Resûlûllah çel salê xwe temam kir
Rebbê ‘alem tenêbûn pê şêrîn kir
Li çiyayê diçû Hîra şikeftê
Nêzî Mekkî ew kir bû wek mizgeftê
Gelek şeva dima tenê ew li wir
Li şikeftê wî 'îbadet her dikir
Ji Hîrayê nûrek taybet pir bi şewq
Li cîhanê tev belabû mislê berq
Bû pêxember ew Hebîbê Mustefa
Ji mer anî ‘edalet û hem wefa
Cebraîlê mubarek go bixwîne
Resûlûllah go xwendinam qet nîne
Cebraîl got bi navê wî bixwîne
Ew Xwedayê afirandî ins cinne
Tim bi navê wî Xwedayê afirand
Cinn û însan bejn û balê fesiland
Bixwîn rebbê te-j herkesî merdtire
Qenciya wî-j a her kesî bêtire
Ew Xwedayê bi qelemê me hîn kir
Tiştê însan nizanîbû pêş wî kir
Resûlûllah ketî tirs û heybete
Ji Hîrayê ber bi Mekkê dakete
Resûlûllah di go wer min binuxmîn
Tevde laşê wî ji tirsa lerizîn
Ez ditirsim wer serê min xerab rewş
Xedîce go mizgîn li te bib dilgeş
Rebbê ‘alem nake rûreş te tucar
Lew tu-j bona kesê bindest alîkar
Serpêhatî jêre gotî yek bi yek
Xedîce lê bû guhdarî pir gelek
Paşî ew bir cem Wereqê Newfel e
Pir haydar bû ew ji ‘ilmê Încîl e
Resûlûllah jêr digotî rewşa xwe
Lê bû guhdar ew bi qelbû guhê xwe
Wereqe go sûnd dixum ev namûsa
Cebraîl e, Xwedê ew şand cem Mûsa
Xwezya ku ez xortbama di de’wa te
Minê bê hed alîkarî bida te
Hem sağbûma dema ku wê te derxin
Resûlûllah go qey ewê min derxin
Wereqe go kî bi vê wek de’wa te
Hatibe nav kîjan qewm û welate
Gelê wî jêr bûne dujmin hem neyar
Ew derxistin ji welat û cî yû war
Selam li ser enbiyayê pir kîram
Ji Xwedê re ew mûti’ bûn bûne ram
Te heq nas kir te heq gotî Wereqe
Dîtina te ji mer bûye meraq e
Tu li pût û li senema hat ğezeb
Fitreta pak dînê henîf kir mezheb
Rehma Xwedê li Wereqê Newfelî
Wî xwe parast ji wê şîrka esfelî
Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat.
*****
Di çelî de anî wehya pak delal
Cibrîl ji cem wî Xaliqê Zulcelal
Nûr bariya wek barana nîsanê
Şu’le daye ser temamê cîhanê
Ji qefesa azad bûne teyrê baz
Ew gihaştin armanca xwe serfîraz
Cebraîl go tu resûlî bi rastî
Rebbê ‘alem te şandiye-b qasidî
Berî her kes bawer kirye Xedîce
Îman anî wê bi Rebbê Mecîd e
Îman anî Ebû Bekir, Zeyd, ‘Elî
Serfîraz bûn ji Xwedê re bûn welî
Piştî wehyê mumina sê sal temam
Ne digotin Îslam li nav xas û ‘am
Wan bi dizî teblîğ kirin bê guman
Di van sala çel heb dibûn musluman
Rab bitirsîn bi ayetê ferman hat
Eşkere kir muslumantî-l nav welat
Resûlûllah go rehetîw xew nema
Hat zemanê êş û derd û elema
Pêxembertî ne karekî heneke
Barkî giran vê nîqaşê qet neke
Resûlûllah rojkê bi lez ji sibê
Hilkişiya ser wî girê cem Ke’bê
Bi dengê hêl bi xêrxwazî ji Sefa
Ban bavik û ban ‘eşîra kir teva
‘Eşîr bavik li wê derê civiyan
Jê re gotin derdê xwe bik daxuyan
Wî digotî ji paş çiyê bêjim ez
Wextî dujmin êrîşî we bik bi lez
Kî yê ji we baweriyê pê bîne
Wan digotin tu Muhemmed Emîn e
Resûlûllah go werin guh bidne min
We-d tirsînim ji ‘ezabê pir mezin
Ew ‘ezabê roja tirs û heybetê
Ê dest vala wê bikşîne hesretê
Ebû Leheb dîn û har bû ew li wir
Wî-b zimanê xwe heqaret pir lê kir
Ya Muhemmed te kişandin kul û derd
Xwedê zane bê jimar û bê ‘eded
Ya Mûhemmed tu rehmeta ser cîhan
Bi te azad bûne cinn û hem însan
Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat
********
Îslam wek ba bela bûyel hawîrdor
Lê muşrika li wan kirin zulm û zor
Roj bi rojê zêde dibû zulma wan
Musluman jî bûne ğemgîn bargiran
Ezyet dîtin kolew bindest hem feqîr
Bi taybetî ê ğerîb û bê ‘eşîr
Resûlûllah go herin Hebeşîstan
Xelas bibin ji zulma pûtperestan
Serokekî baş heye l-wî welatî
Li wir tune zor û zulm û koletî
Hîcret kirin ew çûne cem Necaşî
Wan hewandin bi camêrîw dilxweşî
Duheb qasid Qureyşiya ew şandin
Da muhacir ji wir bêne qewrandin
Qasidê wan gihaştin wir bi lezî
Bertîl dane keşeyên wan bi dizî
Necaşî jî herdû teref wî civand
Cafer lawê Ebû Talib peyivand
Cafer xwendî sûrê Meryem ji serî
Temamê wan bê deng bûne guhdarî
Necaşî yû meclîsa xwe wan teva
Xwe ne girtin hêsir hatin ji çava
Necaşî go Quran, Încîla Mesîh
Ji yek cî tên bi zimankî pir fesîh
Piştî vêya wî qasidên Qureyşî
Qewirandin bi poşmanîw rûreşî
Em Necaşî bi rehmetê yad bikin
Qenciya wî em tucarî j-bîr nekin
Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat.