Rabin pîya, rabin pîya!
Ji boy Xweda-m rabin pîya!
Li pey ewlîya-w enbîya,
Ji boy Xweda-m rabin pîya!
Ey birayê qewî îman,
Daîm ‘ezîz û qehreman,
Hêvîya gellê Misliman,
Ji boy Xweda-m rabin pîya!
Ji bo vê doza mubarek,
Dest bidin hev, em bibin yek,
Li dora hev bibin xelek,
Ji boy Xweda-m rabin pîya!
Ji bo ‘ezîzya ummetê,
Ji bo-m bighên selametê,
Bi hevre werne ğîretê,
Ji boy Xweda-m rabin pîya!
Âlâ tewhîd, me hilda ye;
Ji bo wê, me can feda ye;
Ji seknê re, wext nema ye;
Ji boy Xweda-m rabin pîya!
Qur’an û sunnet ji me re,
Xweş îmam û xweş rêber e;
Ev doz, doza pêxember e,
Ji boy Xweda-m rabin pîya!
Heta kû yek ji me heye,
J-kesî tirsa me tûne ye;
Destê Xuda li ser me ye,
Ji boy Xweda-m rabin pîya!
Kî xwe-b Xuda girêda ye,
Pişta wî-l erdê nema ye;
Lewra ğalib her Xuda ye,
Ji boy Xweda-m rabin pîya!