkî li hember xayîn û rûreşan lazim bû cefakar in ‘ezîz derkevin ku li pey Nebîyê Ekrem weke wan sala di îro de jî, lewra:
Vê de’wê-m kirne serbilind,
Rizgar dike bajar û gund.
Ji ber van dijminê wek xild,
Em li pey Resûlûllah in.