Ji Mekkehê dengê de’wa Îslamê
Li herêmê bela bûye ta Şamê
Muşrik hatin civyan li hev bi koma
Gotin sebir ji vî halî-r qet nema
Qesda mala Ebû Talib dikirin
Wî tirsandin fortê giran lê kirin
Jê re gotin her Mûhemmed vegerîn
Yan na ji şertê jî pêra xwe bistîn
Ebû Talib go ey lawê birê min
Li min neke zêdetirî barê min
Resûlûllah jê re gotî ey ‘emmah
Ez sûnd dixum hem dibêjim bi Ellah
Ger muşrikê ehlê Mekkê roj bînin
Bikin xilat di destê rast wê dînin
Hîvê têxin destê çepê ji bo ez
Dev ji de’wa heqyê berdim lez bi lez
Heta bimrim wê bernadim ez tucar
Yan wê de’wam li cîhanê bib rizgar
Piştî vêya Resûlûllah giriya
Bi lez ji cem Ebû Talib meşiya
Ebû talib go birazê wer veger
Her de’wa xwe serbest bêje li her der
Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat
*********
Berî hicret bi sê sala derd û kul
Li pê hev hat birîndar kir can û dil
Ebû Talib hem Xedîce wefat kir
Qureyşiya ezyeta xwe zêde kir
Di vê salê ew gelekî bûn hezîn
Lewra ev sal bi kedera tê zanîn
Belê piştî wefata van herduya
Nema te’ma kêf û şahîw ‘îdîya
Bi hêvya ku Seqîfî bib musulman
Resûlûllah Zeyd bi xwer bir çû cem wan
Ew ji Mekkê birê ketin meşîyan
Çûn Taîfê çûn welatê Seqîfan
Sê bira bûn ew meznê Seqîfîya
Bi de’wa heq ew çûne cem hersîya
Jibo werin Îslamê ew de’wet kir
Hersîya jî de’wa Îslamê red kir
Wecih tirş û peyvê ta’lîn pir nexweş
Bêedeb û bêheya bûn ew rûreş
Nezanê xwe herişandin bi ser wan
Bi xeber û bi kevira dan pê wan
Ketin nav rez revyan ji ber nebaşa
Ûtbew Şeybe li wan kirin temaşa
Resûlûllah bi dilşewat dest vekir
Bal Xwedê ve ‘erzîhalek birê kir
Ya Reb bi te gazinê xwe ez dikim
Qelsiyû bêçaretiyê ‘erz dikim
Ya Reb tu yî rehman û hem dilovîn
Ente Rebbî we rebbul musted‘efîn
Tê me bispêr kîde Rebbul ‘Alemîn
Ma yekî dûr bi şiddet me biqewrîn
Yan dujminkî pir ğeddar û bêîman
Li dunyayê ma qey tê min bispêr wan
Ya Reb eger tu ji mi neğeydî be
Guh nadimê hema çid be bera be
Ez bi nûra wechê te xwe d-parêzim
Tarîtî çû pê ronayî bû lazim
Bi wê nûrê karê dunyaw axretê
Pê ‘edilîn şewqê berda zulmetê
Xwe d-parêzim ji ğezeb û ğeyda te
Xwe d-parêzim ez bi nûra zatê te
Lekel ‘utba hetta terda rebbena
Ji te re bin hemd û pesin hem sena
Em in bêhêz bêqewet û hem bêçar
Ya Reb ger tu ji mer nebe alîkar
Ûtbew Şeybe vî halê wan dibînin
Ğemgîn dibin ew dilê xwe d-şewtînin
Hinek tirî ji bona wan diçînin
Ğulamê xwe ‘Eddas pê re dişînin
Resûlûllah go bîsmîllah tirî xwar
‘Eddas go vê peyvê nabêj ev bajar
Mûhemmed go tuj kî derê yî ‘esil
‘Eddas digo ji Nînewa ji Mûsil
Ma ji gundê nebî Yûnûs bin Meta
‘Eddas şaş ma fikirî ket heyreta
‘Eddas digo kê da zanîn ew kî ye
Muhemmed go ew jî wek min nebî ye
‘Eddas xweb ser Mûhemmed ve xwar dikir
Dest û nigê wî herdû jî maç dikir
Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat