Piştî Îsa sala pênsed heftêw yek
Ebrehe hat rêzkir êsker yek bi yek
Wê xerake Ke’ba Şerîf ev dixwest
Rebbê ‘alem wî ceza kir dest bi dest
Ji ‘ezmana Xwedê teyrê ebabîl
Şandî ser wan pêşya esker hebûn fîl
Kevrê agir bi ser wan de bariyan
Ew kirin wek pûş û palax ariyan
Ser nuxûn bûn eskerê wan reviyan
Ehlê Mekkê man heyirî ey ciwan
Xwedê Kâbe hemandiye j-dujminan
Ew dujminê bê însaf û bê ûjdan
Di vê salê nûra dila welidî
Nûrek taybet kesî mislê wî nedî
Bi mîladî tarîx bîstê nîsanê
Destê sibê Mûhemmed hat cîhanê
Meha rebî ya êwilî j-duwazda
Şeva duşem wextê seher Xwedê da
Da ser cîhan şewqa nûra Ehmedî
Da me xilat ew Xwedayê sermedî
Bi çêbûna Hebîbullah pir xweşin
Çav bi kenin rû vekirî dilgeşin
Ey Mûhemmed tu ser serû çava hat
Tarîtî çû ser cîhanê roj hilat
Her çi dema aşiq wesfê te bejin
Ew xwe nagrin hêsrê çava dirêjin
Min bi peyvê Mûhemmed nepesinand
Gotina xwe bi navê wî xemiland
Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji canû dil hûn bibêjin esselat
*****
Ya mûhemmed tu yî fexra cîhanê
Hem jî xwedyê mu’cîzat û Qur’anê
Bi nûra te ronî bûye şeva reş
Dil birîndar dilbikul pê bûne xweş
Tu mizgîna feqîr û hem ‘asiya
Bi nûra te rû sipî bûn rûsiya
Piştî serma zivistana pir giran
Hatina te bû mizgîna biharan
Buhara dil bi şewqa te xemilî
Buhar şîn bû gul û nêrgiz kemilî
Bulbul xwendî teyra mizgîn dane hev
Şeytan ta girt ji tirsa ra ketin tev
Evîndar û aşiq civyan li cem hev
Bi zimanê halê mizgîn dane hev
Hat qasidek ji cem Rebbê ‘alemê
Bindest bi wî xelas bûne j-elemê
Hat Mûhemmed mizgîndanê ser zemîn
Hat Mûhemmed pêxemberê nazenîn
Mizgîn hatî pêxemberê xwedî soz
Wî li dunyê exlaqê baş kirye doz
Hat mûhemmed mizgîndanê ummetê
Nûra çava pêxemberê rehmetê
Wehî daket ji bona me bû delîl
Pût û senem ehlê şirkê bûn zelîl
Tîrêjê wê li cîhanê şu’le da
Hat Mûhemmed ji pûta ra elweda
Bi hezara bi milyona Rebbena
Ji te re bin pesn û hemd û hem sena
Em nikarin wesfa bêjin bi teva
Neb ziman û neb qelem û neb deva
Em rûreşin gunehkarin bê meded
Mezin biçûk gunehê me bê ‘eded
Ya Reb hatin ber deryê te gunehkar
Dilşikestî bi poşmanî zari zar
Ji ber derî ya Reb me neqewrîne
Belengazin ya Reb me neheyrîne
Em vê zanin ji mer tune hîlew çar
Ma nej te be wê kî li me bik sitar
Ya Subhanû kî were dergahê te
Tobedar û hêvîdarê rehma te
Ew tucarî nabe mehrûm poşîman
Tu Tewwabî hem Rehîm û dilovan
Ya Reb rehmê l-mumina ke berdewam
Gunehkarê tobedar û xasû ‘am
Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji canû dil hûn bibêjin essela