Ger ‘umir biçe ‘umrê dîger dê bid Xuda
Ger nemînit ‘umrê fanî va liha ye ‘umrê beqa
Eşq abê ‘heyat e, mesekne xwe noq ke tê da
Lew ji her qetrekî vê be‘hrê ‘heyatek dibe cuda
“La ‘hewle wela” fêdê didit bo wan ‘xema
Ku tev ji şeytan ve têne ser canê benî adema
Xemgîn dibit pelîd ji hengama zikrê “la hewl û wela”
Lew “la ‘hewl û wela” hêz û nefes e bo zakirek wiha
Dilo! Zînhar tu nedî pêy şopa xeman
Di cîhanê de neçî su‘hbeta name‘hreman
Ger bi nanê tisî û rûnê nivişk jî qani’ bibî tu
Guh nede henekê bin simbêlê êl û ‘aleman
Ji ‘xeyrî canê te canek dî heye bigere tu li wî canî
Di çiyayê bedena te de durrek heye bigere li wî madenî
Ger tu li sofîyê heqrêrewanê ji dil û can digerî
Ne li derva bes di hundirê xwe de lê bigere ezbenî
Dem kurt dibirit vê debdebe û şer û dijwarîyê
Gurê mirinê zû belav dikit kerîyê (berx û miyê)
Bes di dilê herkesî de şêrek raketîye welê
Sîleya ecel teva dipelîxe û didomîne rêwîtîyê
Ey ê ku cewherê îmana xwe bi parîkî nan di guherîne
Û cewherê qelbê xwe di ‘oxira cekî de dibexşîne
(Vê bizan ku) Nemrûd dilê xwe nesiparte Xelîl[1] bes
Di axir de siparte kelmêşekî ku canê wî distîne
Çun ji zû de Heq nivîsandibû fîrqeta me
Bes ji bo çi ye ev ceng û ev wehşeta me
Ger bed bûm ez tu xelas bû ji zehmeta min
Na ger qencbûm ez, yad bike tim suhbeta me
Her eşq e terîqa riya Pêxemeberê me
Em ji eşqê welidîn û eşq bû maderê[2] me
Ey dayika meya ku nuxmandi ye di sîngê de
Te xwe veşartiye ji tebî‘eta meya veşartok
Ta kengê tê ji dûr ve bikî nezer li me
Em çaregerin[3] û eşq bêçare ye digel me
Can kî ye? Ew tiflek me ye di dergûşê de
Dil kîye? Yek ‘xerîb û awareyê me
Nûra felekê, ku ji axê ye bedena me
Melek xwezîya xwe tînin bi çalakîya me
Geh melek dihesidin ji pakîya me
Geh şeytan di reve ji bêpakîya me
Dema li ba te me ez ranazêm ji yarîyê
Ger ku bê te bim ez ranazêm ji zarîyê
Subhanellah ku herdû şeva jî bê xew im
Bes tu dibînî ferqa di nabeyna herdû bêxewîyê
Ger bêhna diyarê evînê nayê te tu meyê vî gundî
Ger xwe ji nefsê danaweşînî nebe noqî vê ava bê binî
Ew cîhetê ku temamê cîhetan peyda dibin ji wî cihetî
Tu her bimîne li wan cîhetan meyê van cîhetan ji binî
[1] Mebest Îbarhîm Xelîl e.